Xizmên Windayan ji bo Can, Kaya û Sanir hatin ba hev

Xizmên Windayan li Amed û Êlihê ji bo Parêzer Metîn Can, Dr. Hasan Kaya û Ahmet Sanir hatin ba hev.

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Malbatên Windayan çalakiya 734’emîn a “Bila winda bên dîtin faîl bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolûyê ya navçeya Rezan a Amedêli dar xist. Di çalakiya ku pankart hatin vekirin de wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin.

Sekreterê Şaxa ÎHD’a Amedê Yakûp Guven ê di çalakiyê de axivî, bi bîr xist ku ji ber karesata erdhejê ya çêbûyî çalakiyên xwe 3 hefteyan bi awayekî online lidar xistine û wiha got: “Di erdhejê de me gelek mirovên xwe winda kirin. Xwişka xwe ya Melîke ku her hefte di her şert û mercî de li vir bi me re bû jî me winda kir. Em xwişka xwe Melîke û hemû kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan bi rêzdarî bi bîr tînin.”

Endamê Lijneya Rêveberiya Şaxa ÎHD’a Amedê Firat Akdenîz çîroka Ahmet Sanir ê li gundê Kerûn ê girêdayî navenda Şirnexê di sala 1994’an de bi wesayîta Torosa Spî hate destgîrkirin û piştre cenazeyê wî hate dîtin xwend.

ÊLIH

Li Êlihê jî Şaxa ÎHD’ê û Malbatên Windayan çalakiya 570’emîn ku her hefte dikin li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistan kir. Di çalakiya ku pankarta “Bila winda bên dîtin faîl bên darizandin” de malbatan wêneyên kesên destgirkirî hatin windakirin hilgirtin. Di çalakiyê de çîroka Parêzer. Metîn Can û Dr. Hasan Kaya yên ku di 21’ê Sibata 1993’an de piştî li navenda Xarpêtê ji aliyê JÎTEM’ê ve hatin revandin xwend. Rêveberê Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Ercan Kanar anî ziman ku Prz. Metîn Can û Dr. Hasan Kaya di 21’ê sibata 1993’an de ji malên xwe yên li Xarpêtê hatin revandin.

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.