'Xwedî li televîzyonên xwe derkevin'

Nivîskar-rojnamevan Adil Harmancî nerazîbûn nîşanî biryara Eûtelsatê ya ji bo sekinandina weşana Stêrk TV, Ronahî TV û News Channelê da û bang li gelê Kurd ki xwedî li qenalên xwe yên televîzyonê derkeve.

Nivîskar û Rojnamevanê Kurd Adil Harmancî nerazîbûn nîşanî biryara girtina li dijî Stêrk TV, Ronahî TV û News Channelê da û diyar kir, zextên li ser çapemeniya azad ji sala 1990'î û vir bi rêk û pêk tê kirin. Harmanci bang li gelê Kurd kir ku xwedî li qenalên xwe yên televîzyonê derkeve.

'BIRYAR NE HIQÛQÎ YE'

Harmanci da zanîn ku demek dirêje êrîşek berfireh li dijî televîyonên Kurdan heye û dixwazin dengê wan qut bikin. Harmanci da xuyakirin, ku li Kurdistanê û Tirkiyeyê zextên li ser rojnamevanan di asta herî jor de ye û wiha axivî: "Ligel hemû zextan hevkariya welatên Ewropa tiştek gelek ecêb e. Tifaqa Eûtelsatê bi hikumeta AKP'ê, re ku li dijî televîzyon û radyoyên Kurdan dike, cihê xemgînî û nîqaşê ye. Divê mirov di vê tifaqê de li berjewendiyên wan ên şexsî binêre û li gor vê yekê binirxîne. Biryara li dijî Stêrk, Ronahî û News Channelê ne hiqûqî ye. Dixwazin televîzyonên Kurdan li pêşberî zilmê serî bitewînin."

'XWEDÎ LI TELEVÎZYONÊN XWE DERKEVIN'

Harmanci di axaftina xwe de bang li raya giştî kir ku xwedî li televîzyonên xwe derkevin û ev tişt got: "Li dijî biryara AKP û Eûtelsatê divê hemû rêxistin û mirovên Kurd xwedî li nirxê xwe derkevin û li dijî vê hevkariyê dengê xwe bilind bikin. Îro Stêrk Tv tê girtin sibê wê dora qenalek din ya Kurdî be. Ji ber vê yeke divê li her derê rojnamevanên Kurd nerazîbûna xwe bînin ziman û xwedî li hev derkevin. Çapemenî ne teqemî yan jî çekek a kuştinê ye. Çapemenî amûra ragihandina civakê ye. Ji ber vê yekê divê civak xwedî lê derkeve."

'BI RÊK Û PÊK ZEXT TÊ KIRIN'

Harmanci di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser zextên li ser çapameniya Kurd a li Kurdistanê û wiha got: "Li Tirkiyê televîzyon û ragihandina der barê Kurdan de weşanê dike, yek carê dibe hedefa dewletê. Ez jî weke kesekî di salên 90’î di Rojnameya Ozgur Gundemê de xebitîm, min şahîdiya zextên li ser çapemeniyê kir. Zextên li ser çapemeniyê gelek dijwar bûn. Lê belê niha em dinêrin zextên li ser çapemeniyê bûye du qat û her ku diçe li Tirkiyeyê mafên ramanê tên birîn. Ji salên 90’î heta roja me ya îro êrîşên li dijî Çapemeniya Azad bi rêk û pêk tên kirin."