YBŞ'ê ji ber karê ajantiyê yê PDK'ê hişyarî da

Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser xebatên ajantiyê yên PDK'ê di vê dema dawî de li Şengalê dike û diyar kir, bi van lîstik û planên qirêj ti encam bi dest nakeve.

Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê ragihand, PDK bi planên qirêj hewl dide sîxuran bixin nava hêzên wan û tevlîheviyê bike.

Fermandariyê diyar kir, êrîşa duh a li dijî pêşmergeyan jî ji aliyê van ajanên PDK'ê ve ji bo derxistina tevlîheviyê hatiye kirin û hişyarî da.

Daxuyaniya YBŞ'ê ya li ser mijarê bi vî rengî ye:

"Di vê pevajoyê de ku tekoşîna azadiyê ya ji bo gelê Êzidî û axa pîroz ya Êzidxanê bi dijwarî berdewam dike, êrîş û lîstikên qirêj yên zîhniyeta ku 73 ferman bi ser gelê me de anîne berdewam dikin. 
Hêza rewa ya YBŞ’ê li dijî zihniyeta hov ya DAIŞ’ê   ku bû sedema fermana 73’an a ku di 3’yê Tebaxa 2014’an pêk hatî,   wekî hêza berxwedanê hate avakirin, planên wan ên dagirkirinê û qirkirina li axa pîroz pûç kirin. Gelê me yê ku YBŞ/YJŞ’ê wekî hêviya azadiyê ji bo xwe dît û li derdora wê bûne xelek, û yên ku qirkirin, inkarkirin û hişmendiya dagirkeriyê temsil dikin, li kêleka qirkirina fîzikî, xwestin bi leyîstokên qirêj  naxwazin gelê Êzîdî bigihije azadiya xwe.

Herî dawî komên çete yên girêdayî PDK’ê di 3’yê Adara 2017’an  de xwestin bajarokê Xanesorê dagir bikin, heman demê  jî çeteyên DAIŞ’ê êrîşî gundên Sikêniyê û Xeyalê kirin  ku di hemleya “Tolhildana Jinên Êzidî” de hatibûn rizgar kirin. Herdû êrîşên hemwext  watedar in ku di yek demê de pêk hatine, ev jî îspat dike ku ew ji bo yek armancê xizmet dikin.

Ji aliyekî  ve êrîşî Xanesorê  dikin, ji aliye din ve jî bi tarzekî balkêş çeteyên DAIŞ’ê êrîş dibine ser gundên rizgarkirî. Bi temamkirina plana  3’yê Tebaxê tê xwestin ku gelê me qir bikin. Çeteyên ku di êrîşê Xanesorê de hatin bikaranîn û wek ‘pêşmergeyên rojava’ tên binavkirin ne peşmerge ne, ji bo  tekoşîna li hemberî DAIŞ’ê qels bikin mirovên kirêkirî ne, bi pereyan dixebitin. Kesên metirsiya netewî bi wan re nîn e li pêş rizgarkirina Şengal’ê asteng û kelem in, ji derveyî şûrê destê dijmin ti kar û xizmeta ji wan nayê.

Lê belê wek ku li hemberî van êrîşan jî di berxwedaniya gel û hêzên me de xuya bû, yek êrîşa bi vî rengî wê negihîjê armanca xwe û em ê rê nedin ku  tekoşîna me asteng bike.

Ji ber vê sedemê yên ku bi hêzên qirker re bi rêya lîstikên qirêj ketine nav hewldanan negihiştina daxwazên xwe. Bi vê armancê PDK, di nav gel û YBŞ’ê de faaliyetên qirêj dimeşîne. Di nav YBŞ’ê de dixwaze faaliyetên ajantiyê bike, kesên ku ji YBŞ hatine qewitandin jî bi rêxistin dikin û dixwazin di nav civakê de tevlîheviyê çêbikin.

Dijminên gel, yên ku nesibê xwe ji exlaq û rêgezên mirovahiyê  nestandibne û xwedî vê zihniyetê ne ti hêvî û bendewarî ji wan nayê kirin. Lê divê tu car neyê ji bîrkirin ku ew kîjan rê bi kar bînin jî wê bi sernekevin. Ev tevger, tevgera azadiyê ya li ser xwîna bi hezaran kesî ava bûyî ava bûye. Bi encaman ji dîrokê ders girtiye, hêz, îrade û bi biryarbûna xwe  bersiva her cure êrîşan daye  û lîstikên wan têk birine. Xwedanê wan lîstikên qirêj, wê bi ti awayî nikaribin ji bo azadiya gelê me bibin asteng.

Ew ên ku di nav faaliyetên ajantiyê de ne û lîstikên qirêj dikin, wê li hemberî gelê me hesabên xwe bidin. Li Şengalê ev kesên ku wan faaliyetan bi rêxistin dike jî, ji aliyê hezên me ve hatiye binçavkirin û derheqê wê de muameleyên pêwist berdewam dike. Ev kesê ku li aliyê PDK’ê ve hatiye  erkdarkirin, ji bo  faaliyetên ajantiyê wek berpirsiyarê Şengalê hatiye erkdarkirin.

Dîsa duh, li Şengalê êrîşa ku li hemberî pêşmergeyan hatiye  pêkanîn, ji aliyê wan hêzan ve hatiye kirin ku dixwazin tevlîhevî bikin û seriyan tevlîhev bikin. Ti têkîliya YBŞ’ê bi vê êrîşê re nîne, em ti carî rast nabînin ku pêşmergeyan bikin hedef û biryarekî me yê bi vî rengî nîne.

Li hemberî lîstikên qirêj tekoşîna me heya niha çawa be ji vir pê de  jî wê bi biryar berdewam bike. Gelê me yê li aliyê YBŞ/YJŞ yên ku li hemberî her cure êrîş û lîstikan parastina cewherî ne, pêwîste li hemberî van lîstikan hişyar be û firsendê nedin wan. Li hemberî  her êrîşên ku azadiya me, çanda me, zimanê me, baweriya me û axa me ya pîroz hedef digre, bi hêztirkirina rêxistinbûna xwe pewîste ji hêzên parastinê re piştvanî be.

PDK ya ku di nav plan û faaliyetên qirêj de ye, em dibejin ku wê bi wan lîstikan encam negire. Bê guman yek rêya çareseriyê heye ew jî yekbûna neteweyî ye, bi diyalogê pêkan e. Tu êrîş û lîstikên qirêj wê encamê nestînin."