Xwezaya Kurdistanê di nava berxwedaneke mezin de ye

Çawa ku gerîlayên Kurdistanê di nava berxwedaneke mezin de ne, xwezaya Kurdistanê jî di nava êgir de li dijî qirkeran şerekî dîrokî dike. Lewma li Kurdistanê berxwedan tê wateya jiyanê.

Ev nêzîkê sê meh in êrîşên herî dijwar ji aliyê dewleta Tirk ve li ser çiyayên Kurdistanê û gelê Kurd tê meşandin. Beramberî van êrîşan gerîlayên HPG û YJA Starê li ber her kevir û zinarekî, di bin siya her dar û şikêrekî de şerekî navûdeng dimeşînin.

Êrîşên ku bi arteş, çete û teknîkên herî modern yê dewleta Tirk ve tên pêşxistin li hemberî îrade û baweriya gerîlayên azadiyê ketiye nav neçariyeke mezin. Ji ber vê yekê dewleta Tirk hêrsa xwe ji xweza, daristan ango ji her zindiyekî vê axê derdixe.  

JI BO PARASTINA VÊ AXÊ GIYANÊN XWE FEDA DIKIN Û JIYANÊ DIAFIRÎNIN

Rêwîtiyên dirêj a gerîlayan bêrawestan berdewam dike. Her ku berbanga sibehî de tîrêjên rojê xwe dide vê axê, wê çaxê dibînin ku hemû xweşikbûnên vê gerdûnê li çiyayên Kurdistanê de xwe pêşî me dike. Bêguman bi keç û xortên xwe yên wêrek ve bedewiya çiyayên Kurdistanê zêdetir dibe. Bi qasî bedewbûna van çiyayan, xwedî xweşikbûn û dilekî wêrek e her gerîlayek. Çiya û rêwiyên ku di nav de dijîn, xwedî hêzeke wiha ne ku, her kesê ku lê temaşe dike, dibe heyrana wan. Gerîla; li ser her girekî, kevir û zinarên mezin de, qelîştokên kûr de şerekî mezin dide, ew deverên ku her kêlî dengê guleyan, teqemeniyan, bêhna gazên jehrî lê tê, bi mirovên ku her kêlî giyanên xwe feda dikin ve dibe qadê ku jiyan têda diafire.

ŞOPÊN BERXWEDAN Û ŞERÊ DÎROKÎ

Dema ji şîvereyên ku şopên gerîla xuya dike de dimeşin, li ser her kevirekî de şopên guleyan, di her bihustekî de darên şewitî  û xweliyên ku berbayê difûre dibînin. Wekî ku asîmanên şîn di vê kela germa havînê de êşên pir mezin dijî û dilê xwe parve dike bi rêwiyên xwe re. Dar û ajalên ku di hembêza vê xwezayê de xwe naskirin, parastin û hebûna xwe domandin cardin mirovên herî dilpak, jixwebawer di warê zayîna xwe de nas kirin. Ew jî keç û xortên gelê Kurd in, neviyên Şêx Seîdan, Seyîd Riza û Rindê Xan in. Çawa ku ji bo Rindê Xan, ax hebûn bû, rûmet bû îro jî jinên Kurd di şopa Rindê Xanan de ji bo parastina nirxên xwe, axên xwe şerekî rûmetê dimeşînin. Di vê şerê de çiya û çalakvanên dil pola bi hev re dibin heval.

LI NAVENDA DÎROKA MIROVAHIYÊ ŞERÊ HEBÛNÊ

Dema ku gav bi gav şiverêyên dirêj derbas dikin ew xweliyên ku ji bermahiya agirê sotîner mayî dikeve heta hinavên mirov. Janeke dijwar di dil de çêdibe. Axên pîroz ku bûye çavkaniya pêşketina mirovahiyê û bihûşta li ser rûyê erdê, di nava agirekî dijwar de dişewite, pêtên wî bilind dibe. Kulîlkên bedew di nava vî agirê de bûn xwelî û tevlî bayên herikbar bûn, darên ku bi salan rehên xwe berdabûn nava axên welêt de bûn xwelî û çirûskê wan şewata dilê gerîlayan mezintir kir. Lewra li her bihustekî vê axê destan hatine nivîsandin. Di her barîna baranê de bêhna dîroka berxwedanê bilind dibe heta digihîje hemû cîhanê. Kenên çiyayî li ser her zinarekî de di bêhna her kulîlkekî de, di baskên teyrêbazan de, di hembêza van çiyayan de digere ango zindî ye. Ji ber vê ye ku dewleta Tirk û artêşa wî ne tenê li hember PKK’ê ango gerîlayên Kurdistanê şer dike, di rastiyê de pergaleke wiha ye ku dijminê her zindiyekî ye. Xweza, dar, av, ajal û hemû zindiyên vê axê ji ber ku şopa dîroka mirovahiyê ve tijiye, dibin hedefa êrişan

GERÎLA Û XWEZAYA KURDISTANÊ BI HEV RE SOZA TOLHILDANÊ DANE

Çiyayên Kurdistanê, Zap, Metîna, Avaşîn, Besta û Licê her roj dişewite. Erd û ezman di nîva agir de ye  Gerîlayên ku çiyayên bilind ji xwe re kirine wargeha jiyanê û azadiyê, di her şîvereyekê de careke din soza tolhildanê didin. Ev şerekî berxwedanê ye. Ne tenê gerîla, xwezaya Kurdistanê jî di nava berxwedaneke mezin de ye. Çem û rûbarên welêt, Avaşîn, Basya, Xabur, Dîcle pêl bi pêl coş dibe. Tîrêjên rojê her çi dibe bibe li hember zaliman careke din xwe digihîne dilê gerîlayan lewra ew ê tola vê axê ji dagirkeran bipirsin.

Gelê Kurd her tim li dora agirê berxwedanê wek xelekekî bûne yek û xwe ji xweliya vî agirî ji nû ve afirandine. Çawa ku gerîlayên Kurdistanê di nava berxwedanê de ne, xwezaya Kurdistanê jî di nava agir de li hember qirkeran di nava şerekî dîrokî de ye. Ji ber vê yekê li Kurdistanê wateya jiyanê berxwedan e.