Xizmên girtiyan serdana malbata Şenyaşar kirin

Endamên TUHAY-DER'ê serdana Malbata Şenyaşar kirin ku berxwedana xwe dewam dike.

Emîne Şenyaşar ku hevser û du kurên wê ji aliyê xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku di heman êrişê de birîndar bû, îro cara 252'an li ber Edliyeya Rihayê kom bûn.

Piştgiriya ji bo Malbata Şenyaşar jî dewam dike. Endamên Şaxê Wanê yê Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAY-DER) bi rengekî girseyî serdana Malbata Şenyaşar kirin. Malbatê bi pankarta bi nivîsa "Em tenê edaletê dixwazin" xizmên girtiyan pêşwazî kir.

Emîne Şenyaşar got, "Demeke dirêj e ku ez kurê xwe yê li girtîgehê nabînim. Gelo edalet ev e? Edaleta Erdogan ev e? Xwedê zarok ji te re jî dane, gelo qet wijdan bi te re nîne? Êşên ku dikişînim gelo tu nabîne? Bila Xwedê heman êşê bide te jî. Min jî bigirin, min bibin gel kurê min."

Dayika Aştiyê û xizma girtiyan Emîne Kaya jî got, "Em edaletê dixwazin. Ji bo aştiyê me serdana dayikê kir. 252 roj in dayik li vê derê li benda edaletê ye. Zarokên me jî li girtîgehê girtî ne. Em ji bo wan jî edaletê dixwazin. Bila dayik êdî êşê nekişînin. Ji bo piştgiriya bi dayikê re em hatin vê derê. Bila êdî zarok nemirin."

Seroka Şaxê Wanê ya TUHAY-DER'ê Kûdret Temel jî got, "Bi hezaran girtî li girtîgehan têne hiştin. Edaleta ku dayik dixwaze em jî dixwazin. Bila bersiv ji daxwaza dayikê re bê dayin."

Dayika Aştiyê û xizma girtiyan Aslihan Tîmûr jî got, "Em ji bo edaletê li vir in. Kurekî dayikê 3 sal û 5 meh in li hucreya yek kesî ye. Zarokên me jî li girtîgehê ne. Bila girtî hemû bêne berdan. Guh bidin dengê dayikê."