YBŞ: Qetlîama li Xanesorê qetlîameke bi plan bû

YBŞ’ê di salvegera Qetlîama li Xanesorê de got “Êrişa ku li ser Xanesorê hatibû li dar xistin, planên dewletên dagirker bû û ew êrîş bi destê PDK çêbibû.”

Çekdarên PDK’ê bi piştgiriya dewleta Tirk di 3 Adara 2017’an de bi komên çete êrişî Xanesorê kiribû. Fermandariya YBŞ’ê bi daxuyaniyek nivîskî şehîdên Xanesorê bi bîr anî.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Em şehîdên xwe yên Xanesorê di 6’emîn salvegera şehadeta wan de bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînîn, bejna xwe li beramberî wan ditewînîn.

Êrişa ku li ser Xanesorê hatibû li dar xistin, planên dewletên dagirker bû û ew êrîş bi destê PDK çêbibû. Êrîşa Xanesorê, piştî rizgariya Şengalê pêk hat. Şengal bi destê keç û lawên vî gelî bi pêşengtiya HPG, YJA-Star û bi hêzên YBŞ-YJŞ hatibû rizgarkirin. Bi îtîfaka hêzên derve û bi hinek hawîrdorên cuda çênebibû. Bi temamî bi daxwaz û vîna gel û bi pêşengtiyek serbixwe ev serkeftin bi dest ket. Piştî vê serkeftinê hêdî hêdî hêza gel xwe rêxistin kir û li ser vî bingehî rêveberiya xweser a xwe ava kir. Lê belê dagirkeriyê ev serkeftin tehemûl nekir. Ji xwe êrîş li ser vî esasî pêk anîn. PDK jî, ji bona wê tevgeriya. Pêwîst e êrîşa 3 Adarê li ser vî esasî em naveroka wê fêm bikin. Bi temamî ev êrîş bê tehemulî ya li beranberî vîna gel bû. Ji ber ku gava gel rêxistinî be ti hewceyî bi wan nabe. Gelê rixistinkirî di serî de di asta ewlekarî de çandî û sîyasî de serbixwe dibe. Di vê manê de hêrsa PDK tê fêm kirin. Ji ber ku bi salane PDK gel dixapîne. Dibêje ‘Ez vîna we me ez ewlekariya we me’ lê fermana herî dawî da diyar kirin ku bi vî rengî nîne. Gava DAIŞ hebû PDK reviyabû, gava ev qad rizgar bu hîna nû kete tevgerê û wesayîtên xwe yên zirxî anî qadên rizgarkirî.

Gelê me li beranberî îxanetê bi bertek bû. Gel û gerîlayên Şengalê bi hevre ketin nava liv û tevgerê. Ji xwe gava şahadetên 3 Adarê hate jiyan kirin, me dît ku gelê Şengalê bi yek dengî, bi yek dest ketin pêşiya dagirkeriyê. Ji qada civakî heval Nazê, ji çapemeniya azad heval Nûjiyan, ji hêzên leşkerî di serî de bi pêşengtiya berxwedaniya heval Orhan, Çekdar, Çiya, Têkoşîn û bi temamî 12 hevalên me ji bo pêşî li vê dagirkeriyê bêbext bê girtin şehîd bûn. Ev encam bersivek tund bû, li beranberî dagirkeriyê bertekek mezin çêbû. Di encama berxwedanê de ev erdnîgarî ji PDK’ê re nehat hiştin.

Îro jî li pêş perde li paş perde li ser Şengal gelek bazarî tên kirin. Gelek carna gefên PDK li ser vê erdnîgariyê çêdibe. Ne tenê gef, plan û hewldanên wan çêdibe. Tişta balkêş pişta xwe didin dewleta Tirk. Ew dewlet di hemû dîroka xwe de berpirsê gelek fermanên li ser Şengalê ye. PDK baş dizane ku em weke miletê Êzîdî li beranberî dagirkeriya Tirk a Osmaniyan çiqas hesas in. Lê dîsa jî ev hêz dest ji ew planên kirêt bernade. Ew baş bizanin ji bo şer dernekeve, em gelek bi baldar nêz bûn. Lê vê carê hemû hewldanên PDK, wê bibe sedema bersevek bi tund. Vê carê em ji her demî zêdetir amade ne ku hem gelê xwe hem jî destkeftiyên xwe biparêzîn.

Ji destpêka fermanê heyanî roja me ya îro me di vê oxirê de berdêlên pir girahbûha ên weke Berxwedan, Mam Zekî, Zerdeşt, Mam Beşîr, Arîn, Berîvan, Seîd, Dijwar û Azadan daye û me xwe jî têkoşîn û armanca xwe ya ku di welatek azad de azad jiyankirinê paşde nedaye. Êrîş çi dibin bila bibin ji kijan alî ve bê bila were, em ê heyanî dawiyê di şopdariya van şehîdên xwe yên ku destan nivîsîne de li ber xwe bidin û em ê xeyal û armancên wan pêk bînîn. Me ev soza xwe çawa di roja destpêkê ya ku di şert û mercên herî dijwar de daye em îro di şexsê şehîdên xwe yên Xanesorê de bi mezintir dubare dikin.

Li ser vî bingehî em şehîdên xwe yên Xanesorê û di şexsê şehîdên xwe yên Xanesorê de tevahiya şehîdên xwe yên di oxira jiyaneke mirovahî, wekhevî û azad jiyankirinê de canê xwe feda kirine, bi hemû rêzdariyên xwe ve bi bîr tînîn bejna xwe li beramberî bîranînên wan ditewînîn. Em dibêjîn serkeftin di ronahiya van pakrewanên me de wê ya me û gelê me be.”