Yek ji Fermandarê HPG'ê Ismaîl Sûrgeç hate veşartin

Endamê Konseya Fermandar a HPG'ê Ismaîl Surgeç ku di operasyona artêşa Tirk a dagirker de li Geliyê Ahpanosê ya bi ser Dersimê ve, şehîd bûyî, hate veşartin.

Yek ji Fermandarê HPG'ê Ismaîl Surgeç (Yilmaz), ku 10’ê mijdarê  li Geliyê Ahpanosê yê girêdayî navenda Dersimê di operasyonê de şehîd bûbû, hate veşartin. Malbata Surgeç, duh cenazeyê kurê xwe ji Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê girt û anî Dersimê. 

Cenazeyê Surgeç li Goristana Şaredariyê ya girêdayî navenda bajêr hate veşartin. Polisên ku merasîma cenaze dorpêç kirin, ji bilî ferdên malbatê destûr nedan ku kes tevlî merasî bibibe. Polisan tevlîbûna parlamentere HDP’ê yê Antalyayê Kemal Bulbul jî asteng kir.