Xelkê Wanê: Dora dewletê ye ku gav bavêje

Xelkê Wanê diyar kir ku destê ku Rêber Apo ji bo aştiyê dirêj kiriye, destê gelê Kurd e û gotin, her kes aştiyeke bi rûmet û mayînde dixwaze. Xelkê Wanê destnîşan kir ku ji bo bersiva banga Rêber Apo, dora dewletê ye ku gav bavêje.

BANGA RÊBER APO

Di demên dawî de bajarê Wanê bi çalakiyên civakî yên li dijî bêhiqûqiyan, bûye bajarê Serhildanê. Li Wanê gel li benda dewlet û desthilatdariyê ye ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd gavên şênber bavêje.

Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî 2’yê Cotmeha 2024’an li meclîsê çû cem koma DEM Partiyê û piştre di civîna koma meclîsê de ev bang kir: “Bila Ocalan were li meclîsê baxive.” Têkildarî vê pêvajoya ku destpê kir, raya giştî li benda gavên şênber e.

Feyzî Dînç (70) ê li Wanê dijî, diyar kir ku gelê Kurd her tim alîgirê aştiyê ye û ev bang kir: “Weke gelê Kurd me di tevahiya dîrokê de, her tim xwestiye bi cîran û dostên xwe re di nava aştiyê de bijîn. Me ti carî dijminatiya ti kesê nekiriye, lê gelek dijminatiya me hatiye kirin. Kurdan jî destê xwe dirêj kir, lê li hemberî wan kes nîne ku vî destî bigire. Dewlet divê demildest rûne û bi Kurdan re vî karî çareser bike.”

‘AŞTÎ CIDIYET Û SAMÎMIYETÊ DIXWAZE’

Welatiyê bi navê Îlhan Gunay (42) destnîşan kir ku banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê mîladek e û ev tişt bilêv kir: “Li Tirkiyeyê ev demek dirêje gel li benda vê aştiyê ye. Dibe ku di dema Ozal de çênebû. Ocalan bersiveke cidî û erênî da banga Bahçelî û xwest rêya aştiyê heta dawiyê veke. Li aliyê gelê Kurd bersiva Banga Bahçelî heye, lê li eniya Tirkiyeyê sankî bersivek tune ye. Aştî cidiyet û samîmiyetê dixwaze. Li welêt gladoyoyên ku ji şer tîmar dibin, hene. Ocalan dibêje, zemînê demokratîk û hiqûqî girîng e, lê hîna ji aliyê dijber bersivek nîne. Kurd li benda gav avêtinê ne.”

Ahmet Ertal (65) ragihand ku aştî ji bo her kesê bi sûd e û wiha got: “50 sal in ev şer dewam dike. Kurdan ev welêt bi Tirkan re ava kir. Lê niha li welêt muameleya heft biyaniyan li me tê kirin. Gorên bav û kalên me li Çanakkaleyê ne. Divê demildest dewlet gavên aştiyê bavêje.”

Welatê bi navê Musa Yaran jî anî ziman ku dewlet divê gav bavêje û got, “Ocalan banga çek berdanê kir û li her derê jî bersiv hate dayîn. Yanî di vê rewşê de Ocalan ji bo aştiyê, wezîfeya xwe pêk anî, dora dewlet û desthilatdariyê ye. Ew jî divê ji bo aştiyê gav bavêjin.”