Xwişk û birayên Encu yên bi şînê mezin bûn

Komkujiya Roboskî ya 28'ê Kanûna 2011'an ku beriya neh salan pêk hat, bandoreke giran li jiyana xwişk û birayên Cansel û Mûammer Encu kir, ku kekê wan Mûhammed lê hatibû kuştin.

Dema ku Komkujiya Roboskî pêk hat, li çar parçeyên Kurdistanê şîna neteweyî hatibû ragihandin. Lê belê êşa herî giran a vê komkujiyê ketibû dilê şêniyên Roboskî.

Xizmên qurbaniyên komkujiyê ketin nava travmayeke giran. Li nava Kurdistaniyan bi taybetî jî li nava şêniyên Roboskî tevî ku 9 sal di ser re derbas bûne jî hîn jî şopa komkujiyê heye. Piştî komkujiya ku di 28'ê Kanûna 2011'an de pêk hat, ji bo xizmên qurbaniyan êdî dem bûbû du parçe: Beriya komkujiyê û piştî komkujiyê. Yên ku sala 2011'an hîn zarok bûn îro bûne ciwan. Du ji wan jî Cansel û Mûammer Encu ne ku xwişk û birayên hev in. Dema ku kekê wan Mûhammed hate qetilkirin Cansel 10 salî bû, Mûammer jî 12 salî bû. Beriya kekê wan, di sala 2003'an de xwişka wan jî ji ber qezayekê jiyana xwe ji dest dabûn.

KOMKUJIYÊ BANDOR LI TEVAHIYA JIYANA WAN KIR

Ne tenê kekê wan, her wiha hevalên wan ên zarokatiyê, pismamên wan, xizmên wan jî di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan. Dibêjin ku bûyerê bandor li her qada jiyanê kiriye, bandoreke giran li wan kiriye. Xwişk û birayên Encu bi taybetî dibêjin ku beriya komkujiyê ew li dibistanê serketî bûn, lê piştre dersên wan nebaş bûne.

'WÊ DEMÊ ZAROK BÛM'

Mûammer di şeva komkujiyê de li malê ji xwe re dilîst. Ji ber ku wê demê hîn zarok bû, ji dengê balafiran û bombeyan gelekî tirsiya. Hewl dide vebêje ku ew êdî mezin bûye, tirs jî di şeva 28'ê Kanûna 2011'an de hiştiye.

Li gel vê yekê dibêje ku ji aliyê psîkolojîk ve gelek pirsgirêkên cidî jiya ye û wiha dewam dike; "Di wê şevê de ji bo tiştek bi serê kekê min neyê, ji bilî duakirinê tiştek ji destê min nedihat."

Dema ku dayika wî ji herêma sînor a ku komkujî lê bû vegeriya malê û ew hembêz kir, hingî fêhm kir ku kekê wî hatiye kuştin. Mûammer ê 12 salî hîn di wî temenê xwe yê zarokatiyê de mîna zarokên din ên Roboskiyê komkujî û mirin dîtibû. Mîna zarokên Kurdan hemûyan.

'TIMÎ LI KEKÊ XWE DIFIKIRIM'

Mûammer diyar dike ku wî û kekê wî gelekî ji hev hez dikirin, piştî ku kekê wî jiyana xwe ji dest da, vê yekê bandoreke neyînî li dibistana wî jî kir û got, "Ji ber ku kekê min timî di bîra min de bû li dibistanê neserketî bûm. Bi zorê min lîse qedand. Piştre jî min nexwest biçim dibistanê."

Mûammer ku berê xeyala zanîngehê dikir, ji ber bandora komkujiyê nekarî di ezmûnê de bi ser bikeve. Her ku mezin bû êşa kekê wî zêdetir bû. Hêrsa wî jî mezintir bû. Mûammer destnîşan dike ku çi dibe bila bibe wê dest ji têkoşîna ji bo edaletê bernede û bikin ku kujer bên darizandin.

'EZ Ê BIBIM HIQÛQNAS Û HESAB BIPIRSIM'

Cansel jî di dema komkujiyê de 9 salî bû. 2 mehan nexwestibû bi ti awayî biçe dibistanê. Ji ber ku kekê wê yê di komkujiyê de hate kuştin, ew dibir dibistanê. Dema ku dibêje "Min hefret ji dibistanê kir" hêrsa wê demê di çavên wê de xuya dike. Dibêje, "Dema ku ew şev tê bîra min, hêrs dikeve dilê min."

Cansel piştî demekê xwest bibe parêzer. Weke parêzera doza Roboskî armanc danî ber xwe ku hesab ji kiryaran bipirse. Lê li aliyê din jî ji ber ku Kurd e, fikirî ku heman tişt wê serê wan. Piştî ku Dadgeha Destûra Bingehîn dosya komkujiya Roboskî ji ûsilê red kir, Cansel careke din xwendin xiste serê xwe ku bibe hiqûqnas.

'BILA SÛCDAR BÊN CEZAKIRIN'

Cansel dibêje ku yekane daxwaza wê ew e ku ev doz bi encam bibe û sûcdar bên cezakirin.

Mîna ciwanên din ên Roboskî şopa komkujiyê hîn jî li ser Cansel û Mûammer in. Ev ciwan jî bûne parçeyek ji têkoşîna edaletê ya malbatên xwe ku 9 sal in dewam dike.

Sibe: Şîna bêdawî ya malbatên Roboskî û têkoşîna wan a ji bo edaletê