Yekîneya Tolhildanê li Wanê çalakî li dar xist

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Êrîş Zozan di hefteya pêşîna Adarê de li Wanê hin çalakî li dar xist.

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Êrîş Zozan îro derbarê çalakiyên xwe daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Di 2’ê Adarê de yekîneyên me li Kolana Kiratli ya Taxa Bostanîçî ya Rêya Hevrîşmê ya Wanê wesayîta faşîstê bi navê Şahîn Dînlî şewitandiye.

Yekîneyên me dest danîne ser plakayên wesayîyên rawestgeha Esenler, Duzyol, Bostanîçî, Gundogdû û Yenî Mahalle yên ku ji bo propagandaya qirêj al bi wesayîtên xwe kirine. Hemû kesên ku alîkariyê didin şerê taybet ê dijmin êdî em ê li wan bidin.

Di 4’ê Adarê de serokê rawestgeha Yenîmahalle ya Wanê propagandayeke qirêj li gelê me kiriye. Li dijî mala vî kesê bi navê Nadîr Daday çalakî hatiye lidarxistin.

Yekîneyên me di heman rojê de wesayîta faşîstê bi navê Fahrettîn Daday jî şewitandiye.

Di 6’ê Adarê de Bedel Dayan ê ku tevlî operasyonên taybet ên dijmin dibe, hêzên me bi teqemeniyên destan li dijî mala wî çalakiyek li dar xistiye.”