Xizmên Windayan aqûbeta Tekîn ê sala 1995’an ‘winda’ kirin pirsîn

Xizmên Windayan vê hefteyê li aqûbeta Duzgun Tekîn ê sala 1995’an dema ji bo biçe cihê xwe yê kar derket, carekî din agahî jê nehate girtin, pirsîn. Bal kişandin ku Kasim Açik ê ku kirokiya cihê ku cenazeyê Tekîn lê jî bû ragihan jî, qetil kirin.

Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafê Mirovan  a Amed (ÎHD) di hefteya 610’an de weke her carê bi dirûşma ‘Bila winda bên dîtin, berpirs bên darezandin’ li ser înternetê dîmenek parvekir û li qabeta Duzgun Tekîn ê 21’ê Cotmeha 1995’an dema ji mala xizmê xwe yê li navçeya Bagcilar a Stenbolê diçû cihê xwe yê kar ê li Bayrampaşayê carekî din agahî jê nehate girtin, pirsîn.

Endamê Desteya Rêveber a Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Mûstefa Altintop serpêhatiya Tekîn vegot û diyar kir ku Duzgun Tekîn 21 salî bû û karkerê tekstîlê bû. Her wiha delegeyê Şaxa Tekstîla DÎSK a Hejmar 2 bû.

Altintop diyar kir ku beriya 21’ê Cotmeha 1995’an Duzgun Tekîn ji aliyê wesayîtên cuda ve dihate şopandin, destnîşan kir ku Tekîn ha ji wesayîtên ku wî dişopandin hebû û heta pîlaqeya wesayîtekê jî girtibû û li ser kaxezekê nivîsîbûn û danîbû mal. Altintop got: “Wesayîta bi pîlaqeya 34 F 6676 a nivîsandibû di nava wesayîtên ku ew revandibû de hebû. Zavayê Tekîn dema ku serlêdan ji bo Şaxa ŞHD’ê ya Stenbolê kiribû diyar kir ku li ber derê mala wan li nava wesayîtekê de du sivîl tim rawestiyabûn û piştî 21’ê Cotmeha 1995’an û şûnde ev kes nehatin dîtin. 27’ê Cotmeha 1995’an kesekî ku navê xwe diyar nekir bi rêya telefonê li malbata Tekîn geriya û diyar kir ku Duzgun Tekîn li Şaxa 1’ê ya Midûryeta Emniyetê ya Stnebolê ye, divê ji bo wî cil û pere bibin. Li ser vê malbata Tekîn ji bo agahiyek li ser bigirin, serî li hemû yekîneyên emniyetê da, lê hate gotin ku kesekî bi vî navî destgîrkirî nîne.”

Altintop diyar kir ku 10’ê Îlona 1997’an kesê bi navê Kasim Açik ê li Girtîgeha Gezbeyê dima, diyar kir ku Duzgun Tekîn hatiye kuştin û bi krokiyekê diyar kir ku cenazeyê Tekîn li sergoyeke ya li Çadirkent a nêzî Kirklareliyê hatiye veşatiin. Altintop destnîşan kir ku li ser vê daxuyaniyê malbata Tekîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Kirklareliyê da, lê rayedarên dewletê ne li ser Duzgun Tekîn û ne jî wesayîtên ku wî dişopandin ti tiştek nekirin. Altintop da xuyakirin ku malbat bi derfetên xwe li sertoya ku qala wê hate kirin, hewl dan ku xwe bigihînin cenazeyê Duzgun Tekîn, lê bi ser neketin û got: “Ji wê dîrokê û şûn ve êdî ti agahiyek ji Tekîn nehate girtin. Kasim Açik jî piştî vê daxuyaniyê û şûnde li Girtîgeha Gezbeyê hate kuştin.”