BI DÎMEN

Yaylali: Bi Roboskî dest bi modela Srî Lankayê kirin!

Aktîvîst Yaylali bibîr xist, ku nîqaşên li ser modela Srî Lankayê di dawiya sala 2007'an de dest pê kirin û got, "Abdullah Gul Srî Lanka pîroz kir. Di sala 2009'an de jî nivîskaran dest bi nîqaşkirina vê modelê kirin."

Aktîvîstê Aştiyê Yannîs Vasîlîs Yaylali piştî komkujiya Roboskî li gundê Roboskî bi cih bû û ji bo malbatên zarokên wan hatin kuştin, têkoşîna edaletê dimeşîne. Yaylali li ser xebatên xwe, têkoşîna ji bo edaletê û rewşa Roboskiyan ji ANF'ê re axivî.

'EM JI BO EDALETÊ TÊDIKOŞIN'

Yannîs Vasîlîs Yaylali da xuyakirin, ku nêzî pênc sal in ew tevî malbatên Roboskî dijî û biryara bicihbûna li gund, piştî Meşa Aştiyê ya 1'ê Îlona 2012'an a ji Roboskî heta Enqereyê, daye.

Yaylali diyar kir, tevî aktîvîsta aştiyê Meral Geylanî ku ew jî li gundê Roboskî bi cih bûye, ji bo eşkerebûna kiryaran û darizandina wan, ew tevî malbatan têkoşîna edaletê dimeşînin.

'EZ DI SALÊN 90'Î DE LI VAN ÇIYAYAN LEŞKER BÛM'

Yaylali anî ziman, bicihbûna wan a li gund zehmet nebû, ji ber ku malbatan ew bi germî pêşwazî kirin. Yaylali got, "Êşeke wijdanî jî hebû ku berê di dilê min de bû. Di salên 90'î de ez li van çiyayan leşker bûm. Ez jî tevlî wê pêvajoya şerê qirêj a wan salan bûm. Em jî tevlî şewitandina û valakirina gelek gundan û bi darê zorê cerdevankirina mirovan bûn. Ya rast ev yek sûcê şer e. Ez hem şahid hem jî sûcdarê şer ê wê demê me. Ez dîl hatim girtin û bi vî rengî min dest bi dayîna hesabê salên 90'î kir. Piştî ku dîl hatim girtin, bi qasî 2 salan di destê gerîlayên PKK'ê de mam. Piştî ku hatmi, min jiyana xwe weke aktîvîstekî aştiyê dewam kir. Dûre min biryar da li vir bidomînim."

'ME DIGOT WÊ ROBOSKÎ BIBE YA DAWÎ'

Yaylali anî ziman, dema biryara bicihbûna li gundê Roboskî kete rojevê, wî ev yek ji aliyê wijdanî ve weke firsendeke hesabdayînê dît û got, "Bêguman min piştgirî dida gelê Kurd û bi vî rengî têdikoşiyam. Ji ber pêkanînên xwe yên salên 90'î min xwe deyndar didît. Min çi dikir jî dilê min rehet nedibû. Li vê derê, mîna ya salên 90'î komkujiyeke din hate kirin. Kiryar, mîna salên wê demê dîsa dewlet bû. Ji ber tecrûbeyên xwe yên berê, min zanîbû ku bûyera li vir qewimiye komkujî ye. Zêde derfet nebû ku mirov bûyerên di salên 90'î de ragihandibûna. Me baweriya xwe pê anîn, ku eger em kokujiya li vê derê nîşanî cîhanê bidin û hesab bipirsin, dibe ku Roboskî bibe ya dawî. Ji ber vê yekê, tevî astengiyên dewletê jî me biryar dan têbikoşin."

Yannîs Vasîlîs Yaylali da xuyakirin, ku wan gelek caran hişyarî dane dewletê û gotin, "Eger hûn ji vê komkujiyê ne berpirsyar bin, para we tê de tinebe, pêşî li têkoşîna me ya edaletê vekin. Li şûna rawestandina me, ji bo dîtina kiryarên komkujiya Roboskî seferber bibin. Car carna hikûmeta AKP'ê xwest bi malbatên Roboskî re rûnê. Lê belê desthilatdariyê çareseriyek peyda nekir. Her tim bi awayekî xwest bûyerê binixumîne."

'DI MIJARA TRAVMAYÊ DE DIVÊ XEBAT BÊ MEŞANDIN'

Yaylali anî ziman, ku ji wan hebû ev komkujî wê bibe ya dawî, lê nebû û got, "Hema bêjin her roj li Kurdistanê komkujiyeke nû ya Roboskî rû dide. Şerê qirêj ê salên 90'î ji her alî ve bandor li Roboskiyan kir. Ev gund ji sê gundan pêk tê. Lewma haya xwe ji komkujiya li wan hatiye kirin, hene. Baş dizanin ku ev yek ne qeza ye. Ji ber ku bi têkiliya navbera sedem û encamê dizanin, dikarin bi hêsanî travmayê ji ser xwe bavêjin. Lazim e li vê derê di mijara travmayê de xebatek bê meşandin. Karekî bi vî rengî nehat kirin. Car carna komeleyên psîkiyatrî hatin, lê di nava demeke kurt de rapor amade kirin û vegeriyan."

'RAYA GIŞTÎ QEBÛL KIR KU KOMKUJÎ BÛYE'

Aktîvîstê Aştiyê Yaylali da zanîn, li Roboskî piştî demeke dirêj, yekemcar di hilbijartina 7'ê Hezîranê de piştî ku HDP ji bendê derbas bû, dengê daholê hate bihîstin û got, "Piştî ku encamên hilbijartinê hatin eşkerekirin, yekemcar hingî dengê daholê li gund hat bihîstin. Malbatan biryar dan û serketina 7'ê Hezîranê bi hev re pîroz kirin. Mirovan dest bi lixwekirina kincên xwe yên rengîn kirin. Hê bêhtir giranî dan ser têkoşînê. Ev yek encama têkoşîna bi salan bû. Her kesî êdî fêhm kiribû, ku edalet nebe, şîn jî nabe. Haya malbatan ji vê hebû. Lewma hemû hewldanên wan di vî warî de bûn. Dibe ku ji aliyê hiqûqî ve tiştek bi dest neketibe, lê di nava raya giştî de êdî her kesî qebûl kir ku li vir komkujî bûye."

'EGER KIRYAR HATIBÛNA EŞKEREKIRIN, WÊ GELEK TIŞT BIGUHERIYA'

Yaylali got, "Eger dewletê kiryar eşkere bikira û derxistibûya pêşberî dadgeriyê, wê gelek tişt bihatina guhertin" û wiha dewam kir: "Ne tenê ji bo Roboskî ya jî gelê Kurd, wê ji bo Tirkiyeyê gelek tişt biguheriya. Tirs û fikarên 'gelo em careke din ketin nava pêvajoya komkujiyan?' li me peyda bûn. Ji ber ku her komkujiyek komkujiya beriya xwe bibîr tîne. Eger kiryar derxistibûna pêşberî dadgeriyê, wê gelek tişt li vî welatî bihata guhertin. Li vî welatî, nîqaşa li ser modela Srî Lankayê di dawiya sala 2007'an de dest pê kir. Abdullah Gul Srî Lanka pîroz kir. Di sala 2009'an de jî nivîskaran dest bi nîqaşkirina vê modelê kirin. Wan ti carî ev model ji bîr nekirin. Starta modela Srî Lankayê li Roboskî hate dayîn. Ji xwe bûyerên piştî Roboskî qewimîn ji aliyê me hemûyan ve tê zanîn."

'EM JI VÊ DERÊ DEST BI LÊGERÎNA LI EDALETÊ BIKIN'

Yaylali di salvegera pêncemîn a Komkujiya Roboskî de bang li hemû aktîvîstan kir û got, "Em ji vê derê dest bi lêgerîna li edaletê bikin. Roboskî ne cihekî li derveyî vî welatî ye. Em lêgerîna xwe ya li aştî û edaletê ji vê derê bidin destpêkirin."