YBŞ'ê nasnameya şervanekî xwe eşkere kir

Fermandariya YBŞ'ê nasnameya şervanekî xwe yê ku li gundê Medîban a Şengalê di encama qezayekê de jiyana xwe ji dest dayî, eşkere kir.

Fermandariya YBŞ'ê bi daxuyaniyekî nivîskî nasnameya şervanekî xwe ku di 6'ê Mijdarê de li gundê Medîban a Şengalê di encama qezayekê de şehîd bibû eşkere kir.

Di daxuyaniya Fermandariya YBŞ'ê de wiha hate gotin;

"Hevrêyê me Xelîl Ereb, 6'ê Mijdara 2017'an li gundê Medîbanê dema bi erka xwe radibû, ji ber qezayekê tevlî karwanê şehîdan bû.

Hevrêyê me Xelîl li gundê Çayir ê herêma Beecêl ji dayik bû. Di nava kaosa heyî ya Rojhilata Navîn de YBŞ weke yekane zemîna azadî û rizgariya gelên herêmê dît û cihê xwe di nava refên YBŞ'ê de girt. Hevrê Xelîl di nava têkoşînê de bi fedakariya xwe bû milîtanekî serdemên zehmet. Di nava hevrêyên xwe de dihate hezkirin û bi kesayetiya xwe ya pak û dilnim, bi hevrêyekî mînak. Di hemû pêngavan de bi rengekî çalak cihê xwe li refên herî pêş girt. Heta ku jiyana xwe ji dest bide, bi xeta xwe ya têkoşînê mîrateyeke mezin a têkoşînê ji me hevrêyên xwe re hişt.

Hevalê Xelîl ji bo rizgarî û jiyana azad û wekhev a gelên Rojhilata Navîn, di nava refên YBŞ'ê de bi xurtî têkoşiya. Eger qezaya rû da nebûya wê bibûya yek ji hevalên me ku mohra we li paşeroja gelên Rojhilata Navîn bixe.

Em weke hevrêyên wî, al û mîrateya têkoşînê ya ku me ji wî girtine, em ê bi gel û baweriyên cuda yên Rojhilata Navîn re mil bi mil heta azadiya Şengal û tevahiya Rojhilata Navîn, hilgirin.

Li ser vê bingehê em careke din dilsoziya xwe ya bi şehîdan re eşkere dikin û ji malbata xwe ya hêja û tevahiya gelê xwe re sersaxiyê dixwazin. Em bang li hemû gelên herêmê dikin ku li dijî zext, zordarî û dagirkeriyê di nava refên YBŞ'ê de têkoşîna azadiyê mezin bikin."