Yekîneyên Tolhildanê li Wanê çalakî kirin

Yekîneyên Tolhildanê ya Şehîd Nûda Karker û Şehîd Ferhat Fareşîn got: “Heta agahiyek ji Rêbertiya xwe negirin, em ê di nava çalakiyan de bin. Ev agir wê Erdogan jî bişewitîne.”

Yekîneyên Tolhildanê ya Şehîd Nûda Karker û Şehîd Ferhat Fareşîn têkildarî çakiyên li Wanê lidar xistine aghaî da.

Yekîneyên Tolhildanê ev agahî da: “Navnîşana çareseriyê Îmarlî ye. Yekane çareserî Rêber Apo ye. Heta ku têkildarî şert û mercên tenduristiyê yên Rêbert Apo daxuyanî û hevdîtin pêk neyên, wê her roj agirê me gur bibe. Em ê dijmin tar û mar bikin. Li ser vî bingehî heta agahiyek ji tenduristiya Rêber Apo neyê girtin, me li Bakur biryara bê navber a çalakiyan girtiye.

ÇALAKÎ

27’ê Sibatê li taxa Surmelî ya Xaçor a Wanê li dijî polîsên dagirker ên dewriye digeriyan bi fîşekên hewayî û bombeyên dest çalakiyek hatiye kirin. Polîsên ku dema çalakiyê nekarîn bikevin taxê bi helîkopteran ji saet 9’ê şevê heta 8’ê sibehê her çendî xwestiy taxê bixe bin kontrolê jî bi ser neketiye.

27’ê Sibatê li taxa Stasyon a Tûşbayê jî li ser rêya stasyona trenê di dema derbasbûna trenê de bombeya bi dest hate teqandin. Seferên trenê hatin sînordarkirin.

27’ê Sibatê li ser rêya Îpekyolû ya Ertemêtanê pankart hate daliqandin û rê li trafîkê hate girtin ji bo demekê.”