‘Xwezaya Dersimê dişewite; bêdeng nemînin!’

Rêxistinên Dersim û xwezayê, li dijî şewata ku dewletê li Dersimê derxistin banga piştgiriyê kirin.Rêxistina bang li dewletê kir ku “Opersyonan bidin rawestandin”.

Rêxistinên Dersim û xwezayê, têkildarî şewata ku dewleta Tirk bi zanabûn derxistiye îro daxuyaniyek hevpar dan.

Daxuyanî bi van gotina destpê kir: “Carekî din bi destpêkirina operasyonên leşkerî ve li gelek nuqteyan hemwext agir hatin berdana daristanên me.” Daxuyanî wiha dom kir: “Weke berê hêzên dewleta Tirk rê nadin Dersimî biçin şewata daristanên xwe vemirînin. Erdnîgariya Dersimê ya ku bi hinceta ‘ewlekariyê’ bi plan û projeyên HES’an tê texrîbkirin têr nake, di nava demê dawî de şewata ku bi awayekî sîstematîk ji aliyê dewletê ve tê pêkanîn daristanên me bi şewatê tên talankirin û texrîbkirin. Bi destê dewlet û rantxweran Dersim tê tinekirin.”

Di daxuyaniyê de bal hate kişandina ser van xisûsan:

“Bi van şewata Dersim ne tenê ji bo jiyana mirovan ji bo jîngeha lawiran jî di be qadekî ya mirinê, li gel mirina mirovan jî gelek curên şînatiyan jî tine dibin. Di vê çarçoveyê de şewata ku li gundikê Mezra, Taxa Ûzûn Evler ên li pêşberî Girê Meçî û Rabat, Girê Kaymaz, derdora gundê Dere Boyû ya navçeya Pîlemûriye, devera Boydaş, herêma Elî Bogazi yên Xozatê, deverên Saritaş, Dogantaş ên girêdayî navenda navçeya Qislê ya Dersimê, navçeya Pulur û Dep a Xarpêtê ku bi awayekî sîstematîk şewitandina daristanan karesateke pir aliye. Her wiha Gabar û Cûdî ji 7’ê Tebaxê ve dişewite.”

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ku her piştî operasyonan li herêmê daristan tên şewitandin. Qaşo ‘têkoşîna bi terorê’ re didin pêş.

 ‘BILA OPERASYON BÊ RAWESTANDIN’

Di daxuyaniyê de ev daxwaz hatin kirin: “Polîtîkayên aloziyan, texrîbkirina xweza, asîmlasyona netew û bawer û şêweyê siyaseta operasyonan bi leztirîn dem dixwazin dawî lê bînin. Ji şewata daristan, valakirina gundan, çêkirina bendav û HES’an re dibêjin Na û daxwaz dikin ku di van mijaran de Tirkiye piştgiriyê bide.”

ÎMZE

Navê saziyên ku îmze li binê metnê xistine wiha ne:

Desteya Parastina Mûnzûr (DEDEF), Platforma Parastina Ava Perî (KARDEF), Platfroma Komeleyên Rojhilat û Başûrêrojhilat, Komeleya Elewî yên Demokratîk, Koordînasyona Komeleyên Xwecihî yê Demokratîk, Komeleya Xweza ya Mûnzûr, Komeleya Çandê Ya Pîr Sûltan Abdal, Navenda Lêkolînê ya Dersim, Meclîsa Ekolojî a HDK’ê, Meclîsa Ekolojî ya Yeşîl Ofke, Platforma Parastina Geliyê Senoz, Kayder