YBŞ û YJŞ'ê ji bo şehîdên fermanê merasîmeke leşkerî pêk anîn

Hêzên YBŞ û YJŞ'ê ji bo bîranîna şehîdên fermana 3'ê Tebaxê li ser çiyayê Şengalê merasîmeke leşkerî pêk anîn. Di merasîmê de bang li Iraqê û koalîsyona navneteweyî hate kirin ku daxwaza Xweseriya Demokratîk a Şengalê qebûl bikin.

Bi wesîleya 4. a fermana Şengalê parêzvanên Şengalê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) li çiyayê Şengalê merasîmeke girseyî pêk anîn. Şervanên YBŞ û YJŞ’ê, hin rayedarên ji artêşa Iraqê û gelek kes tevlî merasîmê bûn. Di merasîmê de peyama Navenda Parastina Gel hate xwendin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê Fermandara Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) Axîn Şengalî axivî, hemû qurbaniyên fermanê û şervanên di parastina Şengalê de şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr anî.

Axîn Şengalî îşaret bi canfedayiya şervan û gerîlayan ya ji bo parastina gelê Şengalê kir û got, "Dema mirovahî û wijdan li vir li ber têkçûnê bû, kesî gav ne avêt. Lê hêzên HPG-YJA Star, YPG û YPJ, bi dayîna berdêlên mezin wijdana mirovahiyê rizgarkirin. Vê rastiyê em tev dibînin û yek bi yek jî şahidîn."

Fermandara YJŞ’ê vekişîna gerîlayên PKK'ê ji Şengalê jî bi bîr xist û got, "Heya dilopa xwîna xwe ya dawî şer kirin û ji bo gelê me ji qirkirinê rizgar jî bikin bedena xwe kirin mertal. Vegeriyan ew çiyayên azad. Li vir şehîdan û gel emanetê me kirin. Em ê jî weke hêzên YBŞ û YJŞ’ê hem gelê xwe biparêzin hem jî dilsozê bîranînên şehîdan bimînin. Yên li ser van axên pîroz şerkirine ne tenê yên me ne parêzvanên hemû mirovahiyê ne, şehîdên Iraqê ne. Divê Iraq jî şehîdên me qebûl bikin."

Axîn Şengalî bang li hêzên koalîsyona navneteweyî û Iraqê kir ku vêya weke qirkirin qebûl bikin û di dawiyê de got, "Weke hêzên YBŞ û YJŞ’ê  ji bo carek din hovîtiyeke bi vî rengî rû nede, em ê li dijî her cûre êrîşê rawestin, bersiva tê xwestin bidin. Em ê tola êşa dayîkan, qêrînên zarokan û jinên di destê DAIŞ’ê de hilînin. Em soza xwe ya ji bo hemû civaka Êzidî dûbare dikin. Weke dawî jî careke din bang li hêzên koalîsyonê û Iraqê dikin, eger dirûstin bila daxwaza Şengalê ya Xweseriya Demokratîk qebûl bikin."

PEYAMA NPG'Ê HATE XWENDIN

Piştî axaftina Axîn Şengalî peyama Navenda Parastina Gel (NPG) hate xwendin. NPG'ê şehîdên komkujiyê bîr anî û her wiha civaka Êzidî, şervanên YBŞ û YJŞ’ê silav kirin. Di peyamê de wiha hate gotin, "Ji bo careke din fermaneke wisa neyê kirin divê  tedbîrên pêwîst werin girtin. Li gel 3’yê Tebaxê ji bo me roja reş e jî lê di heman demê de roja berxwedanê ye jî. YBŞ di dema herî germ a şer de hate avakirin, ev avabûn pîroz e. Di dema êrîşên herî xwînxwarane de bi felsefeya Rêber Apo berxwedaneke dîrokî hate nîşandan. Ji vê sayê hem Şengal hate azadkirin hem jî pêşî li qirkirineke sedsalê hate girtin."

Piştî axaftinan merasîm bi dirûşmên şehîd namirin bi dawî bû.