‘Yekitiya neteweyî weke nan û avê pêwîst e’

Hevserokê DBP’ê yê Amedê Zekî Baran têkîldarî yekîtî û Kongreya Neteweyî a Kurdan de axivî û diyar kir , di pêvajoyeke wiha de Kurdan fersendeke mezin bi dest xistine. Baran got, yekîtiya Kurdan bi qasî nan û avê pêwîst e.

Hewldanên rêxistinên Kurd yên ji bo lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurd didomin.Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Amedê Zekî Baran tekîldarî yekitiya neteweyî û lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurd  axivî û anî ziman ku divê fersenda dîrokî  ji dest neyê berdan û got ku divê demildest Kongreya Neteweyî ya Kurd were lidarxistin.

‘DI ÇEPERAN DE KURDAN YEKITIYA XWE NÎŞAN DA’

Baran da zanîn ku ji sala 2011-2013’an û vir de Kongreya Neteweyî ya Kurd di rojevê de ye û wiha axivî: “Dema em li 100 salên derbasbûyî binêrin, em ê bibînin ku Kongerya Neteweyî ya Kurd çiqas pêwîstiyek lezgîn e. Ji xwe dema em li bûyer û ji pêşkeftinên li navneteweyî jî em dibînin   ku divê gelên Kurd bibe yek û demildest yekitiya  xwe ava bikin. Em weke nûnerên siyaseta Bakur em dibêjin divê demildest Kongreya Neteweyî ya Kurd kom  bibe û kongre were lidarxistin. Li her çar parçeyên Kurdistanê gelê Kurd d çeperan de yekitiya xwe nîşan dan. Niha jî dora yekitiya kongreyê ye. Di vî milî de jî serkeftinê bi dest bêxîn pirsgirêka Kurd jî çareser dibe. Di sed sala nû de gelê Kurd wê kefenê koletiyê biqetîne. Wê demê dîrok jî wê bi destê gelê Kurd were nivîsandin.”

‘DIVÊ EM BIBIN YEK’

Baran destnîşan kir ku sînorên Rojhilata Navîn ji nû ve têne sazkirin û geşedanên siyasî yên girîng têne jiyîn û wiha pêde çû “Gelê Kurd pêşengiya vê pêvejoyê dike. Gelê kurd li Kobanê, Şengalê, Mûsil û Kerkukê  rolên giring dilîze. Ji ber vê yekê gelê Kurd muxatap neyê girtin sînor jî nayê sazkirin. Ji giringiya nan û avê bêhtir yekitiya gelê Kurd û kongreya yekitiya neteweyî pêwîst e. Heger gelê Kurd yekitiya xwe ava neke, êrîş jî wê bidome. Ji bo vê yekê divê gelên Kurdistanê bi yek dengî rabin li ser lingan û ji bo Kongreya Neteweyî ya Kurd bikevin nava liv û tevgerê.”

‘DEM HATIYE KU KURD BIBIN XWEDÎ STATÛ’

Baran got divê li çar aliyê Kurdistanê hêzên Kurd bibin yek û wiha axaftina xwe domand: “Divê ji niha û vir de em welatê xwe tenê Kurdistan binav bikin. Heta roja me ya îro em Kurdistanê weke çar parçeyan binav dikin. Êdî dem hatiye ku Kurd welatê xwe birêve bibin û bibin xwedî statû, ji bo vê yekê jî tenê pêwîstî bi yekîtiya Kurdan heye. Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan bi dehan caran anî ziman; ‘Kongreya Neteweyî ya Kurd weke nan û avê ji bo Kurdan pêwîst e.’ Divê demildest Kurd kom bibin û ji bo yekitiya xwe gav bavêjin. Heger îro kongre were kom kirin, em bawer dikin ku çiqas bawerî, raman û rêxistin hebin wê dibin yek sîwanê de bikarin kom bibin û bi demokratîk bijîn. Ji bo vê yekê jî pêwîstî bi Kongreya Neteweyî ya Kurd heye.”

‘RIZGARIYA BIRATIYA GELAN’

Baran derbirî ku wê ev sedsal bibe sedsala gelê Kurd û wiha dawî li axaftina xwe anî: “ Ev sedsal ne ji bo Gelên Kurdistanê tenê, dê di şexsê Gelên Kurd de wê bibe sedsala tevahiya gelên bindest. Dê ev sedsal bibe sedsala rizgariya biratiya gelan. Di vê sedsalê de ti rê nîne, wê Kurd bibin xwedî statî.”