Xizmetgûzariya Şaredariya Binarê Qendîlê dewam dike

Şaredariya Binarê Qendîlê xebatên xwe yên xizmetgûzariyê ya ji bo welatiyên herêmê bê navber dewam dike. Şaredariyê di çarçoveya xebatên xwe de li Kortekê baçeyên dar fêkiyan çandin.

Şaredariya Binarê Qendîlê bi hatina sala nû re gelek xebat dan meşandin, ji vana yek jî li Kortekê tê hate kirin. Şaredarî bi çandina 300 darên fêkî re ji xelkên Qendîlê re baxçeyek mezin avadikin.

Têkildarî xebatan Hevşaredara Binarê Qendîlê Awaz Îsmail axivî û da diyar kirin hê gelek xebat û proje li pêşiya wan heye bikin û got: “Weke Şaredariya Binarê Qendîlê me ji mêj ve dest bi kar û xebatên xwe kirine nihajî em li Kortekê baxçeyek yê fêkiyan amade dikin. Berî hertiştî ji xwe tê zanîn Kortek wateyek xwe ya girîng ji bo gelê me heye. Bi dehan xelkê herêmê ji ber balafirên dewleta Tirk jiyana xwe ji destdan û her wiha xweza zererên mezin dit. Em jî bi vî baxçeyî dixazin peyamên xwe bidin û her wiha ji şêniyên herêmê biheştekê peşkeş bikin.”

Hevşaredar Mihemet Hesen jî bal kişand li ser polîtikayên dewleta Tirk û wiha anî ziman. “Desthilatdar her tim dixazin civak mihtacê wan bibe û ji bo wê her cûre dagirkeriyê ji xwe re mubah dibinin. Li Efrînê me ev yek dît bê ka çi anîn serê xwezayê, heman tişt bi salan li herêma Başûrê Kurdistanê tê kirin. Ji ber bombeyên balafiran bi hezaran zindî hatin kuştin; ji bo wê me xwest di ketina Qendîlê de baxçeyeke mezin ava bikin.”

Hesen diyar kir ku wek şaredarî gelek proje û xebatên nû li pêşiya wan hene li gorî derfetên xwe bikarin pêşkêşî gel bikin.