YBŞ’ê li ser tevgera SÎHA’yên Tirk a li Şengal daxuyaniyek da

Fermandariya YBŞ’ê têkildarî tevgera zêde ya li ser Şengalê û hedefkirina hêzên YBŞ’ê daxuyaniyek kurt da. YBŞ’ê ragihand ku êrîşek pêk hatiye û wê agahiyê wê piştre parve bikin.

Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) li ser tevgera SÎHA’yên Tirk ev agahî da: “Weke tê zanîn beriya niha çend caran dewleta Tirk bi Balafirên Keşfe yên Bêmirov û Biçek (SÎHA ) li hemberî hêzên me êrîş pêk anîn. Herî dawî di 15’ê Hezîranê ji bi balafirên şer êrîşekî berfireh pêk anîn. Di van demên dawiyê de jî tevgerekê Balafirên Keşfe yên Bêmirov û Biçek (SÎHA) bê navber berdewam dike. Bi vê yekê şervanên me dikin armac. Îro di saetên êvârî de êrîşek pêk anîn. Têkildarî êrîşa SÎHA’yên dewleta Tirk em ê agahiyên berfireh parve bikin.”