Xewn û xeyalên Kemal Pîr pêk tên

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, li ser berxwedêrên 14'ê Tîrmehê, bi taybetî jî li ser yek ji pêşengên vê berxwedanê Kemal Pîr nivîsî.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, bi wesîleya 35. salvegera berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê, ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka re qala kesayetiya yek ji kadroyên pêşeng Kemal Pîr kir.

Bayik diyar kir, Kemal Pîr ne tenê di berxwedana 14'ê Tîrmehê de, di avabûna koma Apoyî de xwedî roleke girîng e û got, "Kesayetiya Kemal Pîr kesayetiyeke ji rêzê nîne. Kesayeteke ku bandorê dike û teşe dide. Lewma hem di damezrandina PKK'ê de, hem jî di berxwedana zindanê de bandoreke mezin a Kemal Pîr heye." Bayik, bi wesîleya salvegera 14'ê Tîrmehê Kemal Pîr bi minetdarî û rêzdarî bibîr anî.

Bayik bibîr xist ku Pîr li navçeya Torûl a Gumuşhaneyê ji dayik bû û anî ziman, ciwantiya wî ew serdem bû ku Mahîran, denîzan li dijî neheqî, bê edaletî û zilmê li ber xwe didan.

Bayik destnîşan kir, ku kesayetiya Kemal Pîr bi nirxên çandî civakî yên ji nav hatiye û bi atmosfera têkoşînê ya Mahîran, Denîzan û Îbrahîman teşe girtiye û diyar kir, li dijî zilm, neheqî û bê wijdaniyê, xwedî karakterekî raperîner bû.

ŞOREŞGERÊ MEZIN Ê SALÊN 70'Î

Bayik ragihand, ku divê Kemal Pîr weke yek ji nûnerên herî hêja yên ciwanên şoreşger ên salên 1970'î bê dîtin û got, "Yek ji çend şoreşgerên mezin ên tevgera ciwanên şoreşger a salên 1970'ê bû. Karakterê Kemal Pîr bi vî rengî ye. Li gel dilsoziya xwe ya bi nirxên civakî dîrokî re, her wiha bi nirxên şoreşgerî yên Denîzan, Mahîran, Îbrahîman afirandin, gelekî dilsoz e."

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik anî ziman, kêmasiya şoreşgeriya Kemal Pîr gelekî kêm e û got, "Ew şoreşgerekî xwedî taybetmendiyên cuda û ne ji rêzê ye. Ji xwe ya ku Kemal Pîr dike Kemal Pîr taybetmendiyên wî yên ne ji rêzê ye."

Bayik diyar kir, Kemal Pîr şoreşgerek bû ku dixwest nirxên jê bawer dike yekser û di cih de pêk were û bi rê û rêbazên xwe re her kêlî di nava têkoşînê de bû.

JI BO BIBIM APOYÎ, XIZMETEKE MEZIN KIR

Di dewama axaftina xwe de Bayik got, "Kemal Pîr çavkaniyeke şoreşê ye; çavkaniyeke kelecana şoreşê ye. Xwedî karakterekî bi vî rengî ye. Ji bo min cihê serbilindî û rûmetê ye ku ez hevalê keserekî xwedî karakterekî bi vî rengî ye. Ji bo bibim şoreşger, bibim Apoyî, ji bo bibim PKK'yî ked û xizmeteke mezin a Kemal Pîr heye Bi Kemal Pîr re em li fakulteya Ziman, Dîrok û Erdnîgariyê ya Enqereyê xwendekar bûn. Em li wir bûn hevalê hev, me li wir hev nas kir û me ji hev bawer kir. Hevaletiyeke me ya bi vî rengî çêbû. Me mill da hev û di her kêliya têkoşînê de hevaltî kir."

JI BER KU EZ BI TEVGERA APOYÎ DA NASKIRIN, SPASIYA WÎ DIKIM

Cemîl Bayik wiha dewam kir: "Em şoreşger bûn, li dijî faşîzmê em têdikoşiyan. Wî berî min heval nas kiribû. Wî bi xwe ez bi Serok Apo da naskirin, bi koma Apoyî re da naskirin. Lewma yê ku xeta min a têkoşînê, xeta min a jiyanê guheran hevrê Kemal Pîr e. Ji ber vê yekê dixwazim careke din spasiya wî bikim; ji ber ku ez bi tevgereke wiha re, bi rêxistineke wiha şoreşger re da naskirin. Hevalekî ji Derya Reş bû, lê belê vî hevalê me yê Tirk ez bi tevgera Kurd, bi komeke Kurd re da naskirin. Dema ku Apoyî nû derketin holê, di demeke ku zêde nedihat naskirin de Kemal Pîr ew bi kesayetiya Rêber Apo ve hate girêdan, li ser vê bingehê ez tevlî vê tevgerê kir. Ev yek bi xwe nîşan dide bê xwedî karakterekî çawa yê şoreşger e. Çawa ku bi Rêber Apo re me hev nas kir, yekser em bûn enadmekî çalak ê komê. Ji xwe tevgear Apoyî ev bû. Tevgera Apoyî dihat wateya; rêbaz, tempo, dilsoziya bi şoreşê re, meşandina karê xwe bi xurtî, fedakirina her tiştên xwe ji bo şoreşê bû."

TAYBETMENDIYÊN HEVPAR ÊN RÊBER APO Û KEMAL PÎR

Cemîl Bayik anî ziman, silsoziya bi nirxan, bi şoreşê re û daxwaza bicihanîna van a bi rengekî lez û bez, taybetmendiyên Kemal Pîr û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên dişibin hev bûn û got, "Di her kêliya jiyanê de birêvebirina şoreşê, jiyana bi coş û kelecana şoreşê, taybetmendiyên hevpar ên Rêber Apo û Kemal Pîr in." Bayik ragihand, Kemal Pîr li şûna xwe nedisekinî, her tim dafirand dixwest tiştekî bafirîne û got, "Kemal Pîr dema ku Rêber Apo dît got, 'Min lîderê xwe, rêxistina xwe, hevalê xwe, hevrêyê xwe, tevgera xwe, rastiya xwe dît'."

RUHÊ VEŞARTÎ YÊ RÊBER APO

Bayik diyar kir, ku li Kurdistanê jî wî karê destpêkê bi Kemal Pîr re kir û wiha dewam kir: "Bi Kemal Pîr re ji sala 1975'an û pê ve li Dîlok û Rihayê me karê şoreşgerî meşand. Weke ku tê zanîn, piştî sala 1975'an Dîlok û Riha ji cihên ku herî zêde têkoşîn lê bi pêş ket. Wekî din, ji bo pêşketina li Semsûr û Mereşê jî bajarên Riha û Dîlokê ji bo koma Apoyî weke herêmên bicihbûnê bûn. Di pêşketina têkoşîna şoreşgerî de ya li Dîlok û Rihayê para Kemal Pîr zêde ye. Ne tenê li Dîlok û Rihayê, di avabûna karakterê tevgear Apoyî de rola Kemal Pîr diyarker e. Keysaetiya Kemal Pîr ne tenê kesayetiyeke milîtanê Apoyî, ne tenê kesayetiyeke PKK'yî ye. Çawaku Rêber Apo di afirandina îdeolojî, teorî, feraseta siyasî û kesayetiya têkoşînê ya vê rêxistinê de bi rola diyarker rabû, Kemal Pîr jî di birêxistinkirinaxeta Rêbe Apo, karakterê Rêber Apo de, di ragihandina vê xetê ji bociwanan de, tevkariyeke mezin kir. Eger kesayetiyeke Apoyî derketibe holê, Apoyî derketibin holê, ruhekî Apoyî derketibe holê bêguman afirînerê vê Rêber Apo ye, lê belê yê ku duh û dînamîzm daye vê, ew civakî kiriye û gihandiye nava ciwanan Kemal Pîr e. Lewma hevalekî me ye ku tevkariya herî xurt daye têkoşîn Rêber Apo.

Rêber Apo belasebep ji bo Kemal Pîr û Hakî Karer ne gotiye ew ruhê min ê veşartî ne. Ew xeta Rêber Apo, feraseta îdeolojîk-polîtîk a Rêber Apo, feraseta rêxistinê, karakterê rêxistinê yê bi feraseta çalakiyê û bicihanîna wê di pratîkê de pejirandine. Lewma ji wan re gotie 'Ew ruhê min ê veşartî ye'.

YEK JI HÎMÊN BINGEHÎN ÊN APOYÎ

Bayik işaret bi taybetmendî û hêza pratîkê ya Kemal Pîr kir û got, "Eger kadroyekî pêşeng ê mîna Kemal Pîr nebûya, tevgera Apoyî ewqasî zû bi lez û bez bi pêş nediket. Tevlîbûna ciwanan wê zêde nebûya. Xeta çalakiyê jî wê ewqasî bi bandor nebûya. Ji ber vê yekê kesayetiya Kemal Pîr kesayetiyeke girîng e ku divê li ser bê sekinandin. Yek ji hîmên bingehîn e ku Apoyî kir Apoyî, PKK kir PKK. Hîmê bingehîn ê Apoyî ye."

Bayik destnîşan kir, ku eger îro xeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têk naçe, xeta Ocalan li her cihî bi ser dikeve, ev yek ji ber hebûna milîtanên xwedî li xeta Ocalan derdikeve û kadroyên vê xetê dixin pratîkê ne. Bayik da zanîn, di vê mijarê de Kemal Pîr û Hakî Karer xwedî roleke mezin in û got, "Kes nikare vê rastiyê înkar bike. Ji ber vê karaktera wan em her tim wan bi minetdarî û rêzdarî bibîr tînin."

PERWERDE, RÊXISTINBÛN Û ÇALAKÎ BI HEV RE DIKIR

Bayik ragihand, Kemal Pîr şoreşgerekî welê bû ku dema rojeke xwe, saeteke, kêliyeke xwe ji bo şoreşê derbas nekiri gelekî aciz dibû. Ji ber vê yekê girtîgeh ji bo wî gelekî teng bû. Her tim dixwest ji girtîgehê derkeve." Bayik fîrara Pîr ji girtîgehên Enqere, Ordû û Rihayê bibîr xist û got, "Herî dawî dema ji girtîgeha Rihayê reviya, mehkûmên sivîl jî pê re reviyan. Lİ girtîgeha Rihayê gelek mehkûmên sivîl hebûn, hemû jî bi wî ve hatibûn girêdan. Ji xwe li tevahiya girtîgehê dilsoziyeke bi vî rengî afirandibû."

Bayik destnîşan kir, ku kesayetiya Kemal Pîr kesayetiyeke welê bû nedibû li cihekî bisekine, perwerde, rêxistinbûn û çalakî bi hev re dikir.

LI CIHÊ KEMAL PÎR LÊ BÛ, ŞOREŞGERÎ DIHATE KIRIN

Di dewama axaftina xwe de Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik bal kişand ser rola girîng a kesayetiya Kemal Pîr di berxwedana şoreşgerî ya li zindana Amedê û got, "Li cihê Kemal Pîr lê bû şoreşgerî dihate kirin, têkoşîn dihate meşandin. Her kêlî, her saet, her roja bê têkoşîn ji bo Kemal Pîr îşkence bû. Ji bêtêkoşînê mezintir îşkenceyek li ber çavên Kemal Pîr tine bû. Lewm di berxwedana mezin a li girtîgeha Amedê bandora Kemal Pîr zêde ye. Bêguman kesayetiya rêbertiyê ya Hayrî, keyayetiya milîtaniyê ya Akîf û Alî û milîtanî û dilsoziya Çaran a xwe kirin meşale li dijî zilmê, di afirandina berxwedana mezin a li zindana hejmara 5'an a Amedê mezin e."

Bayik da zanîn, ku bêguman kesayetê rêber ê berxwedana zindanê Hayrî ye û wiha dewam kir; "Karakter û kesayetiya rêbertiyê ya Hayrî gelekî cuda bû. Ji ber vê yekê dema li zindanê li nêrîna Kemal Pîr dihat pirsîn, wî digot, 'Doktor çi bêje, ew e'. Wî gelekî ji kesayetiya rêbertiyê, hêza nirxandinê û berpirsyariya Hayrî bawer dikir. Lê belê di pêkhatina berxwedana 14'ê Tîrmehê û serketina wê de rola kesayetiya Kemal Pîr gelekî girîng e."

RUHÊ 14'Ê TÎRMEHÊ

Di dewama axaftina xwe de Bayik ev nirxandin kir. "Kemal Pîr di dema rojiya mirinê de got 'Ez ji jiyanê hez dikim ku dikarim di oxira wê de bimirim'. Got, 'Me bi 6 kesan dest pê kir, em bûn 16 kes, sibe em ê bibin bi mîlyonan mirov'. Berî û piştî rojiya mirinê ya 1982'an gelekî ji Rêber Apo bawer dikir ku wê têkoşînê teqez bi pêş ve bibe û serketinên mezin bi dest bixe. Heta nefesa xwe ya dawî bi coş û kelecana şoreşê jiya, her tim bi Rêber Apo û PKK'ê re dilsoz ma û bawer kir ku Rêber Apo wê şehadeta wî bike wesîle ji têkoşîn û serketinên mezin re. Rêber Apo dibêje 'Kemal Pîr ruhê min ê veşartî ye'. Kemal Pîr jî ruh û karakterê Rêber Apo kir parçeyek ji kesayetiya xwe."

XEWN Û XEYALÊN KEMAL PÎR PÊK TÊN

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik da zanîn, ku eger wê şoreşa Kurdistanê bê biserxistin, gelê Kurd bibe xwedî jiyaneke demokratîk û azad, li ser bingeha şoreşa Kurdistanê eger wê Tirkiye demokratîk bibe, li ser bingeha şoreşa Kurdistanê eger wê şoreşa demokratîk a Rojhilata Navîn pêk were, ev yek ancax bi milîtaniya Kemal Pîr dibe, bi ruhê Kemal Pîr dibe, bi karaktera berxwedêrî ya Kemal Pîr dibe."

Di dawiyê de Bayik got, "Eger bi wesîleya 14'ê Tîrmehê em şoreşgeriya Kemal Pîr baş fêhm bikin, û di kesayetiya xwe de şênber bikin, serketin wê ya gelê Kurdistanê, gelên Tirkiyeyê û gelên Rojhilata Navîn be."