Xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bênavber dewam dikin

Xwepêşandanên şermezarkirinê li gel êrişên dewleta Îranê jî li dehan bajaran dewam dikin.

Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê jî çalakiyên şermezarkirinê bênavber dewam dikin.

Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ciwanan bi molotof kokteylan saziyên propagandayê yên dewletê şewitandin.

Li Seqizê komek ji ciwanan serdana malbata xwendekar Mîlad Ebadî kir ku hate destgîrkirin û piştgirî da malbata Ebadî.

Li bajarê Ciwanro yê Rojhilatê Kurdistanê dewletê hêzên xwe yên çekdar zêde kir. Li bajêr heta derengiya şevê bi wesayitên zirxî dewriye pêk hat û di serdegirtina malan de bi dehan kes hatin destgîrkirin.    

Li Girtîgeha Keço ya bajarê Kerecê yê nêzî Tehranê, hunermend Îlham Mûrerîsî yê ji Sine dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir.

Li aliyê din li bajarê Kaîmeyê, nivîskarê Kurd Mûjger Kawûsî yê 104 roj in dîlgirtî ye di berdêla 3 milyar tumenî kefaletê de hate berdan.

Di binê çavan de êşkenceyeke hovane li çalakger Mehdî Eşkîzerî hate kirin. Şopên êşkenceyê yên li Eşkîzerî hate kirin, li ser medya dîjîtal hatin parvekirin. Eşkîzerî ku 20 rojan girtî ma, roja Yekşemê jiyana xwe ji dest da.

Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji roja destpêkirina xwepêşandanên şermezarkirinê û vir ve 516 kes hatin qetilkirin, 19 hezar û 204 kes jî hatin destgîrkirin.

3'ê Çileyê Dadgeha Bilind a Îranê têkildarî 2 kesên tevlî xwepêşandanên şermezarkirinê bûn, cezayê darvekirinê erê kir. Her wiha biryar da ku doza têkildarî sê kesan ji nû ve bê nirxandin.

Li gorî daneyên Aktîvîstên Mafên Mirovan (HRANA) di navbera 16'ê Îlonê û 2'ê Çileyê de herî kêm 516 kes hatin qetilkirin ku 70 ji wan di binê 18 salî de bûn. Hate ragihandin ku 19 hezar û 204 kes jî hatin destgîrkirin.

Li gorî HRANA'yê çalakiyên şermezarkirinê li 161 bajaran belav bûn. Li gorî çavkaniyen cuda yên muxalîf ên Îranê, bîlanço girantir e. Li gorî hinekan herî kêm 750 kes hatin qetilkirin. Malpereke înternetê nasnameya 601 kesên hatin qetilkirin eşkere kir.

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (ÎHR) jî diyar kir ku heta 27'ê Kanûnê herî kêm 476 çalakger hatin kuştin ku 64 ji wan zarok, 34 jî jin bûn. Her wiha diyar kir ku rîska darvekirinê li ser 100 çalakgeran heye.

FERMANDARÊ MUXAFIZÊN ŞOREŞÊ HATE KUŞTIN

Li Tehranê roja Sêşemê, Fermandarê Navenda Besîc ku amûreke zordar a paramîlîter a Muxafizên Şoreşê ye Kasim Fethûlayî li ber mala xwe hate kuştin. Li gorî ajansa nûçeyan a Îrnayê, Fethûllahî bi çar fîşekan hate kuştin.

Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî jî di salvegera sêyemîn a kuştina Qasim Silêmanî de diyar kir ku wê tola Silêmanî hilînin.