Xwediyê rastî yê PKK'ê, şehîd in

Bi hezaran şehîdên me bûne havênê jiyana Kurdan a nû. PKK partiya wan e. Rastiya gel ê ji bo azadiyê şer dike, ji aliyê wan ve hatiye afirandin. Ew afirînerên her tiştî ne.

Hevserokê Konseya Rêvebir ê KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir ku armanca sala 40’emîn a PKK’ê ne bi tenê parçeyekî Kurdistanê û gelê Kurdistanê ye û got, “Di sala 40’emîn de yekîtiya têkoşîna demokrasî û azadiyê wê bibe hedefa herî bingehîn a sala 40’emîn a PKK’ê.” Bayik diyar kir ku xwediyên rastîn ên PKK’ê şehîd in û got, “Heke fedakarên demên dijwar nebûna, şehîdên ku li hemberî êrîşên giran berdêlên mezin dan nebûna, a niha ne PKK dima û ne jî têkoşîna azadiyê ya gelan.”

Şoreşa Rojava yek ji destkeftiya herî girîng a gelê Kurd e… Hûn pêvajoya vê şoreşê çawa dinirxînin? Di vir de pêşengiya PKK’ê û rola Ocalan çi ye?

Şoreşa Rojava ji ber têkoşîna gelê Kurd ya bi dehan salan, bi asta rêxistinî di krîza Sûriyeyê de derketiye holê. Şoreşa Rojava di krîza Sûriyeyê de derketibe holê jî a rast ev şoreş di sala 1979’an de, dema ku Rêber Apo derbasî Rojava û Sûriyeyê bû, hatiye destpêkirin. Bi derbasbûna Rêber Apo re li Rojava qedera gelê Kurd û qedera Rojhilata Navîn hatiye guherandin. Rêber Apo dema ku li Sûriye û Rojava maye, ji nêz ve bi gelê Kurd re eleqedar bûye. Di warê çandî, jiyanî, fikrî û rêxistinî de gelê Kurd guherandiye. Şoreşa Rojava di sala 2011’an de pêk hatiye, lê ev şoreş bi salan hatiye avakirin. Heke Kurd li Rojava li dijî êrîşên DAIŞ, El Nûsra û rejîmê li ber xwe dabin û li Kobanê DAIŞ têk biribin, ev tişt ji ber rastiya gel pêk hatiye. Bi hezaran zarokên Rojava beşdarî têkoşîna azadiyê ya li parçeyên din bûne û bi hezaran ji wan şehîd bûne. Li her tax û gundî şehîdên xwe hene. Rojava gelekî wisa ye ku, 30 sal in di nav şer de ye. Dijwarî û êşên şer dizane. Ne bi tenê ji parçeyekî, ji şerê li hemû parçeyan bandorê werdigire û bi vî aliyê xwe bîra xwe ya welatparêzî, rêxistinîbûn û dîrokî bi pêş ve dibe. Dema ku Rêber Apo pêşengiya vî tiştî dike, rastiyeke gel a ji berê cihê derdikeve holê.

Gelê Rojava girêdayî Rêber Apo ye. Bi taybetî jin girêdayî Rêber Apo ne. Bi Rêber Apo re jiyaneke civakî ya nû ava bûye. Di encama vê kedê de gelê Rojava bûye gelekî birêxistinkirî.

Gelo mirov dikare ji rêxistîbûna PKK’ê re bibêje şoreş a ku li Rojava ji sala 1979’an de vir ve afirandiye?

Hemû rêveberên PKK’ê di nav gelê Rojava de beşdarî xebatên perwerdehî û rêxistinkirinê bûne. PKK’ê bi awayî herî bandor li Rojava xwe ji gel re daye naskirin. Hemû komîteyên navendî yên PKK’ê, hemû kadro û hemû fermandarên PKK’ê di nav gelê Rojava de jiyane. Heke îro gelekî girêdayî Rêber Apo bin, ji ber xebatên perwerdehî û rêxistinkirinê ya 30 salan e. Beriya şoreşa 2011’an li Rojava şoreşeke demokratîk, şoreşeke civakî û şoreşeke çandî pêk hatiye. Belkî wekî Bakurê Kurdistanê serhildanên mezin çênebûye û di şertên gelekî dijwar de xebat nehatiye kirin lê bi saya keda Rêber Apo bingehên şoreşa demokrasî, civakî, çandî û neteweyî hatiye avakirin. Ev tişt bûne sedem ku şoreşa 2011’an bi ser bikeve. Heta ku mirov rastiya civakî ya beriya sala 2011’an nebîne û guherînên di nav jin, ciwan, kal û pîran de nebîne, mirov nikare fêm bike bê ka çima şoreşa sala 2011’an bi ser ketiye.

Em dizanin ku dema Ocalan li Sûriyeyê bû têkiliyên wî yên xurt bi gelê Ereb re jî hebû…

Rêber Apo bi gelê Ereb, bi siyasetmedarên Ereb û rewşenbîrên wan re têkiliyên dostaniyê daniye û tu carî bi nêzikatiyeke nijadperest a teng li meseleyê nenihêriye. Heke îro di Şoreşa Rojava de gelê Ereb cihekî girîng digire û Kurd, Ereb, Suryan bi navê Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê pergaleke siyasî ava kirine, bêguman sedema vî tiştî ked û xebata Rêber Apo ya bi salan e. Feraseta Neteweya Demokratîk a Rêber Apo bûye sedem ku Şoreşa Rojava bi perspektîfeke rast pêk were û bi Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê re hevkariyekê çêbike.

Feraseta Rêber Apo ya Neteweya Demokratîk cara pêşîn û bi awayê herî bi bandor li Rojava pêk hatiye. Li Sûriyeyê haveynê Neteweya Demokratîk hatiye danîn. Li Sûriyeyê Ereb, Kurd, Siryan, Elewî, Sunnî, Ermen, Durzî, Çeçen, Tirkmen dikarin li ser bingeheke hevpar bi hev re bijîn. Feraseta Neteweya Demokratîk ne bi tenê Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê, bandora xwe li hemû Sûriyeyê kiriye. Li Rojava derketiye holê bêyî ku dewlet û desthilatdarî hebe, bi pergaleke demokratîk a ku xwe dispêre civaka rêxistinkirî azadî dikare bi ser bikeve.

Heke îroj ji her dera cîhanê bi sedan kes diçin Rojava û li hemberî DAIŞ’ê şer dikin û di vê têkoşînê de şehîd dibin, keda xwe tevlî şoreşa demokratîk a Rojava dikin, ev diyar dike ku li Rojava hin tişt ava dibin. Ji ber vê jî Şoreşa Rojava ji bo mirovayetiyê bûye hilmeke nû. Li vê derê modela jiyana azad û jiyana demokratîk bi jiyanê re derdikeve holê.

Lê divê em vî tiştî jî bibêjin; PKK li wê derê yekser pêşengiyê ji şoreşê re nake. Ciwan, jin û gelên wê derê şoreşê dikin. Bêguman gelê li wê derê ji perwerdehiya Rêbertî derbas bûye û PKK nas kiriye. Di vî warî de di vê şoreşê de bandora Rêber Apo heye. Lê wan bi avadaniyên xwe yên civakî yên li wê derê, ev şoreş pêk anîne. Em ji ber vî tiştî serbilind in. Yên ku Şoreşa Rojava kirine, kadro, mîlîtan û ciwanên Rojava ne. Em li hemberî vî tiştî bi hurmet in. Di warê serketina vê şoreşê de me piştgiriya xwe ya moral pêşkêş kir û em ê her dem jî pêşkêş bikin.

Ne mumkun e ku di Şoreşa Rojava de, mirov bandora Rêber Apo bişkîne. Herçiqas îro hin hêz dixwazin vê şoreşê ji xeta Rêber Apo veqetînin, ev tişt ne mumkun e. Ji ber ku Rêber Apo li wê derê bûye gel. Rêber Apo li wê derê bi her malê re têkilî daniye. Her kesên li wê derê têkiliya wan bi Rêber Apo û yan jî bi PKK’ê çêbûye. Xebata 30 salan ketiye nav hest û jiyana gel.

Di 40 salan de gelê Kurd bi deh hezaran zarokên xwe da. Di rastiya PKK’ê de wateya şehîdan çi ye?

PKK di şertên dijwar de têdikoşe û têkoşîna azadî û demokrasiyê bi pêş dixe. PKK partiyeke wisa ye ku, di şertên dijwar ên dijwariyê de têdikoşe. Li Kurdistanê bêyî têkoşîna di nav şertên dijwar de, bêyî dayîna berdêlan avakirina têkoşînê û qezenckirina azadiyê ne mumkun e. Ji ber ku Şoreşa Kurdistanê di hundirê Rojhilata Navîn de ji aliyê çar dewletên mêtinger ve pêkutî lê tê kirin. Bi têkoşîn û kedeke ji rêzê, şoreşeke wisa pêk nayê. Heke rêxistin û mîlîtanîbûneke ji bo demên dijwar nehata avakirin, li Kurdistanê têkoşîna azadî û demokrasiyê wê bi pêş neketa. Sembola berxwedana van demên dijwar jî şehîdên me ne. Şehîdên me di van şertên dijwar de jiyana xwe dane û pêşiya vê şoreşê vekirine.

Rêber Apo gotibû ku PKK partiya şehîdan e. Diyar kiriye ku PKK partiya şehîdan e û xwediyên rastîn ê PKK’ê şehîdên wê ne. Heke fedakariya şehîdan a di demên dijwar de tune bûya wê îro PKK nebûya. Li Kurdistanê şehîdên me, di asteke pîroz de ne. Li Kurdistanê rola şehîdan roleke dîrokî ye.

Dema gerîla û fermandarên gerîlayan berê xwe didan Pêngava 15’ê Tebaxê Rêber Apo digot, “Hûn ê biçin, belkî gelekên ji we, wê şehîd bibin lê hûnê ji demarên gelê Kurdistanê re bibin aveke giyanî.” Bi rastî jî heke 300 kes beşdarî Pêngava 15’ê Tebaxê bûne, piraniya wan şehîd bûne. Lê dema ku şehîd bûne, ji damarên ziwa yên gelê Kurdistanê re bûne aveke giyanî.

Haki Karer, Bêrîtan, Zîlan, Delal, Çiyager û Mehmet Tûnç dema ku em yeko yeko şênber bikin, bûn sembola çi?

Wekî Haki ku mirov 24 saetên xwe, hemû hest û fikrên xwe neda gel, gelo wê PKK bi pêş ve biçûya? PKK xwe spartiye jiyan û rastiya Haki û bi pêş ve çûye. Mîlîtaniya PKK’ê bi giyanê şoreşger ê Haki gihiştiye kesayetiya serfiraziyê û gihiştiye kesayetiya şoreşger. Gerîla xwe spartiye biryardarî û afirîneriya Egîd û bi vî awayî li ser lingan maye. Heke fermandarekî wekî Egîd nebûya, fermandarekî wekî Egîd nebûya giyan, tarz, tempo û şêwaza gerîlayan îro wê gerîla li hemberî êrîşên giran wê tasfiye bibûya. Di nav gerîla de çete û tasfiyekar derketine holê lê ev tişt li hemberî rastiya gerîlatiya Egîd têk çûne.

Bêrîtan û Zîlan xeta îdeolojîk û rêxistinî temsîl kiriye. Bêrîtan di şerê li Başûr de li hemberî ferzkirina îxanet û tasfiyeyê ya hêzên Başûr, xwe wekî jinên Dersimê ji latê avêtiye û diyar kiriye ku divê karakterê xeta azadiyê çawa be. Helwesta Bêrîtanê bûye redkirina xeta nijadperest û îxanetê. Rêheval Zîlan jî dema ku hewldana tasfiyeya rêxistinê dihat kirin, dema di 6’ê Gulanê de li hemberî Rêber Apo komploya bombeyî dihat kirin, di nava rêxistinê de kesên wekî Şemdîn Sakik hewl didan rêxistin û artêşê ji hev belav bikin, Zîlan xwedî li Rêbertî û xeta Rêbertî derket û derba herî mezin li tasfiyekaran xist. Di tasfiyekirina tasfiyeyeya di vê demê de helwesta rêheval Zîlan têra xwe bandor kiriye.

Sara yek ji avakara vê partiyê ye. Sara ji roja ku partî hate avakirin û heta ku jiyana xwe da, her dem giyanê xwe yê berxwedêr û azadîxwaz derxistiye holê. Karakterê PKK’ê yê berxwedêr û azadîxwaz di xwe de temsîl kiriye. Sara îradeya jina Kurd, daxwaza azadiyê û xwedîlêderketina azadiyê di şexsê xwe de derxistiye holê.

Rêheval Delal Amed a ku vê mehê li Botanê şehîd bû jî, îspata asta jina Kurd a niha ye. Di nav fermandariya HPG’ê de cih girtiye, bûye fermandara YJA-Starê û di Komîteya Rêvebir a PKK û PAJK’ê de cih girtiye û feraseta mêrserwer şikandiye. Delal Amed fermandarî ji hezaran jin û mêran re kiriye, bi vê fermandariyê re feraseta mêrserwer şikandiye û fermandarî û rêveberiyeke mînak di şexsê xwe de şênber kiriye.

Ev rêhevalên me yên jin bûne sembola evîna Kurd, civakîbûna Kurdan, jiyana azad. Rêber Apo di şexsê Mem û Zînê de diyar dike ku evîna Kurd di vê destanê de pêk nehatiye, dawiya wê trajîk e lê bi têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd, jinên Kurd bûne pêşeng û fermandarên ku evîna Kurdan bigihînin serfiraziyê. Delal Amed û hemû şehîdên jiyana azad bûne hêza şoreşger.

Di berxwedanên xwerêveberiyê de Çiyager, Mehmet Tûnç û Axînan îradeya gel derxistine holê û diyar kirine ku, ev şoreş wê şoreşa gelan be, wê gel karibe xwe bi rê ve bibe û gel bêyî serwer û desthilatdariyê wê karibe jiyana xwe ya azad ava bike. Derketiye holê ku di şexsê Çiyager, Mehmet Tûnç, Axînan de Kurd ji xeynî jiyana azad wê tu jiyanê qebûl neke.

Ev hemû şehîdên me û bi hezaran şehîdên me, bûne haveynê jiyana Kurdan a nû. PKK partiya wan e, rastiya gel a ku ji bo azadiya xwe şer dike, ji aliyê wan ve hatiye afirandin. Ew îro bûne afirînerên her tiştî. Rêber Apo dibêje ku, “Ez xizmetkar û mîlîtanê îdealên wan im” û diyar dike ku wê heta dawiyê xwedî li nirxên şehîdan derkeve û wê tu kes nikaribe van nirxan binpê bike û ji niha şûn de jî bi tempoyeke mezin, bi şêwazeke şoreşgerî wê têbikoşe. Li ser vî esasî di sala 40’emîn de, ez dîsa hemû şehîdên me bi rêz û hurmet bi bîr tinim û soza pêkanîna xeyalên wan careke din dubare dikim.

Di sala 40’emîn de hedef, armanc û plansaziya PKK’ê çi ye?

Di sala 40’emîn de PKK hedefa wê ev e ku, encamên têkoşîna 40 salan pêşvetir bibe. Di şertên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de wê têkoşîna vî tiştî bide ku şoreşa demokratîk bike şoreşa demokratîk a Rojhilata Navîn. Îro Kurd li Rojhilata Navîn hêza herî dînamîk in. Xeta Rêber Apo û ya PKK’ê li Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê Kurd kiriye hêza pêşeng. Armanca sala 40’emîn a PKK’ê ne bi tenê parçeyekî Kurdistanê û gelê Kurdistanê ye û di sala 40’emîn de yekîtiya têkoşîna demokrasî û azadiyê wê bibe hedefa herî bingehîn a sala 40’emîn a PKK’ê. Li ser vî esasî heke gel dixwazin bigihêjin jiyana azad û demokratîk divê têkoşîna xwe ya azadî û demokrasiyê bikin yek. Derketiye holê ku bi Kurdistan û têkoşîna Kurdan jiyana azad û demokratîk ava nabe. Li hemberî Şoreşa Rojava dijminatiya herî mezin Tirkiye dike. Têkoşîna azadî û demokrasiyê ya bi pêşengiya PKK’ê tê kirin, li Rojhilata Navîn rejîmên otorîter, statukoparêz hejandiye. Di serî de jî Tirkiye heye. Ji ber ku Tirkiye ditirse rejîma despotîk a otorîter têk biçe, ji ber vê jî êrîşî gelê Kurd dike. Ev êrîş ne ji bo berjewendiya gelên Tirkiyeyê ye, dixwazin desthilatdariya AKP’ê li ser lingan bimîne.

Desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê ne bi tenê li dijî Kurdan, êrîşî hemû hêzên demokratîk û şoreşger ên li Tirkiyeyê dike. Dixwazin hêzên demokratîk û şoreşger ên li Tirkiyeyê û Tevgera Azadiyê ya Kurdan were tasfiyekirin. Li ser vî esasî hedefa sala 40’emîn ev e ku, ev êrîş werin şikandin, Tirkiye, Sûriye û Rojhilata Navîn werin demokratîzekirin. Ji ber vê jî sala 40’emîn wê bibe saleke krîtîk.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA