Yekîneyên Tolhildanê li Amedê li Polîs û notirvanan dan

Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Elîşêr Konya û Şehîd Savaş Amed li Amedê li dijî polîs û notirvanên Tirk çalakî kirin. Hate gotin çalakî ji bo bîranîna şervanê Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan Sînan Guneş hatine kirin.

Di daxuyaniyê de ya ku ji hêla yekîneya Tolhildanê ya Ş.Elîşêr  Konya û Ş. Savaş Amed ve hatî kirin, hate gotin:

"26'ê Hezîranê li taxa Skender Paşa ya Sûrê y Amedê li dijî polîsên TC'ê yên dagirker ku ocaxa berê ya tendiristiyê kirine qereqol bi bombeyên bi parçeyên karîger û çekên şexsî yên lûlekin çalakî hatiye kirin. Di şer de çend polîs hatine kuştin û çend mirine zelal nebû.

26'ê Hezîranê li Bûlvara Înonî ya Deriyê Çiyê ya Sûrê ya Amedê, li dijî polîs û notirvanên TC'ê ya dagirker, ku Şaredariya Sûrê dagir kirine û qeyûm dagir kiribû, bi bombeyên bi karîgeriya parçeyî û çekên lûlekin çalakî hatiye kirin. Hate tespîtkirin ku 1 polîs û notirvanek birîndar bûye.''

Di daxuyaniyê de hate gotin çalakî ji bo bîranîna şervanê Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan Sînan Guneş hatiye kirin, ku Guneş li Qers Qaxizmanê şehîd bûbû."