Xizmên windayan: Bila winda werin dîtin,kujer werin darizandin

Li Amed û Êlihê xizmên windayan komî ser hev bûn. Di çalakiyan de hate gotin, ''Bila winda werin dîtin, kujer werin darizandin.''

Xizmên windayan ên li Amed û Êlihê çalakiya rûniştinê li dar xistin, bang li rayedaran kirin û gotin: “Di vê cejnê de, derbarê windayan de me şaş bikin.” 

Xizmên windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê di hefteya 538’an de dîsa li şaxa ÎHD'ê kom bûn û aqûbeta windayan pirsîn. Malbatên windayan dîsa wêneyên xizmên xwe yên hatine windakirin rakirin û pankarta "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" vekirin. Endam û rêveberên ÎHD'ê û xizmên windayan beşdarî çalakiyê bûn. 
 
‘DI SALÊN 90 DE BI HEZARAN MIROV WINDA KIRIN’
 
Sekretera Şaxa ÎHD’ê Amedê Yuksel Aslan Acer di çalakiyê de axivî û wiha got: “Çalakiya Dayikên Şemiyê bûye têkoşîna mirovahiyê. Di salên 90’î de bi hezaran mirov li kolan û malên xwe hatin binçavkirin, windakirin û qetilkirin. Gora hinekan çêbû, lê hîna jî, gora gelek ji wan bê gorin. Hîna jî faîl bi ne cezakirinê tên xelatkirin. Ev rewş weke birînekê di dîroka mirovaniyê de cih girtiye. Ji ber vê bi salane em têkoşîna mirovahiyê didin. Heya ku aqûbeta windayan dernekeve holê meê çalakiya xwe  ya roja Şemiyê li dar bixin.”
 
‘BERSIV BIDIN’
 
Acer, da zanîn ku ew ê dest ji têkoşîna mirovahiyê bernedin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di vê hefteyê de, em li bendê ne ku rayedarên berpirsiyar bersivekê derbarê çîrokên windayan ên me parvekirin de, bide. Ji vê em dibêjin di vê cejnê de, derbarê windayan de sûprîz ji me re bikin.”
 
Endamê Komîsyona Windan ê ÎHD’ê Parêzer Hasan Yalaçin jî, çîroka Kamîl Bîlgeç ê di 27’ê Mijdara 1995’an de li navçeya Sîlopî ya Şirnexê ji avahiya edliyê derket û çû mala xwe û dûre bi tu awayî agahî jê nehat girtin xwend û aqûbeta Hasan Yalaçin pirsî.  
 
Piştî axaftinan 5 deqe çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. 
 
LI QEREQOLÊ WINDA BÛ!
 
Li Elihê Jî, xizmên windayan û ÎHD'ê bi heman armancê di hefteya 444'an de kom bûn û çalakiya xwe berdewam kirin. Xizmen windayan û rêveberên ÎHD'ê li avahiya ÎHD'ê wêneyên windayan rakirin û pankarta "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" vekirin. Di çalakiya vê heftê de aqûbeta Teyfîk Ay ê di 17’ê Çileya 1995’an winda bû, hat pirsîn. 
 
Rêveberê Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Mehmet Zekî Tanguner, di çalakiyê de behsa windakirina Teyfîk Ay kir û wiha got: “Ji qereqola bajaroka Şenkoy a navçeya Midyat a Mêrdîne bangî Ay kirin. Ay ê ku çû qereqolê carek din agahî jê nehat girtin.” 
 
Piştî axaftinê, 5 deqee çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.