Xizmê Windayan pirsa aqûbeta Odûncû kir

Xizmê Windayan vê hefteyê pirsa aqûbeta Giyasettîn Odûncû yê sala 1995’an li Amedê hate destgîrkirin û carekî din agahî jê nehate girtin, pirsîn.

Xizmên windayan û Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Amedê, çalakiya “Bila winda bên dîtin, berpirs bên darizandin” a her heftê lidar dixin, di hefteya 612’emîn de, bi vîdeoya weşandin lidar xistin. Vîdeo li ser hesabê medya dijîtal a komeleyê hat weşandin. Rêveberê komeleyê Adnana Orhan, di vîdeoyê de axivî û çîroka Giyasettîn Oduncu yê di meha Gulana 1995’an de li Amedê dema destgîrkirî winda bû vegot.

Orhan, bibîr xist ku Odûncû zewicîbû û bavê 3 zarokan bû. Orhan bal kişand ser çîroka Odûncû û wiha vegot: “Malbata Giyasettîn Odûncû, li gundê Ormankaya ya girêdaî navçeya Hezro ya Amedê dijiya. Zewicîbû û bavê 3 zarokan bû. Di sala 1992’yan de, ji bo ku niştecihê gund bibin cerdevan her tim bi ser gundê wan de dihat girtin. Bavê Odûncû di heman salê de, diçe gundê Sîne yê Lîcê serdanekê û ji aliyê cerdevanên gundê Sîne ve tê kuştin. Odûncû ji ber zextên bibe cerdevan û kuştina bavê xwe, neçar dimîne ku gundê xwe terk bike. Odûncû tê li Semta Melîkahmet a Amedê bi cih dibe. Li bajêr bi pir cîdî pirsgirêkên aborî dijî. Ji bo ku debara malbata xwe bike, dest bi karê înşaetê dike. Di rojên dawî yên Gulana 1995’an de ji hevjîna xwe re dibêje, wê bi hevalên xwe re biçe golê. Bi vî awayî ji malê derdikeve û carek din agahî jê nayê girtin.”

Orhan, di dewam vegotina xwe de, ev agahî dan: “Wê demê, malbat ji ber atmosfera siyasî ya xirab a herêmê serî li tu saziyên dewletê nade. Piştî bûyerê 6 mehan, polîsên sivîl tên mala wî û ji malbata wî re dibêjin polîsîn. Ji hevjîna Odûncû Aysel Odûncû pirsa wî dikin. Aysel Odûncû, ji wan re dibêje ev 6 mehin hevjîna wê winda bûye. Polîs li ser vê yekê jêre dibêjin, biçe hevjînê xwe ji Adapazarê bigire. Çawan ku polîsên sivîl ji malê diçin, Aysel bi xizmê xwe Sedat Dalan re diçe Qereqola Polîsan a Sûrê û pirsa hevjînê xwe dike. Lê polîsên li qereqolê ji wan re dibêjin tu agahiya wan ji vê bûyerê tuneye. Derbarê bûyerê de, di 31’ê Adara 2003’yan de, li 1’emîn Dadgeha Cezayê Aslî ya Amedê doz hat vekirin. Lê tu encamek derneket holê. Ligel hemû hewldanên malbatê, tu agahî ji Giyasettîn Odûncû nehat girtin. Ev rewş hîna jî dewam dike.”