Yagiz: Çi dibe bila bibe serketin a me ye!

Nasir Yagiz ku di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye got: "Çi dibe bila bibe serketin a me ye. Hêvî û bawerî bila mezin be, vîna me xurt be, em ê bi hev re vê tecrîdê bişkînin. Em ê bi Rêber Apo re azad bijîn."

Nasir Yagiz ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 20'ê Mijdara 2018'an ve 101 roj in di greva birçîbûnê de ye. Rewşa wî ya tenduristiyê giran e.

Li Nûnertiya HDP'ê ya Hewlêrê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 101 roj in greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger berdewam dike. Grev îro ji aliyê koma 51'emîn ve hate dewirgirtin. Her wiha rojane welatî û nûnerên partî û rêxistina cuda serdana çalakgeran dikin.

Yagiz di roja 101'ê ya berxwedanê de ev peyam da:

"Moral û coşa me kêm nebûye, hîn xurtir bûye. Di warê tenduristî de roj bi roj giran dibe. Çi dibe bila bibe ti pirsgirêk ne yên tenduristî û ne yên din nikare me ji hedefa ku me danî ber xwe dûr bigire. Divê berxwedana gel a ji bo şikandina tecrîdê her roj xurtir bibe.

Çawa ku Pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê yên li zindanan li ber xwe dan û em gihandin vê rojê, em  soz didin gelê xwe ev bihar wê bibe bihareke pir xweş. Ev bihar wê bibe bihara me ya serketinê. Wê bibe bihara azadiya Rêbertiya me.

Çi dibe bila bibe divê gelê me 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, 21'ê Adarê Roja Vejîna Kurdan Newrozê bi coş pîroz bikin. Tecrîdê wê bi coş û têkoşîna gel bê şikandin.

Gelê me divê li ser vê bingehê rabe ser xwe, ji ber ku berxwedêrên îro li zindanê rewşa wan pir giran dibe. Rêveberiyên girtîgehan zext û êşkenceyek mezin li girtiyan dikin. Em bibin dengê wan ên li girtîgehan û pêşî li mirinê bigirin.

Çi dibe bila bibe serketin a me ye. Hêvî û bawerî bila mezin be, vîna me xurt be, em ê bi hev re vê tecrîdê bişkînin. Em ê bi Rêber Apo re azad bijîn."

Yagiz 26'ê Sibatê di roja 98'an de ji ber giranbûna rewşa wî ya tenduristiyê rakiribûn Nexweşxaneya Par, piştî kontrolên doktoran Yagiz tedawî red kir û berxwedana xwe dewam kir.

Her wiha berê jî 1'ê Çileya 2019'an jî ji ber rewşa giranbûnê Yagiz di roja 73'an de rakiribûn nexweşxaneyê. Lê piştî kontrolên doktoran Yagiz bi biryardarî çalakiya xwe domandibû.

MEXMÛR

Greva birçîbûnê ya ku li Wargeha Penabaran a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 75'yan de ji aliyê koma 26'emîn ve hate dewirgirtin. 

Çalakiya Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fedîle Tok a 20'ê Çileyê dest bi greva bêdawî û bêdorveger kiribû jî di roja 41’an de bi biryardarî dewam dike.

Rojane serdanên ji bo çalakvan û her wiha bi nirxandinên li ser tecrîd û berxwedana gel qada çalakiyê vala namîne. Dîsa di nava çalakvanan de pêşbirkên zanistî û metelokan jî tê kirin û coşek mezintir dide çalakvanan.

Her wiha Fedîle Tok a di greva bêdawî û bêdorveger de ye di warê tenduristî de her çendî heta astengiyên zêde derneketibe pêş jî, lê di warê tansyonê de car bi car pirsgirêk derdikeve. Dîsa Tok anî ziman ku moral û hêza wan pir xurt e û bi biryar in ku wê tecrîdê bişkîne. 

SILÊMANÎ

Çalakiya greva birçîbûnê ya Silêmanî ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi armanca piştgiriya Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li avahiya Komeleya Karkerên Mezopotamyayê 14'ê Kanûna 2018'an hatibû destpêkirin di roja 78'an de ye. Çalakî ji aliyê koma 40'î ve dewam dike. Çalakvan her yek ji parçeyekî Kurdistanê ne diyar kirin ku ew ê tecrîdê bişkînin.

Di 23'ê Sibatê de endezyarê bi navê Herêm Mehmûd ku xelkê navçeya Kelarê ye, li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbunê ya bêdawî û bêdorveger kiribû. Çalakiya Herêm Mehmûd di roja 7’an de dewam dike.

Mamosta Cuma Kerîm jî 24’ê Sibatê ji bo piştevaniya bi grevên birçîbûnê û şikandina tecrîda li ser Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya hefteyekê kiribû di roja 6’an de dewam dike.

Mamoste Serdar Melîhe jî ragihand ku bi armanca piştevanî û şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 25'ê Sibatê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya hefteyekê kir. Çalakiya Melîhe jî di roja 5'an de ye.