Xizmên girtiyan: Berpirsiyarê sereke yê vê zilmê Erdogan e

Xizmên girtiyan gotin, “Berpirsiyarên sereke yên vê zilmê Serokkomar û Wezareta Edaletê ne.”

Nobeta Edaletê ku xizmên girtiyan ji bo azadiya girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediyaye lê nayên berdan dabû destpêkirin, di roja 379’an de li ber Saziya Tipa Edlî ya Amedê didome. Rêveberên (TUAY-DER), (MEBYA-DER) û (MED-DER) piştgirî dan çalakiyê.

Ji xizmên girtan Încî Guler di çalakiyê de axivî û diyar kur ku berpirsiyarên sereke ya vê zilmê Serokkomar û Wezareta Edaletê ye û got: “Ji me dibêjin, hûn nîjadperest in. Lê em tenê dixwazin qanûnên ku ji bo girtiyên nexweş derxistine, pêk bînin. Di girtîgehan de girtiyên nexweş ên giran hene. Ne partiyên siyasî û ne jî saziyên giştî di vê mijarê de ne xwedî wijdan in. Lê em ji wan re dibêjin, ‘Eger îro em bin sibê jî hûn in. Bila girtiyên nexweş berdin. Lê partiyên siyasî hê jî bêdeng in. Heta ku neyê ser zarokên wan, me fêm nakin. Lê em her tim dibêjin, girtî di zîndanan de em jî ji derve li ber xwe didin.”

Çalakî bi dirûşmeya “Heq, hiqûq, edalet” û Bijî berxwedana zîndanan bidawî bû.