Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Savaş li Wan û Amedê çalakî kir

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Savaş têkildarî çalakiyên li Wan û Amedê lidar xistin, agahî parve kir.

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Savaş ev agahî da:

“4’ê Mijdarê yekîneya me li Diclekentê ya navçeya Peyîzava ya Amedê li dijî du wesayîtên polîsan çalakiyek bombeyî pêk anî. Di vê çalakiyê de her du wesayîtên polîsan hate derbkirin, têkildarî kuştî û birîndarbûna çeteyan agahî nehatin zelalkirin. Gelek ambûlans û yekîneyên dijmin sewqî herêmê hatin kirin. Yekîneya me bi selametî gihiştin cihên xwe.

4’ê Mijdarê li Yenîmahlle ya navçeya Îpekyolû ya Wanê jî di dema derbasbûna wesayîta polîsan a sivîl de yekîneyeke me çalakiyeke ya bombeyî lidar xist. Li gorî agahiyên hatin girtin ku ziyanek mezin gihiştiye wesayîtê, polîsek birîndar bûye. Ambûlans sewqî herêmê hatiye kirin. Yekîneya me bi selametî gihiştiye cihê xwe.”