Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

YBŞ: Têkoşîna me wê bi ser bikeve

Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ), di yekemîn salvegera şehadeta yek ji fermandarên YBŞ'ê Berxwedan Tolhildan de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ), di yekemîn salvegera şehadeta yek ji fermandarên YBŞ'ê Berxwedan Tolhildan de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya fermandariyê bi vî rengî ye:

"Dema ku çeteyên DAIŞ'ê di 3'ê Tebaxa 2014'an de êrîşî Şengalê kirin, bi hezaran Êzidî hatin kuştin, bi hezaran keç, jin, zarok û extiyar dîl hatin girtin. Li dijî vê yekê, bi sedan ciwanên Êzidî xwe bi rêxistin kirin û li dijî çeteyên DAIŞ'ê dest bi berxwedaneke bêhempa kirin. Di vê berxwedanê de bi sedan hevrêyên me yên leheng şehîd bûn. Me weke YBŞ'ê, ev lehengî ji xwe re esas girtin û li ser vê bingehê xwe gihandin vê astê. Yek ji van lehengan jî, ji damezrînerên YBŞ'ê fermandar Berxwedan Tolhildan bû.

'ÇAVKANIYA MORALÊ BÛ'

Şehîd Berxwedan pê dizanî bû, bi rêxistinkirina ciwanên Êzidî û mezinkirina YBŞ'ê re bersiv ji fermanê re dikare bê dayîn. Ji ber vê yekê, ne tenê li ser karê leşkerî sekinî, di heman demê de cihê xwe di nava rêxistinbûna gel û avakirina meclîsan de jî girt. Lewma rola pêşengiyê da ser milê xwe û li çeperên herî pêş, li dijî çeteyên DAIŞ'ê bi xurtî li ber xwe da. Di 23'ê Çileya 2015'an de hevrêyê me fermandar Berxwedan, di şerekî dijî DAIŞ'ê de bi lehengî li ber xwe da û tevlî karwanê şehîdên azadiyê bû.

Hevrêyê me berxwedan, li dijî hemû êrîşên çeteyên DAIŞ'ê bi berxwedanê rabû û di nava jiyanê de jî bû çavkaniya moralê ya hemû hevalan."

'EM SOZ DIDIN WÎ'

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Bi saya berxwedana hevrê Berxwedan û lehengên mîna wî, civaka me ya Êzidî li Şengalê vegeriya û xwe li her qadê bi rêxistin kir."

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

"Şehîd Berxwedan timî digot, 'dibe ku dayika min ji destê DAIŞ'ê rizgar bûye. Lê belê hê bi sedan dayik, xwişk û birayên min di destê DAIŞ'ê de ne. Heta ku wan hemûyan rizgar bikim, ez ê têbikoşim'. Bi pêşengiya vê gotinê, em careke din soz didin ku em ê civaka xwe ya Êzidî ya di destê DAIŞ'ê de ye rizgar bikin û têkoşîna xwe jî bi ser bixînin. Bi wesîleya salvegera şehadeta hevrê Berxwedan Tolhildan, ku yek ji ewladên leheng ên civaka me ya Êzidî ye, em hemû şehîdên şoreşê û şehîdên Êzîdxanê bi rêzdarî bibîr tînin. Bi wesîleya vê rojê, em sersaxiyê ji malbata Şehîd Berxwedan dixwazin û dibêjin, bîranînên şehîdan rêberê me ne. Em soz didin, ku em ê têkoşîna xwe roj bi roj mezintir bikin."