Xemsariya şaredariyê bû sedema mirina ciwanek yê Amedê

Li Amedê ciwanê temenê wî 17 ku bi navê Dewran Onay ji bo firotinê ji malên ku ji aliyê şaredariyê ve hatî valakirin hêsin derbixîne, jiyana xwe ji dest da.

Li Amedê malên ji aliyê şaredariyê ve ji bo xirakirinê hatin valakirin, ji bo derxistin û firotina hêsinên di hindirê wan de bû sedem ku ciwanê bi navê Dewran Onay jiyana xwe ji derst bide.

Ciwanê ku li navçeya Yenîşehîr a Amedê dijiya 26’ê Kanûnê roja Şemiyê dema li avahiyên ji aliyê şaredariyê ve ji bo xirakirinê hatibûn valakirin, hesin kom dikir ma di bin xirbeyan de û li ser hewarkirina wî gel lê kom bûn û tîmên tensuristiyê hate cihê bûyerê. Ciwanê rakirin nexwexaneyê 27’ê Kanûnê jiyana xwe ji dest da, li Goristana Kapi ya Mêrdînê veşartin.

Ev bûyer ji ber xemsariya şaredariyê ku destûra neketina hindirê cihên xirabe nedabû, pêk hat.

Bapîrê Onay yê bi navê Mehmet Garbur got ku neviyê wî ji ber xemsariya wan jiyana xwe ji dest da û ji ber vê yekê jî xwest ku alîkariya hiqûqî ji bo vekirina dozê bê dayîn.