Xizmet ji bo xelkê Başûr nayê kirin

Welatiyên Hewlêrê anî ziman ku tevî berdêla xizmetguzariyê dane jî şaredarî ti xizmet ji bo wan nekirine û di nava rewşek xirab de dijîn.

Welatiyên bajarê Hewlêr ê Başûrê Kurdistanê ji ber nebûna xizmet û alîkariyê ji şaredarî û hikûmetê gazinc in. Welatî daxwaz dikin ku xizmet ji bo wan bê kirin.

‘ŞAREDARÎ XIZMETÊ NAKE’

Di vê çarçoveyê de welatiyê bi navê Îbrahîm Serkewt Enwer anî ziman ku şaredariyê soza xizmetê daye lê ti kar nake û got: “Dema destpêkê çûm şaredariyê ji bo min gotin dema 200-300 mal li vir bi cihbûn, wê xizmetgûzarî dest pê bike, rê bên çêkirin, her wiha av û elektirîk bê herêmê. Li vê herêmê nêzî 2 hezar û 3 hezar mal hatine çêkirin û hene, heta niha rê nehatiye çêkirin. Elektirîk tê qûtkirin, tevahî rojê 3 saetan elektirîk heye. Hikûmet destpêkê tiştek dibêje, piştre tiştek din derdikeve. Rêyên me hemû kortûcal û herî ye.”

‘ZAROK NEXWEŞ DIBIN’

Serkewt Enwer anî ziman ku ji ber vê rewşa xirab nexweşî peyda dibe û wiha domand: “Zarok nexweş dikeve, ji ber ava li ser rê mêş û mar pir bûne. Gelek malan ji ber vê rewşê bar kirin ji vê derê. Ev herêmê tê bêje qey ne li ser Hewlêr e. Weke li gundekê bin.

‘HAVÎNÊ TOZ Û ZIVISTANÊ HERÎ, DAXWAZ DIKIN KU RÊ ÇÊBIKIN’

Welatî Serkewt Enwer destnîşan kir ku dema ew hatim vir şaredariyê ji bo rê çêkirinê 1 milyon dînar ji wan girtine ji bo çêkirina rê û xizmetê. Enwer got: “Zivistanê rê herî û havînê jî toz e. Em nikarin derkevin. Ji ber xirabûna rê pir qeza pêk tên. Daxwaz ji hikûmetê dikin bila çavê xwe hew bide deverên dewlemend, bila çavê xwe bide feqîr û hejaran.”

‘PERE STENDINE XIZMET NÎNE’

Jina bi navê Ruxsar Ekrem Xidir jî bal kişand ser nebûna xizmetê û rewşa giran a li taxê û got: “Av û elektirîk pir xirab e. Rêyên me pir xirabin nehatine çêkirin. Ji ber ava li ser rê kom dibe, havînê ji ber bêhnê nikarin îdar bikin, mêş pir bûne. Ji bo xizmetê jî pere ji me girtine, lê ti xizmetek nîne, her roj dibêjin îro sibe. Havînan toz e, zivistanê jî herî ye. Rewşa me pir xirab e. Daxwaza me ew e ku rê û elektirîka me çêbike. Elektirîka jeneretoran nebe, em ê bê elektirîk bin.

‘QET XIZMETEK NEHATIYE KIRIN’

Herî dawî jî Nerîman Mihemed Îsmaîl ê hemwelatiyê heman taxê ye jî ev tişt anî ziman: “Qet ji bo me tiştek nehatiye kirin. Havînê rewşa me ji ber nebûna rêya çêkirî û ava li ser kom dibe pir xirab dibe. Car jî bi xwe hindek xîz-çeqel dikirin û li ser rê dikin, lê ew jî têrê nake. Ji sala 2017’an û vir ve li virim, pere ji me girtin ji bo kar bikin, lê tiştek nekirine. Pêwîste çokên avê yên me çêbikin, rê qîr bike.”