'Yên ku em bi ser xistin, dayik bûn'

Bûlût li Girtîgeha Girtî ya bi Ewlekariya Bilind a Wanê 136 rojan di greva birçîbûnê, 28 rojan jî di rojiya mirinê de ma. Îhsan Bûlût got, "Berxwedan û biryardariya dayikan em bi ser xistin."

Yek ji girtiyên di rojiya mirinê de bû, Îhsan Bûlût e. Bavê wî Ahmet Bûlût bang li her kesî kir ku ji bo tecrîd dubare nebe pêvajoyê bişopînin.

Îhsan Bûlût piştî ku 136 rojan li Girtîgeha Girtî ya bi Ewlekariya Bilind a Wanê di greva birçîbûnê de ma, çalakiya xwe veguherand rojiya mirinê û 28 rojan di rojiya mirinê de ma. Îhsan Bûlût bi rêya parêzerên xwe peyamek şand û diyar kir, rewşa wan baş e, moralê wan gelekî baş e.

Îhsan Bûlût ku lingekî wî astengdar e, tevî pirsgirêkên tenduristiyê jî tevlî her şêwe berxwedana li dijî tecrîdê bû. Bi rojiya mirinê re pirsgirêkên tenduristiyê lê giran bûn. Heman piştî daxuyaniya bidawîbûna çalakiyê ew rakirin nexweşxaneyê. Di peyama xwe de got, "Em silavên xwe li her kesî dikin ên ku ji bo bidawîbûna tecrîdê têkoşiyan. Yên ku di vê berxwedanê de bi taybetî rola sereke lîstin, dayik in. Em destên wan maçî dikin. Berxwedan û biryardariya dayikan em bi ser xistin."

REWŞA KURÊ MIN BAŞ E

Bavê Îhsan Bûlût Ahmet Bûlût li ser rewşa wî axivî û got, "Piştî ku daxuyanî hate dayin, tevî hevsera xwe me berê xwe dan Wanê. Rû bi rû nebe jî parêzeran agahî dan. Destpêkê gotin ku wê li Nexweşxaneya Lêkolînê ya Wanê, li beşa ji bo girtiyan li jêrzemîna nexweşxaneyê hatiye amadekirin bê dermankirin. Deverek ku ji bo nexweşxaneyê cihê şermê ye, ji ber ku bi nem e û nepaqij e. Zarokên me ev qebûl nekirin. Li ser vê yekê ew vegerandin girtîgehê. Di encama destwerdana ÎHD û Odeya Tabîban de ew ji nûve birin nexweşxaneyê û li odeyên normal tên tedawîkirin. Rewşa kurê min niha baş e. Dengê wî baş hate me."

DIVÊ CIVAK PÊVAJOYÊ BIŞOPÎNE

Bûlût anî ziman, bidawîbûna grevên birçîbûnê bi peyama Ocalan re, ji bo wan cihê kêfxweşî û mîna cejnê ye û got, "Bi taybetî gelekî kêfa dayika Îhsan hat. Para dayikan di vê berxwedanê de mezin e. Hêvî dikim wê bidome. Em ê ji demokrasiyê her tim bawer bikin. Divê ev pêvajo ji bo her kesî bibe ders. Ji bo tecrîd ji niha û pê ve dubare nebe, divê her beşên civakê pêvajoyê bişopîne."