YBŞ’ê banga pêkanîna ‘Şengala Xweser’ kir

Fermandariya Yekîneyên Parastina Şengalê (YBŞ) têkildarî salvegera qirkirina 3’yê Tebaxa 2014’an a çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser civak Êzidî daxuyaniyek da û banga pêkanîna ‘Şengala Xweser’ da.

Fermandariya YBŞ’ê bi boneya salvegera 7’an a êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya qirkirina Êzidiyan daxuyaniyek da.

YBŞ’ê ev got: “Di van rojên ku em 7’emîn salvegera fermana 73’emîn ku ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve li dijî gelê me pêk hat, em wek hêzên YBŞ û YJŞ, di sala 8’emîn de şehîdên me yên mezin bi pêşengiya Şehîd Mam Zekî, Egîd Civyan, Dilşêr Herekol, Nûjîn Amed, Berxwedan, Zerdeşt,  Nazê re berxwedaniya xwe mezin bikin û Iraqa Federal a Demokratîk û Şengala Xweser ava bikin.

Gelê me û hemû gelên cîhanê bi fermana 73’emîn re dîtin ku mafên ku bi komkujiyê re rû bi rû mane ji ber ku xwe bi rêxistin nekirine û hêza xwe neafirandine her tim bi komkujiyan re rû bi rû mane. Gelê me wekî ku di dîroka xwe ya maqûl de jiyan kiriye her dem xwe spartiye hêzên cuda. Di fermana 73’emîn de gelê me baweriya xwe bi KDP’ê re anî bû, KDP pişta xwe da gelê me û gelê me bi fermanê re rû bi rû ma. Ev nîşan dide ku hêzek, tevgerek û gelekî ku xwe bi hêza xwe ve girê nede wê her tim bi komkujiyan re rû bi rû bimîne. Gelê me ji fermana 73’an û komkujiyên ku li ser wê hatine kirin dersên mezin derxistiye û bi pêşxistina rêxistinbûna xwe û xwe spartina hêza xwe ya cewherî di çarçoveya Paradîgmaya Neteweya Demokratîk de li herêmê rol dileyîze. Gelê me ev baş dizane ku encex bi paradîgmaya Netewa Demokratîk ve dikare li hember hemû qetlîam û êrîşan ve bersiv bide û di çerçoveya Paradîgmaya Netewa Demokratîk de Iraqa Federal a Demokratîk û Xweseriya Şengalê pêk bîne û dikare bersiva fermana 73’emîn a dawî hatibû jiyan kirin bide. Ji ber vê jî em dikarin encex bi pêşxistina rêxistinbûna xwe ya cewherî ve û di bingeha parastina cewherî de li hember hemû êrîşên muxtemel bisekinin.

Di ser fermana 73’an re 7 sal derbas bûn. Hêzên me YBŞ û YJŞ’ê him di azadkirina Şengalê de him jî di parastin û aşitiyê de roleke mezin lîstin. Di van 7 salên derbasbûyî de, ji ber aramî û ewlehiya Şengalê, vegera gelê me çebûye û hîn jî berdewam e. Heya niha, bi hezaran malbatên me vegeriyane Şengalê, welatê xwe. Ev di dîroka Êzidiyan de cara yekem e. Ji ber ku di fermanên berê de, derfeta gelê me ya vegera ser xaka xwe nebû û piştî her fermanê, gelê me neçar ma ku ji axa xwe koç bike. Lê belê, piştî fermana 73'an, bi berxwedana mezin a hêzên me yên YBŞ û YJŞ û gelê me, ev dîroka maqûl a gelê me qediya û ev di vegera gelê me de bû wesîle. Di çarçoveya Paradîgmaya Netewa Demokratîk de ev berxwedanî serî de gelê me û dûvre hemû gelên herêmê re bû bingeh ku xwe bi rêxistin bikin, hêza xwe biafirînin û jiyaneke aram û rehet bimeşînin. Bê guman, para herî mezin a vê yekê bê guman berxwedana bi rûmet a şehîdên me ye. Di vê berxwedana 7 salan de di serî de Mam Zekî, Egîd, Dilşêr, Nûjîn, Berxwedan, Dilgeş, Bêrîvan, Nûjiyan, Zerdeşt û Nazêyan ve berxwedan, têkoşîn û hewldanên 400 şehîdên me hatin vê rojê û destkeftiyên mezin hatin bidestxistin.

Dewleta Tirk a faşîst û hevkarên wê ku planker û pêkanînerê fermana 73’emîn bû, dixwazin bi êrîşên ku îro dîsa dikin de fermana 73’emîn bigihînin encamê. Em serdemekî ku fermanê re rû bi rû ne jiyan dikin. Wekî din, dewleta Tirk a faşîst û hêza hevkariya wê ya li herêmê KDP, dixwazin bi peymana Hewler-Bexdayê van êrîşên fermanê bidomînin û bigihînin encamê. Bi peymana Bexda-Hewlerê ya di 9’ê Cotmeha 2020-an de hatibû pêk anîn, xeyalên kesên ku dixwestin fermana 73’yan encam bikin derketin holê. Di 9'ê Cotmehê de kesên ku di fermana 73’emîn de rol lîstin, ji bo ku ev fermana 73’emîn bidin berdewam kirin, êrîşan li ser kedên şehîdan û gelê me didomînin. Lê belê, çawa ku me bi berxwedana mezin a hêzên YBŞ û YJŞ û gelê xwe li dijî fermana 73’yan a 3’yê Tebaxa 2014’an bêencam hişt û Şengal azad kir û aramî ava kir, îro jî em ê bi pêşengiya berxwederên bi rûmet a şehîdên me li dijî van êrîşên fermanê bisekinin û ev êrîşan vala derbixin. Ev jî rastiyek e ku; komkujer heya ku armancên xwe pêk bînin wê dê êrîşên xwe berdewam bikin. Ji ber vê sedemê, xeteriya fermanê di serî de ji bo gelê me, ji bo hemû gelê Kurd û gelên herêmê didome.

Li hember hêzên ku di sala 2014’an de ji bo parastina gelê me hatinê re, îro xûya dike ku dewleta Tirk a ku duh piştgirî dida çeteyên DAÎŞ’ê û êrîşî Êzidiyan kir, niha jî piştgiriyê dide KDP’ê û bi vê awayî li hember gelê me û şervanên azadiyê ku gelê me diparêze re êrîş dide kirin. Em îro ji van hêzên dagirker re dibêjin ku; ger ev êrîş bidomin, em wek hêzên YBŞ’ê bêdeng namînin. Îro emê li hember kesên ku axa Kurdistanê pêşkêşî tirkan kirine re û yên ku êrîşî axa Iraqê kirinê re bêdeng nemînin. Ger êrîşek li ser bihostek axa Iraqê hebe, emê parastina Iraqê wek erka xwe bibînin. Em ji wan kesên ku dixwazin van axên ku me bi 400 şehîdan rizgar kirî re dibêjin ku emê têkoşîna şehîdên xwe ya ku heya îro dane bi hêztir bikin û berdêla wê çi dibe bila bibe emê van xaka biparêzin. Ji bo vê, divê dost û dijmin viya baş bizanibin ku; Şengal bê berdel nehat bidestxistin. Em radigihînin ku emê heta dilopa xwîna xwe ya dawî axa ku me berdel dayî biparêzin.

Ji ber vê sedemê, çawa ku em weke hêzên YBŞ û YJŞ’ê di 7 salên derbasbûyî de di pêşengiya Mam Zekî, Berxwedan, Zerdeşt, Hamît, Nazê û Bêrîvanan de bi berxwedaneke mezin bersiv da fermanan, îro jî emê bi berxwedaniya şehîdên pêşeng ve bersivê bidin van êrîşên dagirkeriyan. Ji bo vê, em di serî de ji bo gelê xwe, gelên Iraq û herêmê re bang dikin ku werin em di sala 8’emîn a Fermana 73’an de li dora hêzên YBŞ û YJŞ’ê parastina xwe ya cewherî pêş bixin, êrîşên dagirkeriyê asteng bikin, azadiya xwe biparêzin û bi berxwedan û rêxistineke mezin bi ser bikevin.

Li gel vê, em ji raya giştî ya cîhanê re dibêjin; em weke gelekî qedîm çawa ku li ser xakên xwe, bi çand û baweriya xwe bi hezaran sal jiyan kiriye ji vir û şûn ve jî emê jiyana xwe berdewam bikin. Ji ber vê sedemê, tê zanîn ku dewleta Tirk a faşîst ku bi hezaran sal e li dijî çand, dîrok û baweriya gelê me êrîşên qirkirinê dimeşîne, destek daye çeteyên DAÎŞ’ê. Ji bo vê jî hemû raya giştî ya cîhanê û gelên cîhanê, dewleta Tirk a ku piştgirî, planker û alîgirê lojîstîkê ya çeteyên DAÎŞ’ê ya ku sûcê mirovahiyê kiriye divê di Dadgeha Navnetewî de dadgeh bike. Ji bo vê, em bang li hemû gelên demokrat, rêxistinên mafên mirovan û dewletên Ewropayê dikin ku di vê mijarê de bikevin tevgerê. Em dibêjin ku divê êdî dewleta Tirk ji ber siyaseta dij-mirovahiyê di herêmê de dimeşîne bê darizandin.”