Xizmên windayan: AKP li pey provakasyonan e!

Li Amed û Êlihê lêgerîna edaletê ya xizmên windayan didome. Di çalakiyan de provakasyona AKP’ê hate şermezarkirin.

Xizmên Windayan, rêveber û endamên Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Amedê, di hefteya 552'yemîn de, li avahiya Şaxa ÎHD'ê ya Amedê kom bûn û mîna her heftê bi daxwaza "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" çalakiya xwe berdewam kirin. Xizmên windayan dîsa wêneyên windayan hildan û pankarta "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" vekirin. Malbatên ku di Çalakiyên Parka Geziyê de jiyana xwe ji dest dan, Bavê Alî Îsmaî Korkmaz Şahap Korkmaz, Dayika Ahmet Atakan Emsal Atakan, dayik û bavê Berkîn Elvan Gulsum û Samî Elvan, Dayika Ethem Sarisuluk Sayfî Sarisuluk, Dayika Medenî Yildirim ê ku protesto kirina qelekolan de ji aliyê leşkeran ve hat kuştin Fahriye Yildirim, Parlementerên HDP'ê, endam û rêveberên ÎHD'ê û xizmên windayan tevlî bûn.

Di çalakiyê de Sekretera Giştî ya Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Yuksel Aslan Acer axivî û wiha got: "Ji ber dengderxistina dayikên ku zarokên xwe winda kirî tenê faîl aciz bûne. Ev demekî dirêj e li Stenbol û Amedê çalakiya me bi awayekî kêfî, derveyî hiqûqê hat qedexekirin. Li Stenbolê Qada Galatasarayê, li Amedê hemû qadên vekirî hatin qedexe kirin. Ev tena serê xwe nîşan dide bi çi awayî nêzîk dibin û hiqûq çawa hatiye asteke kêfî. Em dibêjin ku îhlalên mafên mirovan ên giran ên ku li hemberî mirovahiyê hatin kirin hesap pirsîna wan heq e bi meşrû ye û naye qedexe kirin. Em vê qedexeyê nas nakin."

‘LI PÊŞIYA AVAHIYA HDP’Ê LÎSTIKEK QIRÊJ TÊ LEYÎSTIN’

Acer, dest nîşan kir ku bi qedexekirinan ev welate pêş nakeve û wiha bilêv kir: "Dayik îro li pey şopa zarokên xwe ne. Bi salane çalakiya Dayîkên Şemiyê ya meşrû tê qedexe kirin lê li ser êşa hin dayikên din yên li pêş avahiya HDP'ê lîstikek tê lîstin. Çalakiya hin dayikan tê qedexe kirin, piştevaniya hin dayikên din tê kirin. Ev ne rewşeke ku were fêm kirin hevalno. Ev lîstikeke qirêj e, bi tahlukeye û du standardî ye. Dewlet divê ji welatiyên xwe re wekhev û bi heqaniyetê nêzîk bibe. Ji bo me êşa hemû dayikan eynî ye. Êşa tu dayikan ji ya din zêdetir nîne. Ji bo mirov wekhev in û êşên wan eynî ne. Çalakiyekê piştevaniyê bikin û ya din qedexe bikin ev karekî aqilane ye û derveyî hiqûq û mirovahiyê ye."

Di çalakiyê de qala çîroka Mehmet Tevfîk Sîncar hate kirin ku 7’ê Tîrmeha 1994’an di serdegirtina polîsan a malê ya navçeya Nisêbin a Mêrdinê de hatibû destgîrkirin û piştre cenazeyê wî li baxçeyê malê de hatibû dîtin.

ÊLIH

Li Êlihê xizmên windayan bi pêşengiya ÎHD’ê cara 458’an li hev civiyan. Çalakî li avahiya ÎHD’ê bi beşdarbûna xizmên windayan, parazvanên mafên mirovan û parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê pêk hat. Di çalakiyê de rêveberê DEP’ê Metîn Ozdemîr û Parlamenterê DEP’ê Mehmet Sîncar hatin bibîranîn ku 4’ê Îlona 1993’an li Kolana Elma ya Êlihê hatibûn qetilkirin.

Birayê Metîn Ozdemîr Azîz Ozdemîr wiha got; “Heta ku em rastiyan dernexÎnin em ê çalakiya xwe bidomînin.”