YBŞ/YJŞ: Em ê xwestekên Mam Zekî li vê xakê misoger bikin

"Di sala yekemîn a şehadeta wî de wekî dijminan dixwest me paş de gav neavêt. Me di înşakirina xeyalê mamê xwe de gavên tifaqî û parastinê yên pir girîng avêtin. Di her roja têkoşîn û berxwedaniyê de em ê xwestekê Mam Zekî li ser vê axê misoger bikin."

Fermandariyên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinan ên Şengalê (YJŞ) daxuyaniyeke hevpar weşandin û endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Zekî Şengalî û qurbaniyên komkujiyên Til Hizêr, Sîba Şêx Xidir û gundê Koço bi bîr anîn.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku bi ruhê tolhildana hemû ferman û qirkirinan ew soz didin ku wê têkoşîna xwe mezin bikin û bibin bersiv ji hemû fermanan re.

Di daxuyaniyê de hate gotin, tiştekî tesadûfî nîne ku di Tebaxa 2007'an de li Sîba û Til Hizêr, sê Tebaxa 2014'an Fermana li Şengalê û 15'ê Tebaxa heman salê komkujiya li Koço pêk hatin.

Fermandariyên YBŞ û YJŞ'ê bi bîr xistin ku 15'ê Tebaxê di dîroka gelê Kurd de xwedî wateyeke vejîna azadiyê ye li dijî dagirkeriyê û diyar kirin, "Heman rojê li dijî Mam Zekî êrîş pêk hat. Bi vê êrîşê dijmin xwest ku ruhê me yê nû vejînê têk bibe. Bi êrîşa dijî Mam Zekî xwestin nirxê me yê di têkoşîna dijî fermanê de afirî di şexsê Mam Zekî de bûye stûna azadiya civaka me têk bibin.

Plangerî bi van hesaba hatibû kirin. Lê têkoşîna YBŞ, YJŞ û sekna gelê me yê berxwedêr ev plan û xeyalê dijminan şikand û têkoşîna xwe mezintir kir. Di vê tekoşîn û berxwedanê de îro YBŞ û YJŞ ne tenê hêzek parastina Şengalê ye, di heman demê de hêzek di çareserî û aramiya Iraqê de jî xwedî rol û mîsyonek sereke ye."

Fermandariyan bi bîr xistin ku YBŞ, YJŞ û Asayîşa Êzidxan di tekoşîna dijî DAÎŞ de, her wiha di parastina hevbeş û tifaqa gelê Iraqê de hêzek diyarker û sereke ye û ragihandin, "Li ser tifaq û demokrasiya heremê temînatek girîng e. Mam Zekî tovê avakirina hêza parastinê bi ked, tifaqî û biratiya gelan ve ava kir û di vê oxirê de xwe kir cangoriyê van nirxê azadiyê."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di sala yekemîn a şehadeta wî de wekî dijminan dixwest me paş de gav neavêt. Me di înşakirina xeyalê mamê xwe de gavên tifaqî û parastinê yên pir girîng avêtin. Di her roja têkoşîn û berxwedaniyê de em ê xwestekê Mam Zekî li ser vê axê misoger bikin."