'Ya bi ser ket, vîna xwerêveberiyê ye'
Fermandarê YPS'ê Şiyar Botan, yekemîn salvegera damezrandina YPS'ê pîroz kir û berxwedana xwerêveberiyê ya li bajarên Kurdan nirxand.
Fermandarê YPS'ê Şiyar Botan, yekemîn salvegera damezrandina YPS'ê pîroz kir û berxwedana xwerêveberiyê ya li bajarên Kurdan nirxand.
Dewleta Tirk, paralelî êrîşên hewayî yên 24'ê Tîrmeha 2015'an ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, ji Tebaxa 2015'an û pê ve êrîşî 'Xwerêveberiya Demokratîk' a gelê Kurd kir. Di serî de ciwanên Kurd ên YPS'yî, ji 7 heta 70 salî mirovên Kurd bi berxwedanê li ber van êrîşên dewleta Tirk rabûn. Di vê berxwedanê de, ku bi mehan dewam kir, bi sedan sivîl ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin kuştin. Li pêşberî berxwedana xwerêveberiyê ya gelê Kurd, gelek kuştiyên dewleta Tirk çêbûn. Dewleta Tirk bi hejmareke zêde ya leşker û polîsan û bi çek û teknîka giran, bajarên Kurdistan veguherand xirbe. Rewşa li van bajarên berxwedanê ne kêmî Duyemîn Şerê Cîhanê bû.
Yek ji Fermandarên Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) Şiyar Botan, di salvegera yekemîn a damezrandina YPS'ê de ji ajansa me re axivî û diyar kir, armanc ji êrîşên hovane yên dewleta Tirk, tinekirina gelê Kurd bû. Botan destnîşan kir, ku li gelemperiya bajarên 'xwerêveberiya demokratîk' bi taybetî li Şirnexê, berxwedaneke gelekî mezin li dijî van êrîşan hat kirin.
'YA KU LI CIZÎRÊ BI SER KET, VÎNA XWERÊVEBERIYÊ YE'
Fermandar Şiyar Botan destnîşan kir, mafê her gel û civakê ye ku xwe bi rê ve bibe û biparêze. Li ser ragihandina xwerêveberiyê Botan got, "Dewleta Tirk bi salan polîtîkaya zilm, mêtîngerî û zordariyê li ser gelê Kurd ferz kir. Gelê me dixwest êdî pêşî li van polîtîkayan bigire, xwerêveberiya xwe ava bike û xwe bi xwe bi rê ve bibe. Li ser vê bingehê, rêveberiya xwe ragihand. Bi ragihandina xwerêveberiyê re êrîşên dewleta Tirk a faşîst, zêde bûn. Dewleta Tirk bi rengekî hovane êrîşî xwerêveberiyan, bi taybetî êrîşî Gimgim, Sûr û Cizîrê kir. Li dijî gelê me, ku dixwest xwe biparêze, li jêrzemînên Cizîrê êrîşên gelekî giran kir, zêdeyî 200 mirovên me bi saxî şewitand. Ev rêbaza êrîşê ne kêmî ya Mûssollînî û Hîtler bû. Ev hovîtiya xwe jî bi navê serketinê ji raya giştî re ragihand. Bi vî awayî xwest, tirsê bixe nava dilê tevahiya gelên Tirkiyeyê. Gelê me yê Helebçe, Zîlan û Dersîm ji bîr nekiriye, ev hovîtî jî ji bîr nekir û wê ji bîr neke. Her çend bi rengekî hovane êrîşî Cizîrê kir jî, ya ku li Cizîrê bi ser ket, vîna xwerêveberiyê ye. AKP têk çûye."
SENDROMA NISÊBÎNÊ YA DEWLETA TIRK
Botan diyar kir, piştî Cizîrê dewleta Tirk bi heman şîdetê êrîşî bajarên din ên Kurdistanê bi taybetî êrîşî Sûrê kir. Botan destnîşan kir, ku Nisêbîn bi taybetî ji bo dewleta Tirk veguheriye sendromekê û got, "Dewleta Tirk dor li bajarekî (Sûr) girt û xwest, gelê tê de ye bi temamî bikuje. Ji bo vê jî hemû derfetên xwe, tank, top bi kar anî û xwest vê vînê têk bibe. Li dijî van êrîşan Sêvê, Fatma, Mehmet Tûnç, Axîn, Pakîze, Çiyager, Çeko û hevrêyên wan serî netewandin, teslîm nebûn û bi mezinî li ber xwe dan. Sekna van lehengan ji bo her kesî bû mînak. Li Nisêbînê jî bi heman rengî berxwedaneke mezin derket holê. Bi berxwedana ji ya salên 90'î gelekî xurtir, li Nisêbînê bi rêveberiya hevalê Xebatkar berxwedan û ruhekî canbexşane afirî. Artêşa Tirk bi tank, top û hemû derfetên xwe yên teknîkî êrîş kir, lê bi gavekê jî nekarîn ciwanan vegerînin. Nisêbîn êdî ji bo dewleta Tirk bû kabûs û sendromek."
'PITIKA SÊ MEHÎ KUŞTIN'
Ji Fermandarên YPS'ê Şiyar Botan da zanîn, ku ji ber hovîtiya dewleta Tirk berxwedana çekdarî ya YPS'ê û gelê Kurd zêde bûye û wiha dewam kir: "Berxwedana xwerêveberiyê di destpêkê de li ber bendan, li ber xendekan dest pê kir. Piştî ku êrîşên dewleta Tirk zêde bûn, berxwedana ciwanan û gelê me jî mezin bû. Ez bi xwe jî di nava vê berxwedanê de bûm. Ya rast, me nedixwest berxwedana çekdarî rû bide. Lê belê, li dijî êrîşên dihatin kirin em mecbûr man. Piştî ku pitikên me yên sê mehî, mirovên me yên extiyar li pêş çavên me, li nava kolanan, li ber deriyê malan hatin kuştin, vê berxwedanê dest pê kir."
'ŞIRNEXÊ JI KOMUJIYÊN DEWLETA TIRK RE GOT; RAWESTE'
Botan da zanîn, piştî ku dewleta Tirk Haci Lokman Bîrlîk kuşt, li Şirnexê 'berxwedana xwerêveberiyê' dest pê kir û li ser berxwedana Şirnexê ya 82 rojan wiha axivî: "Şirnex cihekî welê ye ku ti carî koledarî û teslîmiyet qebûl nekiriye. Bêguman dijmin jî yekser êrîşî bajarekî bi vî rengî kir. Dewleta AKP'ê piştî Sûr û Cizîrê êrîşî Şirnexê kir. Ciwanê welatparêz ê ji Şirnexê Haci Lokman Bîrlîk kuşt, li pişt panzerê e girê da û bi erdê re kişand. Bêguman ciwanên Şirnexê û gelê Kurd ev qebûl nekirin. Li dijî van êrîşên hovane yên dewleta Tirk, li taxek du taxan bend hat danîn, xendek hatin kolandin û xwestin pêşî li komkujiyên artêşa Tirk bigirin. Yanî ji dewletê re ev hat gotin, 'eger tu bi vî rengî bi hovane êrîş bike, ez ê jî li dijî te li ber xwe bidim'. Û destûr nehat dayîn ku dijmin bikeve nava taxan. Berxwedana Şirnexê ya 82 rojan bi vî rengî roj bi roj mezin bû û li gelemperiya Şirnexê belav bû. Û çeteyên AKP/Qesrê her roj derb xwarin û gelek kuştiyên wan çêbûn."
'ARTÊŞA TIRK KET NAVA PSÎKOLOJIYA TIRSÊ'
Şiyar Botan ragihand, li pêşberî berxwedana ciwanên Şirnexê artêşa Tirk gelek kuştî da û ket nava psîkolojiya tirsê. Botan di dewama axaftina xwe de çend mîna ji berxwedêriya leheng a Şirnexê da: "Bi taybetî berxwedana hevalên Mûrad, Xwînda, Hîzan, Gever û Zeryan bandor li Şirnexê kir. Bi taybetî vîna hevalê Mûrad têra têkbirina hemû êrîşên dijmin dikir. Dijmin ti carî çepera hevalê Mûrad lê bû, nekarî bixe. Berxwedana wî nedihişt ku dijmin xwe bilivîne. Heta ku maşîna zirxî ya bi tîpa kobra gule reşand û dema hewl da hevalekî birîndar rizgar bike, şehîd bû. Her kêliya 82 rojan, tijî lehengiyên mezin e."
'GELÊ ME WÊ SERÎ NETEWÎNE'
Ji Fermandarên YPS'ê Şiyar Botan da xuyakirin, ku bi destpêkirina êrîşên topyekûn ên artêşa Tirk a dagirker re, ciwanên Kurd bi ruhê seferberiyê tevlî berxwedana Şirnexê bûn û herî dawî got, "Ciwanên Kurd ji gelek deverên Kurdstanê hatin Şirnexê û cihê xwe di nava berxwedanê de girtin. Di vê berxwedanê de gelek leheng derketin holê. Em ê vê berxwedanê û van lehengiyan ti carî ji bîr nekin. Em ê tekoşîna wan mezin bikin. Û gelê me wê van lehengên ev destana berxwedanê nivîsandine ji bîr neke Wê bide ser şpa wan. Wê serî li ber dijmin netewîne. Di serî de hevalên me yên di berxwedana bajaran de şehîd bûn, hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî bibîr tînim. Di vê çarçoveyê de salvegera yekemîn a damezrandina YPS'ê pîroz dikim."