‘Yên ku dibêjin dewleta nû, dîsa pêkanînên polîtîkayên dewleta berê pêk tînin'

Parlemeterê HDP’ê yê Stenbolê Gora Paylan, anî ziman ku şideta beriya 102 salan li ser Ermeniyan pêk dihatin îro li ser Kurdan tên kirin.

Beşa roja 4’an a Nobeda Wijdan û Edaletê îşev bi çalakiya dengderxistinê ve bi dawî bû. Parlemeterê HDP’ê yê Stenbolê Gora Paylan ê piştî çalakiya dengderxistinê axivî, diyar kir ku şideta beriya 102 salan li ser Ermeniyan pêk dihatin îro li ser Kurdan tên kirin.

Serdana gel a ji bo çalakiya Nobeda Wijdan û Edaletê ya li Wanê îro di roja xwe ya 4’an de dewam dike. Şaxê ÎHD’ê ya Wanê, Rêxistinên HDP’ê û DBP’ê yê bajarê Qersê, Komeleya Ekolojiyê ya Wanê, welatiyên Şivreşî yên girêdayî Peyîzavayê, saziyên jinan û gelek nûnerên STK’ê Nobeda Wijdan û Edaletê ziyaret kirin.

Roja 4’an a Nobeda Wijdan û Edaletê weke her şevê bi çalakiya dengderxistinê ve bi dawî bû.

'DENGÊ XWE DIGIHÎNIN YÊN NEBIHÎSTÎN'

Piştî çalakiyê Parlementerê HDP’ê yê Stenbolê Gora Paylan axivî û diyar kir ku ew di rojên ku xirabî weke ji rêzê tê dîtin re derbas dibin û got: “Ez pir kêfxweşim ku li vir im. Ji bo wijdan û Edaletê li vir im. Em di rojên ku xirabî weke ji rêzê tê dîtin re derbas dibin. Ji bo ku yên nebihîstîn dengê xwe bilind dikin. Dewleta Komarê ya Tirk weke her dewletê ya ku çareserî nebîne serî li şidetê dide, dixwazin me bêdeng bikin. Çiqas zilma wan hebe vîna me jî heye.”

‘DEWLETA NÛ JÎ PÊKANÎNÊN DEWLETA BERÊ DIKE’

Paylan ê bal kişand ser gotinên AKP’yiyan ên ku dibêjin; ‘Em ê dewletek nû ava bikin’ wiha got: “Niha qala avakirina dewletek nû tê kirin. Nexasim a dike li dîrokê binêrin berdewama dewleta berê ne. beriya 102 salan nîva Wanê ji Ermeniyan pêk dihat, wan jî daxwaza edalet û wijdanê dikirin, mafê ji nasnameyê yê wekhev daxwaz dikirin. Yên ku wê demê çareserî nedîtin ji bo wê serî li şidet û qirkirinê dan. Ji bo em bi vê re hevrû nebûn û me hesab jê nexwest, ew kîn û polîtîka heta îro jî dom dike. Ew siyaseta li dijî Ermeniyan îro li ser Kurdan tên kirin. Ew ji nû ve faşîzmê xurt dike. Em weke wan rojan ne bêrêxistin in. Bi milyonan mirov li dijî faşîzmê têkoşînê dikin. Çi dibe bila bibe em ê bi ser bikevin. Em niha ji girtîgeha vekirî silavên xwe li hevalên xwe yên li girtîgehê dikin.”