Xewn û xeyalê Viyan ew bû ku rojekê li Cûdî bibe gerîla

Viyan Mazlûm (Gulê Cimo) a ji Efrînê dixwest rojekê li Cûdî bibe gerîla. Dixwest vê xewn û xeyala xwe piştî pratîka Metîna û Rojava li Botanê bixe meriyetê Heta ku bi pêşengiya Delal Amed tevlî karwanê şehîdan bibe şer kir.

Gulê Cimo ji malbateke ji navçeya Bilbilê ya Efrînê li Helebê ji dayik bû. Di nava malbateke welatparêz de mezin bû, Tevgera Azadiyê ya Kurd zû nas kir. Hîn di zarokatiyê de haya xwe ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Kurdistan û PKK'ê hebû. Bi bandora tevlîbûnên ji nava malbata wê di temenekî ciwan de berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Ji bo xwe bigihîne jiyaneke nû navê xwe kir Viyan Mazlûm.

Viyan Mazlûm bi vî rengî qala pêvajoya tevlîbûna xwe kir: "Min xwe weke çivîkekê hîs kir. Mîna çivîkeke ku ji qefesê firiya û xwe gihand ser guliyên daran. Mîna çivîkekê ku li azadiyê digeriya û zanîbû ku wê li ku derê hêlîna xwe dîne, min jî timî da pey xeyalên xwe. Ji bo hêjayî gelê xwe û warê xwe bibim ketim ser vê rêyê."

Bi vî rengî bi eşqeke mezin tevlî nava jiyana hevrêyên xwe bû. Zû hînî jiyana li çiyê bû. Piştî ku çend salan li çiyayên Metînayê têkoşiya, bi destpêkirina êrişa DAÎŞ'ê ya li ser Rojava derbasî vê qadê bû û beşdarî şer bû. Viyan Mazlûm heta ku Rojava azad bû gelê xwe bi tenê nehişt, tevî ku di şer de sê caran birîndar bû ti carî dest ji têkoşîna xwe berneda û berxwedana xwe dewam kir.

ÊDÎ AMADE BÛ KU BIÇE BOTANÊ

Piştî ku xaka Rojava hate azadkirin Viyan Mazlûm careke din berê xwe da qadên gerîla çiya. Êdî amade bû ku biçe Botanê. Viyan Mazlûm ji bo xewn û xeyalên xwe yên zarokatiyê pêk bîne dixwest derbasî Cûdî bibe. Viyan Mazlûm dixwest xeyalên xwe zû pêk bîne û di sala 2015'an de derbasî herêma Botanê bû.

TEVÎ 12 HEVRÊYÊN XWE TEVLÎ KARWANÊ ŞEHÎDAN BÛ

Li Botanê di çalakiyên li dijî dijmin de li refên herî pêş bû. Bi eşqa azadiyê li ser rêya serketinê meşiya û navê xwe li destanên berxwedanê nivîsand. Dewleta Tirk di sala 2017'an de dest bi êrîşeke mezin a dagirkeriyê kir û bi taybetî femandara qadê Delal Amed (Hulya Eroglû) û Azê Malazgîrt (Asli Ozkaya) kir hedef. Di encama êrişa artêşa Tirk a li ser qada Besta ya Botanê de Viyan Mazlûm tevî Fermandar Biryargeha Navendî ya YJA Starê Delal Amed li gel 12 hevrêyên xwe tevlî nava karwanê şehîdan bû.