Xizmên girtiyan ên li Îzmîrê hatin serdana malbata Şenyaşar

Xizmên girtiyan ên ji Îzmîrê hatin Rihayê çûn serdana Emîne Şenyaşar a ku di Nobeta Edaletê de ye.

Çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê di roja 255’emîn de berdewam dike. Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Egeyê (EGE-TUHAYDER) bi girseyî serdana malbata Şenyaşar kir. Li gel komeleyê Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê û Tevgera Jinên Azad (TJA) jî çûn serdana malbatê. 
 
Malbatê bi dowîza “Em bi tenê edaletê dixwazin” heyeta ji Îzmîrê hat pêşwazî kir. 
 
Dayika Aştiyê Hanîfe Gumuş di serdanê de axivî û got: “Em edaletê dixwazin, lê li vî welatî edalet tune. Eger edalet hebûya dê ev dayik 8 meh li vir li benda edaletê nemaya. Îro em jî me piştgirî da û beşdarî nobeta wê bûn. Êşa malbat Şenyaşar a me ye jî. Ew dayika me hemûyan e. Ew her tim di hişê me de ye, êşa wê êşa me ye. Dixwaze kurê wê bê berdan, em jî dixwazin zarokên me bên berdan."
  
Dayika Aştiyê Narenciye Acar jî diyar kir ku edalet nemaye û got: “Êdî bes e. 3 kes hatin kuştin, lê kujer li derve ne. Dibêjin em bira ne, heger em bira bin kujeran bigirin. Em qet nebûn bira. Kurd li hemberî zextan serî natewînin."
 
Dayika girtiyekî Xanim Sever jî diyar kir ku ew ê bi malbata Şenyaşar re bibin yek û got: “Me kuştin, em mirin lê me edalet nedît. Dayik li hemberî hemû şert û mercên zehmet nêzî salekê ye li vir li ber xwe dide. Li Tirkiyeyê demokrasî nîne. Divê kes behsa demokrasiyê neke. Çi bikin bila bikin, em Kurd in.” 
 
Fatma Surme ya ku du lawên wê girtî ne jî destnîşan kir ku edalet tune ye û wiha got: “Bi bikaranîna olê zilmê li Kurdan dikin. Ti eleqeya wan bi olê re nîne. Hem li derve û hem jî li girtîgehan zilmê li Kurdan dikin. Ma ev edalet e? Em Kurd in, rastiya me eve e. Em vê neheqiyê qebûl nakin.”
 
Emîne Şenyaşar jî tiştên ku di roja komkujiyê de û piştî wê hatine serê wan ji heyetê re qal kir  diyar kir ku ew ê bi biryardarî têkoşîna xwe bidomînin.