YBŞ: Em ê herêmên ku me ji DAIŞ'ê rizgar kirine biparêzin

Fermandariya YBŞ'ê li ser şerê dem kurt ê duh li Şengalê di navbera hêzên YBŞ û Heşdî Şebî qewimî daxuyaniyek weşand û got, "Bêyî gavekê bi şûn ve biavêjin, em ê herêmên ji DAIŞ'ê rizgar kirine, biparêzin."

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin; "Hêzên YBŞ û YJŞ ji sala 2014’an vir ve li hemberî çeteyên DAIŞ'ê têkoşîneke mezin didin û di vê têkoşînê de, bi saya bi sedan şehîdên xwe herêma Şengalê rizgar kiriye. Hêzên me li mintiqayên ku di bin kontrolê xwe de ne, ewleyî û asayîş pêk anîne. Heya niha bi ti hêzan re ti pirsgirêk nejiyaye û bi vî awayî bawerî daye civakê.

Di 22'ê Îlona 2017'an de li derdora saet 10.30'î, komeke girêdayî Heşdî Şebî di xeta Sikiniyê û Xeyalê ku girêdayî Şengalê ne, bi binpêkirina rêzika asayîşa YBŞ'ê xwest bêdestûr bikeve mintiqayên me. Li ser vê yekê hêzên YBŞ'ê, ev koma girêdayî Heşdî Şebî hişyar kiriye, lê tevî van hişyariyan ev kom di helwestên xwe yên şaş de israr kiriye û rêzikên vê mintiqayê yên ku bi xwîna şehîdên YBŞ û YJŞ'ê girtiye bi binpêkirinê ceribandiye. Ev nîqaşên çêbû piştî demekê veguherî şerekî kurt. Ev şer piştî ku her du alî kontrola hêzên xwe girtin xilas bûye."

Fermandariya YBŞ'ê herî dawî ev bang kir; "Wek YBŞ, em car din dibêjin ku em ne aliyê şerê wiha ne. Hêzên YBŞ'ê  bêyî ku gaveke şûnde biavêje heya dawî mintiqayên ku ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kiriye, wê biparêze. Em dibêjin ku ev mintiqayên ku bi ked û fedakariya mezin a şehîdên me hatiye rizgarkirin, heya dawî em ê biparêzin. Divê ti hêz di vê mijarê de teşebûsa ceribandinê li ser me neke.

Ji derveyî daxuyaniya fermandariya me, divê gelê me ji agahiyên qirêj û nûçeyên derew bawer neke. Em bang li gelê xwe dikin da ku têkoşînê di nav refên YBŞ-YJŞ'ê de bilind bikin."