‘Xwebûn wekî jiyana Sara ye’

Sê şoreşgerên jin Sara (Sakîne Cansiz), Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan di 9’ê Çile’ya 2013’an de li Parîsê hatibûn qetilkirin. Di salvegera şahadetê wan de yek ji fermandarê HPG’ê Rêzan Cawîd û fermandara YJA Starê Hejar Zozan axivîn.

Gerîlayên azadiya Kurdistanê di salvegera qetilkirina her sê şoreşgerên jin de rêhevalên xwe bi bîr anîn û careke din soza tolhildanê dubare kirin. Yek ji fermandarên YJA Starê Hejar Zozan got ku; “Heval Sara tevahiya jiyana xwe bi têkoşînê derbas kir, sekna şoreşgerî di kesayeta xwe de ava kir. Dema ku têkoşîna azadiya jinê tê gotin têkoşîna heval Sara tê bîra me. Em jî şopdarên heval Sara ne. Bi têkoşîna heval Sara têkoşîna me gihîştiye vê astê. Têkoşîna heval Sara bi tevgera Rêber Apo re bû yek û ji bo jinên Kurdistanê şoreşeke mezin çêbû û ji bo jinên cîhanê bû xeta azadiyê. Li her derî cîhanê jin di şopa heval Sara de xwe tevlî nav têkoşînê dibin. Ev ji bo jinên Kurdistanê rûmeteke mezin e. Ev têkoşîn ti carî nasekine ji ber ku bi berdêlên pir mezin vê têkoşîna me gihîşt vê astê. Têkoşîna heval Sara di nava civaka Kurd de guhertineke mezin da çêkirin. Jin di nava civakê de her tim di statûya duyemîn de bû lê bi heval Sara ve jin li her derî jiyanê li hember dagirkeriyê têdikoşe. Têkoşîna heval Sara derbasî hemû qadên civakî bûye. Heval Sara jineke şoreşger bû. Şoreşgerî ne hêsan e. Heval Sara bi sekn û hebûna xwe ve yekbûna jiyanê bû. Jiyanek ji rêzê ti carî qebûl nedikir. Sekn û jiyana wê ya bi heybet her dem ji bo me mînak bû.”

‘MILÎTANÊN YJA STARÊ XETA AZADIYA RÊHEVAL SARA WÊ BIGIHÎNIN SERKEFTINÊ’

Fermandara YJA Starê Hejar Zozan di dewama nirxandinên xwe de dibêje; “Heval Sara hezkirineke wê ya mezin a rêhevaltiyê hebû . Bi taybetî gelekî ji hevalên ciwan hez dikir, her tim ked dida da ku wan pêş bixe.’ Zozan, dawiya nirxandinên xwe de soza tolhildanê dide û wiha dibêje; “Heval Sara di destpêka avakirina partiyê de cihê xwe girt, partî anîn heta vê astê, bûn xwedan kedên mezin. Dema ku heval Sara didît ku asta têkoşîn û rêxistina me pêş ketiye, destkeftiyên partiyê çêbûye gelekî keyfxweş dibû. Digot; ‘Bi rastî me hin tişt ava kiriye, keda me vala neçûye.’ Her ku heval tiştên nû pêşdixistin heval Sara kêfxweş dibû û digot; ‘Divê Serokatî jî van tiştan bibîne’ Wek milîtanên YJA Starê emê têkoşîna heval Sara hîn mezintir û bilintir bikin. Em ê di şopa wê de heta serkeftinê bimeşin. Wê têkoşîna me her dem dewam bike lewra şopdarên heval Sara pir in û her tim dewam bikin. Îddîaya me pir mezin e. Em ji pêvajoyek awarte û şerekî dijwar derbas dibin. Bêguman dijmin bi van êrîşên xwe ve hewl dide ku têkoşîna ku heval Sara daye avakirin bipelçiqîne. Gelê Kurd li her derê di nava têkoşîneke dijwar de ye. Bêguman pêşengtiya jin ya ku li qadan tê raber kirin ji aliyê zîhniyeta dagirker û faşîst ve nayê qebûlkirin ji ber vê yekê êrîşên mezin hene. Dijmin dixwaze derbe li têkoşîna azadiya jinan bide lê em ê li ser erkên xwe bisekinin û em ê bibin şopdarê van hevalan.”

‘TEVGERA APOYÎ MIROVÊN AZAD ÊN WEK HEVAL SARA DIAFIRÎNE’

Yek ji fermandarê HPG’ê Rêzan Cawîd di her sê şoreşgerên jin bi bîr tîne û dibêje; ‘Heval Sara di nava PKK’ê de xwedan roleke pir girîng bû. Pêşengtiya şoreşê dikir.’ Fermandar Cawîd, bal dikşîne kesayeta şoreşgera mezin ya şehîd Sara û wiha dibêje; ‘Kesayetiyeke heta dawî fedakar, ji bo gelê xwe ji bo armanca xwe ji can û dil têdikoşiya. Ji bo tevahiya mirovatiyê xwedan rolekî girîng bû. Fam kiribû ku tevgera PKK’ê tevgereke mirovî ye ji ber vê yekê bû pêşeng û xwe ava kir. Armanca PKK’ê gihîştina mirovên azad e ji bo pêkanîna vê jî serî de xwe ava kirin pêwîst dikir. Ji ber vê yekê heval Sara di nava tevgera PKK’ê de bi têkoşîna xwe re gihîşt hebûna xwe. Gelek taybetmendiyên mirovê azad di xwe de ava kiribû ji ber vê, hebûna xwe ya azad dida hîskirin. Hemû tevgerên heval Sara ders dida mirov. Di nava PKK’ê de sembolê têkoşîn, azadî û sembolê hevaltî ye. Di warê felsefîk de sembolê mirovê azad e. Wek jinek gihîştina kesayetek wiha di dîroak mirovatiyê de yekem e. Gelek mirov derketin pêş lê di cîhanê de kesek nekarî xwe bigihîne asta ku heval Sara têgihîştî. Gelek kesên têkoşer derketin lê kûrahiya ku heval Sara têgihîşt, zor û zehmetiyên ku heval Sara derbas kir, li hember dijmin berxwedana ku heval Sara kir di dîrokê de mînaka vê yekê tineye. Tevgera Apoyî mirovên azad afirand. Êdî Kurd bûn xwedan mînak.”

‘MEŞA LI SER XETA SARAYAN AFIRANDINA JIYANA AZAD E’

Fermandarê HPG’ê Rêzan Cawid dawiya nirxandinên xwe de bal dikşîne yekbûna raman, têkoşîn û şerê azadiyê ya şoreşgera mezin Sara û wiha dibêje; “Serok Apo ji bo ku civakek serkeftî ava bike têkoşiya. Her kêliyên vê têkoşînê de ji bo azadiya jinê têkoşîn meşand. Heval Sara jî mînak û encama vê kedê ye. Heval Sara her tim di têkoşîna xwe ya jiyanê de li hember hemû zor û zehmetiyan bi ser ket, paşde gav neavêt berovajî mezin gav avêt li beramberî pirsgirêkan têkoşiya. Heval Sara kesayetiyeke şerker bû, têkoşîn û hevaltî bi hev re dimeşand. Têkoşîneke îdeolojîk û felsefîk bi hev re dimeşand. Tevgera Apoyî tevgereke xwebûnê ye ji bo xwebûnê jî serî de divê mirov xwe nas bike. Heke xwenaskirin çênebe jiyanek azad jî çênabe. Her tim ji bo guhertinê bi mirovan re mijûl dibû. Serkeftina gelê Kurd nêz e ji ber ku pêşengên me yên wek heval Sara hene, wek gelê Kurd xeta azadiyê ji bo me hatiye raberkirin. Xwebûn jiyana wekî ya Sara ye. Heke em di şopa heval Sara de bikaribin bimeşin wê demê em ê bikaribin civakek azad biafirînin. Heval Sara ji bo pêşeroja mirovatiyek azad, sembola xweşikbûnê ye, kesayetek di warê fikrî û felsefîk de xwe heta astekî pir bilind gihandiye, ev jî bedewiyek mezin afirandiye, ev bedewî jî di nava civakê de hezkirinek mezin li hember heval Sara ava kiriye û azadî jî ev bi xwe ye. Heval Sara di têkoşîna xwe de bi ser ket. Em ê jî di şopa heval Sara de bi ser bikevin.”