Yanliç: Hêj jî ji bo Heskîfê ne dereng e

Yanliç diyar kir ku hikûmet bi polîtîkaya bendavan dixwaze, dîroka Kurdan ji holê rake û bi hezaran welatî ji cih û warê wan bide koç kirin. Yanlıç destnîşan kir ku divê Heskîf tim di rojevê de be û got, ji bo Geliyê Dîcleyê û Heskîfê hîn jî ne dereng e.

Li navçeya Heskîfê ya xwedî dîrokeke 12 hezar salî ye, ji bo Bendava Ilisûyê rûxandin didome. Şûnwarê dirokî û çandî Heskif ku heta 12 hezar sal berê şopa mirovan û jiyanê lê xuya dibe, di sala dawî de rastî taxrîbatên mezin hat. Warê ku navenda turîzmê ye û zêde bala turîstên biyanî dikişîne, îsal ji ber înşaeta lê hat kirin, zinar û şikeftên dîrokî bi dînamîtan hatin hilweşandin û xerakirin reng û ruyê xwe yê dîrokî winda kir. Dîsa gelek berhemên dîrokî yên wekî tirb, mizgeft û dêr ji cihê wan hatin rakirin û guheztin cihekî din. Warê dîrokî ku sal bi sal di bin avê de dimîne, herî zêde îsal (2019) rûyê wê hat guhertin û talan bû. Her çend ev warê dîrokî û çandî ji aliyê UNESCO ve bê parastin jî heta niha UNESCO li hemberî vê talankirin û wêrankirinê dengê xwe dernexistiye. Bi hinceta hikûmetê serî li Mîrateya Cîhanê nedaye nehat parastin. Bi îhaleyên mezin warên dîrokî ji cihê wan rakirin û birin cihên din.

Di nava salekê de cihê Mizgefta Eyyûbî, Hemama Artuklu, Turbeya Zeynelbey, Zeviya Mele Abdullah, Deriyê dîroki yê Romayê û gelek herhemên din ji cih û warên wan rakirin. Pişti ku ev warên dîrokî ji cihê wan hatin rakirin nayê zanîn ku van berheman çiqas zerar dîtiye. Serkeleha Heskifê jî bi betonê winda dikin. Bi diwarê li dora wê tê lêkirin di bin betonê de tê veşartin. Bi vê talankirin û wêrankirinê re 123 cureyên sewal û zindiyên li Geliyê Dîcle dijîn dê tev tune bibin.

‘BÎRA KURDAN JI HOLÊ RADIKE’

Ekolojîst Guner Yanliç da zanîn ku hêj jî ji bo Heskîfê ne dereng e û wiha axivî: “Bi bendava Ilisûyê dixwazin bîra Kurdan ji holê rake û bi hezaran welatî ji cih û warê wan bide koç kirin. Dewlet bi awayek polîtîk nêzî xweza, çand, wêje û dîroka Kurdan dibe û dixwaze dîrokê ji mejiyê Kurdan bide reş kirin. Polîtîkayên hikûmetê yên li dijî xwezaya Kurdistanê hemû bi hevre girêdayi ne. Dema ku mirov mijara Heskîfê binirxîne bê pirojeya li ser Çemê Hola nabe.

Dewlet bi yek şeklî û hemwext êrîşî li ser xwezaya Kurdistanê dike. Bi bendava Farqînê Geliyê Godernê, bi bendava Êlihê Çemê Hola û bi bendava Ataturk Newala Çorê dibin avê de dimîne û ev piroje hemxwet hatin destpêkirin. Bi van pirojeyan dixwazin têkiliya civakê bi xwezayê re qut bikin.”

‘LI GEL CIHÊN JIYANÊ BI HEZARAN ZINDÎ BIN AV BIBIN’

Yanliç anî ziman ku li gel cihên jiyanê bi hezaran cureyên zindiyan jî bin av dibe û wiha pê de çû: “Li dergoşa mirovahiyê ne tenê wargehê jiyanê, bi hezaran zindî noqî avê dibîn. Ev polîtîkaya hikûmetê li dijî xweza, jin, civak û tevahiya zindiyan e. Heskif di milê cureyên zindiyan de cihekî bêhempa ye. Heskif ji bo dîrok û pêşeroja mirovahiyê gelek girîng e. Ji ber bendavê bi hezaran mirov ji cih û warê xwe koç dibin. Wê wan ji diroka wan qut bikin. Ev yek dê bi xwe re xizanî û binpêkirina mafan bîne. Dîsa wê bandora ava vexawirnê li ser Bexde û Misûlê bike. Çandiniya Iraqê jî wê têkeve bin metirsiyekî mezin.”

Yanliç destnîşan kir ku divê Heskîf tim di rojevê de be û got: "Lê belê divê tu kes nebêje 'her tişt qediyaye'. Ji bo Geliyê Dîcleyê û Heskîfê hîn jî ne dereng e."