Xizmên windayan li aqûbeta Ahmet Çakici pirsin

Li Amedê xizmên windayan ji bo Ahmet Çakici li hev civiyan yê ku sala 1993’an ji aliyê leşkerên Tirk û cerdevanên gund ve hatibû destgîrkirin û piştre hatibû windakirin.

Xizmên Windayan û Komeleya Mafê Mirovan (İHD) çalkaiya hefteya 504'an bi şîara “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li avahiya Şaxa İHD’ê ya Amedê li hev civiyan. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Sendikaya Kedkarên Tenduristiyê (SES), Şaxên Yekîtiya Odeya Mîmar û Endazyarên Tirk (TMMOB) beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de aqûbeta Ahmet Çakisi yê bavê 7 zarokan yê ji gundê Helhel yê navçeya Hezro a Amedê pirsîn. Sekreterê Şaxê ÎHD’ê Yuksel Arslan Acar daxuyanî xwend.

ÇÎROKA AHMET ÇAKICI

Arslan wiha got; “Ahmet çakici beriya ku were destgîrkirin hefteyekê li navenda bajarê Amedê bicih bûbû, lê ji bo ku alavên wî li gund mabûn û  dema çû avalên xwe bigre hate destgîrkirin. Ahmet Çakici piştî ku hate destgîkirin birin Amedê û li vir demekê dirêj hate girtin û piştre dîsan birin Hezro yê, piştî îfadeya şahidan careke din agahî ji Çakici nehate girtin.”

Arslan bi domdarî wiha got; “Yê herî dawî Ahmet Çakici dîtî xizmê wî Mûstafa Engîn bû. Mûstafa Engîn got Ahmet bi zimanê Kurdî  jêre peyiviye ‘Xalê Mûstefa çavê xwe hinekê veke’, dema ku çavê xwe vedike Ahmet dibîne. Engîn got, zêde ne axivîne, 16-17 rojan bi hevre di hucreyê de hatine hiştin û ji ber êşkenceya li Ahmet hatiye kirin perasiyên wî şikestibûn.”

‘BI BIRYARDARÎ EM Ê ŞOPA WINDAYAN BIBÎNIN’

Herî dawî Yuksel Arslan wiha got; “Ne tenê 25 sal 125 sal jî derbas bibe li dijî vî sucê dij mirovahiyê bi biryardarî emê şopa kesên ku hatîn destgîkirin û hatine windakirin bibînin. Ji bo heqîqet û edaletê em ê têkoşîna xwe bidomînin.”