NÛ BÛ

YBŞ û YJŞ'ê ji bo azadiya Ocalan banga xurtkirina têkoşînê kirin

Fermandariyên Giştî yên YBŞ û YJŞ'ê komploya 15'ê Sibatê şermezar kirin û dan xuyakirin, ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û misogerkirina Xweseriya Şengalê, ew ê têkoşîna xwe xurtir bikin.

Fermandariyên Giştî yên YBŞ û YJŞ'ê, ji ber salvegera 18. a komploya 15'ê Sibatê li ser malpera xwe ya fermî "http://yjs-ybs.com" daxuyanî weşandin

Di daxuyaniya Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) de hat ragihandin, hêzên desthilatdar ên navneteweyî, ku dixwazin Rojhilata Navîn ji nû ve dîzayn bikin, ji ber ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevgera azadiyê li pêşiya asteng dîtin, di 15'ê Sibata 1999'an de komplo pêk anîn.

YBŞ'ê hêzên di nava komployê de cih girtine şermezar kir û da zanîn, bi vê komployê de êrîş li siberoja gelan hatiye kirin.

YBŞ'ê berxwedana li Îmraliyê silav kir û cangoriyên ku bi dirûşma 'hûn nikarin roja me tarî bikin' bûn xeleke ji agir li dora Rêberê Gelê Kurd, bi rêzdarî û minetdarî bibîr anî.

Fermandariyê işaret bi serketin û mezinbûna Rêberê Gelê Kurd û tevgera azadiyê li Şoreşa Rojava, Şengalê û gelemperiya Kurdistanê kir û da zanîn, Şoreşa Rojava, berxwedana Şengalê û Kobanê nîşaneya wê yekê ye ku armancên komplokeran bi ser neketine.

Fermandariya YBŞ'ê diyar kir, Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşbîniyeke mezin û têkoşîneke xurt pêşî li qirkirina li Şengalê girtin û got, "Yê ku ji bo Şengalê daxwaza rêveberiya xweser dike û deriyê jiyaneke azad li Şengalê vedike, Rêber Apo ye. Şengal di dîroka xwe de cara yekemîn hêza xweparastinê û xwerêvebirinê ava kiriye. Pêşeroja xwe diyar dike, ji bo jiyaneke azad a civaka Êzidî lehengên mezin dafirîne."

JI BO AZADIYA OCALAN BANGA TÊKOŞÎNÊ LI GEL KIR

Fermandariyê destnîşan kir, ku xeyalê herî mezin ê şehîdan û Rêberê Gelê Kurd, avakirina hêza parastinê YBŞ bû û diyar kir, afirandina jiyaneke azad û xweser, avakirina Şengalê û rastiya Êzidiyatiyê, delîla herî mezin a pûçkirina komployê ye.

Fermandariya YBŞ'ê ragihand, ku ew soza avakirina Şengaleke xweser dide şehîdan û got, "Li ser vê bingehê em bang li gel dikin li hemberî vê dîlgirtinê berxwedana xwe geş bike heta azadiya Rêber APO bê navber di nava tekoşînê de bin."

'BI TOVÊN FELSEFEYA RÊBER APO, YJŞ AFIRÎ'

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) jî di daxuyaniya xwe de ragihand, ku ew ji Rêberê Gelê Kurd hînî ruhê berxwedanê bûne û li hemberî qirkirina di 3'ê Tebaxa 2014'an de li ser wan hat ferzkirin, ew bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd têkoşiyan e.

Fermandariya YJŞ'ê diyar kir, bi tovên felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan YJŞ afiriye û got, "Em weke YJŞ, komploya li Rêber Apo hatiye kirin şermezar dikin."

Fermandariyê hêzên komploker şermezar kir û wiha dewam kir: "Derketina Rêber Apo, ew Kurdên ku hatibûn tinekirin, careke din zindî kir. Lewma hêzên hegemon ên azadiya gelê Mezra Botan napejirînin, bi hemû hovîtiya xwe êrîş kirin. Bakurê Kurdistan, Rojavayê Kurdistan, Başûrê Kurdistan û Rojhilatê Kurdistan bi berxwedan û tekoşîna xwe komploya 15 Sibatê pûç kirin. Bi taybet li Şengalê li hemberî fermanê bi ruhê bilindkirina berxwedanê re avabûna YJŞ û YBŞ bû bersiva li 73 fermanan."

'ÇAVKANIYA ME FIKIR Û RAMANÊ RÊBER APO YE'

Fermandariya Giştî ya YJŞ'ê da xuyakirin, ku çavkaniya wan fikir û ramanê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û destnîşan kir ku ji bo komploya navneteweyî bi temamî ji holê rakin, ew ê têkoşîna xwe xurtir bikin.

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Hemû jinên êş kişandî, bi taybet keç û jinên ferman li wan rabûn û yên heta roja îro di sûka Mûsul û  Reqayê de têne firotin, ji bo azadkirina wan em ê têbikoşin. Em wek YJŞ, parastina mafê jinê û bi taybet ji bo parastina hemû jinên Êzidî soza bilindkirina tekoşîna azadiyê didin."