YBŞ/YJŞ'ê bîlançoya salekê ya şer eşkere kir

YBŞ/YJŞ'ê bîlançoya salekê ya şer eşkere kir. Di daxuyaniyê de hat gotin, sala 2016'an bûye sala destketiyan, gelek ji rehîneyên di destê DAIŞ'ê de hatine rizgarkirin û gelek çete hatine kuştin.

Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinê yên Şengalê (YJŞ) bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya salekê ya şer eşkere kir.

Di daxuyaniya hevpar a Fermandariyên YBŞ/YJŞ'ê de ev agahî hatin dayîn:

"Di êrîşên DAIŞ'ê de, ku roja 3'ê Tebaxa 2014'an li dijî gelê me hatin destpêkirin, bi hezaran mirovên me hatin kuştin. Bi hezaran mirovên me êsîr ketin destê çeteyan. Jin û zarokên Êzidî ji aliyê çeteyan ve hatin revandin û li bazara koleyan hatin firotin. Di nava sê salên bihurî de êrîş û komkujiyên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî me civaka Êzidî bênavber dewam kirin. Û di nava van sê salan de me jî rêxistinbûyîn û parastina xwe bi nasnameya YBŞ û YJŞ'ê xurt kirin û hem ji bo hesabê fermanê bipirsin, hem jî axa Şengalê rizgar bikin, me têkoşîneke bêeman meşand. Di şerê rizgarkirina Êzîdxanê de, gelê me ewladên xwe yên herî bedew feda kir. Bi keda gelê me û berxwedana lehengî ya şervanên YBŞ/YJŞ'ê re beşeke mezin a axa Şengalê hate rizgarkirin."

'SALA TÊKOŞÎN Û DESTKETIYAN'

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirni, 'Pêngava Hilanîna Tola Jinên Êzidî', ji bo hesabpirsîna ji dijmin û çeteyên herî hov û bêrehm ên sedsala 21'an ahte destpêkirin û hat gotin, "Bi hezaran mirov, ji ber baweriya xwe ya bi berxwedan û hêza xweparastinê ya li çiyayên Şengalê, li cih û warên xwe vegeriyan. Niha jî me pêngava xwe ya dawî weke 'Hilanîna Tola Jinên Êzidî' ji bo hesabpirsîna ji çeteyên herî hov û bêrehm ên vê sedsalê dane destpêkirin. Heta ku tevahiya Şengalê bê rizgarkirin wê ev pêngava me bidome. Em piştrast in, ku ev têkoşîna me ya bi vî ruhî wê me azad bike û em ê weke civakeke azad cihê xwe di nava dîrokê de bigirin. Bi vê bîr û baweriyê em dest bi sala 2017'an dikin. Sala 2016'an ji bo me bû saleke xurt a têkoşîn û destketiyan."

'ÊSÎR HATIN RIZGARKIRIN, 255 ÇETE HATIN KUŞTIN'

Fermandariyên YBŞ/YJŞ'ê di dewama daxuyaniya xwe de li ser bîlançoyê ev agahî dan: "Di pêngav û çalakiyên me yên sala 2016'an de 34 hevalên me bi lehengî şer kirin û şehîd bûn. Her yek ji hevalên me bi bî rû baweriyeke mezin, bi biryardarî bi ser dijmin ve çûn û mohra xwe danîn binê lehengiyeke destanî ku di dîroka Êzîditiyê de cih bigirin. Li cihên me rizgar kirin û bi operasyonên xwe, me 148 mirovên xwe yên di destê DAIŞ'ê de dîl girtî bûn rizgar kirin û gihandin cem malbatên wan.

Di nava vî şerî de 255 çete hatin kuştin, cenazeyê 160 ji van ketin destê hêzên me. Her wiha gelek ji çeteyan jî birîndar bûn. Bi sedan êrîşên ji aliyê çeteyan ve hatin kirin, hatin şikandin û çete hatin têkbirin. Di encama pêngav û çalakiyan de gelek alavên leşkerî û wesayîtên çeteyan hatin rûxandin, gelek ji wan jî hatin desteserkirin.

ALAVÊN LEŞKERÎ YÊN HATIN DESTESERKIRIN

21 çekên B7, gelek roketên û HV ên wê
87 çekên Kleşê, gelek şarjor û fîşekên wê
23 çekên BKC, gelek fîşek û zincîrên wê
17 êlekên bombeyî yên ji bo çalakiyên xwekujiyê
5 çekên Karnas
15 çekên M16 
8 debance (tevî şarjorên xwe)
2 çekên sekvaniyê yên Zagros
8 heb fuze
2 Hammer 
16 qaîdeya Katûşa û 3 roketên wê
4 hawanên 240 mm û 12 roketên wê
2 hawanên 60 mm û 48 roketên wê
1 dûrbîna teleskop
2 dûrbînên ji bo rojê

'LI SER ÇETEYAN BELGEYÊN AKP'YÊ HATIN DÎTIN'

2 cîhazên biçûk, kamerayek, 3 cîhazên destan ên Hîtra, 3 telefon û gelek bombeyên destan, mayîn, fîşek, rext û çente hatin desteserkirin. Li ser çeteyên DAIŞ'ê yên hatin kuştin gelek belgeyên AKP'ê hatin dîtin û ev di destê me de ne.

Qemyonek, traktorek, taksiyek, qemyonetek û kepçeyek ketin destê me, 2 kepçe hatin rûxandin û derb li kepçeyekê hate xistin.

Wekî din 3 wesayîtên bombebarkirî, 2 Hammer û panzereke zirxî hatin rûxandin, derb li 2 Hammeran hate xistin û di encama teqandina mayînan de 2 wesayîtên zirxî hatin rûxandin. 5 doçkayên 12.5 û doçkayek 12.5 hatin rûxandin."