Yekîneyên Tolhildanê li Amedê rêzeçalakî li dar xist

Yekîneyên Tolhldanê li dijî Komploya 15’ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Amedê rêzeçalakî lidar xist.

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sakîne Cansiz, şevên 14-15’ê Sibatê li Taxa Lalebey a navçeya Sûr a Amedê li dijî du kesên madeyên hişber difirotin çalakî lidar xist. Çalakî bi bombeyên destan hate kirin û ev agahî hate dayîn;

“Dijmin û hevkarên wan ên ciwanên Kurd ji felseya Rêber Apo, şêwêyê jiyanê dur dixin û ferî tiryakê dikin her tim di hedefa me dene. Bi vê ve girêdayî komploya 15’ê Sibatê ya beriya 21 salan hatî kirin û tecrîda li ser Rêber Apo şermezar dikin. Em soz didin ku em ê Rêber Apo azad bikin.”

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Rizgar Derxwûst jî li herêma Kervansaray ya navçeya Sûr a Amedê jî çakiya ala daliqadninê pêk anîn.

LI DIJÎ POLÎSAN ÇALAKIYA FÎŞEKÊN HEWAYÎ

Çalakî bi armanca protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye lidarxistin.

Dîsan li Taxa Korhat a navçeya Rezan a Amedê Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sakîne Cansiz li dijî polîsên Tirk bi fîşekên hewayî çalakiyek lidarxist.

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Ciwan Tolhildan jî roja 16’ê Sibatê li Taxa Alî Paşa ya navçeya Sûr a Amedê bi fîşekên hewayî komploya navnetewî protesto kir.