Xizmên windayan çîroka Gulmez vegotin

Xizmên windaya li aqûbeta Nazim Gulmez pirsîn, ku Gulmez 1994'an li Dersimê hatibû destgîrkirin û nebedîkirin.

Xizmên windayan, di hefteya 586’emîn a çalakiya xwe de aqûbeta Nazim Gulmez pirsîn, ku di 61 saliya xwe de, dema ku bi ser gundên wan de digirin tê destgîrkirin û careke dî agahî jê nayê standin. 
 
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Amedê û xizmên windayan bi armanca “Winda bên dîtin û kujer bên darizandin” di hefteya 586’emîn a çalakiya xwe de, aqûbeta Nazim Gulmez ê di 15’ê Cotmeha 1994’an de li Dersimê hat destgîkirin û carek din agahî jê nehat giritn pirsîn. Sekreterê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Yuksel Aslan Acer, li ser hesabê medya civakî ya komeleyê vîdeoya “Em ji bo Nazim Gulmez û hemû windahiyan edaletê dixwazin” parve kir û çîroka Gulmez parve kir.
 
DI 61 SALIYA XWE DE WINDA KIRIN
 
Sekreterê ÎHD’ê yê Amedê Yuksel Aslan Acar, di parvekirina kir de wiha behsa çîroka Gulmez kir: “Nazim Gulmez  61 salî bû. Li gundê Taşitli ya naçeya Xozat a Dersimê dijiya. Zewicîbû û 9 zarokên wî hebûn. Gulmez karê çandinî û sewalkariyê dikir. Bi vê karî derbara xwe dikir. Leşkerên girêdayî Fermandariya Qomando ya Bolû yên di 13’yê Cotmaha 1994’an de li herema Alî Bogazi dest bi operayonê kirin, bi ser gundê Taşitli yê navçeya Xozat a Dersimê de girtin. Leşkeran wê demê mûxtarê gund û gundiyek binçav kirin. Gundî di saetên şevê de hatin berdan.
 
BI ZORÊ GULMEZ BIRIN
 
Van leşkeran 2 roj şûnde di 15’ê Cotmaha 1994’an de cardin hatin gund. Li gund lêgerîn kirin û dûre mal şewitandin. Leşkerên ku tevlî operasyonê bibûn, ji Nazim Gulmez xwestin ku di arazî de ji bo wan rênçberiyê bike. Leşkeran bi vê hincetê Gulmez ji malê derxistin. Leşkeran bi vî awayî Nazim Gulmez û mûxtarê gund li ber çavê hemû gundiyan bi darê zorê bi xwe re birin. Ji wê rojê û şûnde bi tu awayî agahî ji Gulmez hat girtin. Hevjîna Gulmez Garîp Gulmez, piştî mehekê diçe ji serdarê Xozatê pirsa aqûbeta hevjînê xwe dike. Serdar vê bersivê dide hevjîna Gulmez; ‘Me ew demekê di destê xwe de hiştin. Dure me wan berda. Em jî li wî digerin.’ Hevjîna Gulmez Garîp Gulmez vê carê serî li Serdozgeriya Xozatê dide. Serdozgeriya Xozatê jî serlêdana malbatê red kir. Malbata Gulmez li ser vê yekê serî li Serdozgeriya Leşkerî ya Xarpetê dide. Lê Serdozgeriya Leşkerî ya Xarpetê bi tu awayî dosyayê bi encam nake û ji malbatê re dibêje dosya ji Serdozgeriya DGM’ê ya Meletiyê re şandin. Serdozgeriya Meletiyê jî bi hinceta ku rayeya wî ya darizandinê tuneye, dosyayê cardin dişîne ji Serdozgeriya Komarê ya Xozatê re. Malbata Gulmez, piştî tu encamê ji hiqûqa hûndirin nagire, bi rêya parêzeran dozê di 26’ê Adara 2016’an de dişîne DMME’yê. DMME’ê bi hinceta ku li gorî sînorê dema 6 mehan tevgerîn çênebûye, serlêdana malbata Gulmez red kir.”