Yên ketin Mexmûrê ne çete, Bengladeşî bûn

Duh bi şev hatibû îdea kirin ku komek çeteyên DAÎŞ’ê bi dizî ketine bajarokê Mexmûrê. Lê hate zanîn ku ew kes ne çete, xelkê Bangladeşê bûne.

Duh bi şev hatibû îdea kirin ku komek çeteyên DAÎŞ’ê bi dizî ketine bajarokê Mexmûrê. Lê hate zanîn ku ew kes ne çete, xelkê Bangladeşê bûne.

Tevî hemû hişyariyan Bangladeşiyan berê xwe dan Geyare, lê hêzên Iraqê gule li wan reşandin û Bangladaşiyek hate kuştin.

Şevê din hatibû îdeakirin ku komek çeteyê DAÎŞ’ê ketine bajarokê Mexmûrê lê hate zanîn ku ew ne çete, 4 kesên Xelkê Bangladeşê bûn.

Li gorî agahiyan 4 kesên xelkê Bangladeşê, ji ber ku îqameya wan xilas bibû, ji Hewlêrê hatine derxistin.

Her 4 kes xwestine biçin bajarokê Geyare. Li gorî agahiyên hatine standin, 4 kesên xelkê Bangladeşê xwestine biçin gel nasekî xwe yê li Herêma Geyare. 4 Bangladeşî ji Hewlêrê bi wesayîtekê berê xwe didin Geyare.

Hate zanîn ku dema diçin noqteya dawî ya kontrolê a girêdayî PDK’ê, asayîş wan hişyar dike. Li gorî agahiyan asayîş ji wan re dibêje, şeve û direnge neçin ji ber ku noqteya kontrolê ya Iraqê we bernade. Lê tevî hemû hişyariyan jî kesên xelkê Bangladeşê berê xwe dana noqteya kontrolê ya Iraqê û bi pê dikevin ser rê.

Dema ku her 4 kes ber bi noqteya kontrolê ve diçin, hêzên Iraqê bi gumana ku ew DAÎŞ’î ne, wana gulebaran dikin.

Li gorî agahiyên cihê baweriyê, di encama gulebaranê de, kesek tê kuştin û yek jî birîndar dibe û dikevin destê hêzên Iraqê.

Piştî wê her 2 Bangladeşiyên din paşve direvin û berê xwe didin noqteya kontrolê ya PDK’ê.

Li gorî agahiyan her 2 Bangladeşî jî ji aliyê asayîşa PDK’ê ve tên binçavkirin.