Yekîneyên kontra li Rojhilatê Kurdistanê li ser kar in

Li gorî agahiyan, li bajarê Merîwan ê eyaleta Sinê yê Rojhilatê Kurdistanê, yekîneyên kontra bi kincên gerîlayên YRK'ê digerin û hewl didin gerîla li ber çavên gel reş bikin.

Yekîneyên kontra yên rejîma Îranê, li bajarê Merîwan ê eyaleta Sinê yê Rojhilatê Kurdistanê digerin û hewl didin gerîlayên Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) li ber çavên gel reş bikin.

Çavkaniyên herêmî gotin, hêzên paramîlîter ên rejîma Îranê kincên gerîla li xwe kirine, li gundên Merîwanê digerin û êşkenceyê li gel dikin.

Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, ev kontrayên bi kincên gerîla li nava gel digerin, hewl didin nêrîna 'di navbera gerîla û artêşa Îranê de pirsgirêk nîne' bixin serê welatiyan.

Her wiha hat gotin, yekîneyên kontra welatiyekî bi navê Sedî Ş. revandine û piştî 8 rojan di berdêla 200 milyon tumenî (51 hezar dolarî) de ew berdane.

Hêzên kontra bi giranî li herêma Garan a navbera Merîwan û Seqizê hatin dîtin, ku li ser sînorê Başûrê Kurdistanê ye.