Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Yekemîn jin a Hewreman a tevlî gerîla bû: Zîlan Tanya

Hevseroka KODAR'ê Zîlan Tanya ku navê yek ji fermandarên pêşeng ên PKK'ê Zîlan li xwe kiriye got, "Malbatên ku doh navê Zîlan li zarokên xwe kirin, divê zanibin ku bi helwesteke bi Zîlanî dikarin bi ser bikevin."

Piştî ku Zeynep Kinaci (Zîlan) li Dersimê çalakiya fedayî pêk anî, li Kurdistanê navê wê li gelek zarokan hate kirin. Keçên Kurd ên tevlî gerîla bûn jî destpêkê navê Zîlan hate bîra wan ku weke nasnav li xwe bikin. Yek ji wan jî Zîlan Tanya ye ku niha Hevseroka KODAR'ê ye. Zîlan Tanya 19 sal in di nava refên gerîla de ye.

Hevseroka KODAR'ê yekemîn jin a Hewreman e ku tevlî nava refên gerîla bû. Zîlan Tanya got, "Hîn jî bi kelecana roja destpêkê me" û der barê rewşa siyasî û civakî ya Hewremanan a beriya tevlî nava gerîla bibe nirxandineke wiha kir: "Demeke dirêj beriya tevlî bibim bi malbatî koçî Hewreman kiribûn. Ji ber bandora siyasî, civakî û aborî ya wê demê li Hewremanan kir me koç kir. Sekneke serhildêr a Hewremanan heye ku dixwaze li gorî rewşa xwe ya xwezayî bijî û dewlet bi hêsanî qebûl nake. Mîna ku li her bajarekî Kurdan kirin dijmin li bajar, gund û bajarokên Hewremanan jî polîtîkaya helandin û înkarkirinê meşand.

Her ku Hewremanan di çand û nasnameya Hewremanan de israr kirin, dijmin jî li dijî vê yekê polîtîkayên qirkirina çandî û fîzîkî meşand û zêde kir. Ji ber ku bi dewletê re nedibû yek gelê Hewreman ceza dikir. Dixwestin ku gelê Hewreman ji her tiştên ku debara xwe bi rêya wê dike qut bikin." Zîlan Tolhildan diyar kir zext û zordariyê bi taybetî bandoreke neyînî li jinan dikir û wan jî ji Hewreman koçî Sine kirin.

'RÊBERTÎ BÛ BERSIV JI NAKOKIYÊN MIN RE'

Tanya diyar kir, zextên dewletê ji bo wê bû nakokiyên mezin û got, "Pêkanînên dewletê yên li Sine jî bi heman rengî bû. Wê demê 14 salî bûm. Lê belê nakokiyên min mezin dibû ku timî di nava lêgerînê de bûm, min hewl dida bersivê bibîne. Ji bo qutbûna ji sîstemê hewldanên min zêde dibûn. Êdî nepêkan bû ku di nava vê sîstemê de bimînim. Di wê demê de yanî sala 1999'an li dijî Rêbertî komploya navneteweyî hate kirin.

Mîna tevahiya Kurdistanê li Rojhilatê Kurdistanê jî li dijî vê rewşê gel rabû ser piyan. Tundiya dewletê ya li dijî vê zêde bû. Mirov hatin kuştin. Vê yekê bandoreke mezin li min kir. Min heta wê demê felsefeya Rêber Apo nas nedikir. Bi vê yekê re pirsên min zêde bûn. Pirsên; 'Rêbertî kî ye, çima komplo lê hate kirin, gel çima ewqasî bi hêrs e?' Bersivên van pirsan ez gihand gerîla. Feslefeya Rêbertî û gerîla bersiv dan pirsên min û lêgerînên min."

'ZÎLAN JI BO MIN EŞQ BÛ'

Zîlan Tanya anî ziman, wê dît ku tevger li dora azadiya jinê bi rê ve diçe û got, "Min mîsyona ku Rêbertî pêşkêşî jinê dike dît. Min jiyana lehengên jin lêkolîn kir ku li dijî dijmin çalakiyên mezin pêk anîn û derbên giran li dijmin dan. Şehîd Zîlan yek ji wan bû. Çalakiya wê ji bo min bû eşqeke mezin. Hevrê Zîlan bi vê çalakiya xwe armanca xwe çi bû, çima rêbazeke wiha ya çalakiyê pêk anî; min bersiv ji van pirsan re dît. Van hemûyan bandor li min kir ku navê xwe bikim Zîlan. Ji ber ku Zîlan lehengeke mezin bû. Lehengeke jin a mezin a gelê me bû."

'BIBIN MÎNA ZÎLAN A KU WE NAVÊ WÊ LI ZAROKÊN XWE KIRINE'

Tanya diyar kir li Rojhilatê Kurdistanê bi sedan Zîlan hene û got, "Ne tenê li nava refên gerîla, li gelek bajar û navçeyên Rojhilatê Kurdistanê jî navê Zîlan li zarokan hate kirin. Zîlan ji bo gelê Rojhilatê Kurdistanê bû nasname, bû têkoşînek. Gelê Rojhilatê Kurdistanê zane ku yekane rêya têkoşîna li dijî mêtingeriyê hewldana bi ruhê Zîlan e. Mîna dema ku hevala Zîlan çalakî pêk anî, niha jî konsepteke înkar û tinekirinê ya navneteweyî li dijî gelê me û welatê me pêk tê."
Zîlan Tanya anî ziman, ku li dijî polîtîkayên înkar, tinekirin û komkujiyê yên ku rejîma Îranê li dijî civakê bi taybetî jinên Kurd dimeşîne, divê serhildan bi ruhê Zîlan bê kirin.

Tanya got, "Malbatên ku navê 'Zîlan' li zarokên xwe kirin, divê zanibin ku serketina li dijî rejîmê bi helwesteke bi rengê Zîlan pêkan e." Zîlan Tanya bang li civakê kir ku xwe bi vê ferasetê biparêze.